Komên çete û artêşa Tirk êrîşî xaka Kantona Kobanê dikin

Navenda Ragihandina YPG diyar kir ku artêşa Tirk û çeteyên çekdar êrîşên xwe yên li ser axa Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyê didomînin.

Navenda Ragihandina YPG bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku di roj û şeva 4’ê Tebaxê de çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe ya Cerablûsê bi çekên giran 2 êrîşên cuda birin li ser bajaroka Şêxler a giredayî Kobanê.

ARTÊŞA TIRK ÊRÎŞÎ XAKA FEDERASYONA ROJAVA-BAKURÊ SÛRIYÊ DIKE

Her wiha Navenda Ragihandina YPG daxuyand ku êrîşên arteşa Tirk a ku li dijî axa Federasyona Rojava-Bakurê Suriyê li dar dixe, berdewam dike û got; “Di çarçoveya van êrîşan de arteşa Tirk şeva 4’ê Tebaxê bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Ziyaret a dikeve rojavayê Kobanê. “

ÇETEYAN JI MILÊ GUNDÊ PÎNO ÊRÎŞÎ TAXA ŞÊX MEQSÛDÊ KIRIN

Navenda Ragihandina YPG’ê bal kişand ku êrîşên hevbeş ên komên çeteyên di bin banê koalîsyona Sûriyeyê tevdigerin li dijî Taxa Şêx Meqsûd a Halebê berdewam dike. YPG’ê navê van komên çete wiha rêz kir; “…wekî Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suriye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî.”

Navenda Ragihandina YPG’ê got; “Komên çeteyan şevê din ji milê gundê Pîno ya dikeve bakurê Taxa Şêx Meqsûdê êrîşek li dar xistin. Bi destwerdana hêzên me ve li qadê şer rû da û di vî şerî de maşîneyeke leşkerî ya çeteyan hat rûxandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin.”

YPG’ê ragihand ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî gundê Şedadê dikin û got: “4 Tebaxê saet navbera 21.00 û 22.00’an de çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Azawî ya giredayî Şedadê.”