Komalên Ciwan banga xurtkirina têkoşînê kir

Koordînasyona Komalên Ciwan, li dijî darvekirinên ji aliyê Îranê ve hat kirin bang li ciwanên welatparêz ên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat kir, ku têkoşînê xurt bikin.

Koordînasyona Komalên Ciwan, li dijî darvekirinên ji aliyê Îranê ve hat kirin bang li ciwanên welatparêz ên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat kir, ku têkoşînê xurt bikin.

Koordînasyona Komalên Ciwan got, "Biryarên darvekirinê ku rêbaza herî hov a polîtîkayên çavtirsandinê yên rejîma Îranê ya ji mirovahiyê bêpar maye, dewam dikin. Em Saman Nesîm û Elî û Hebîbûllah Efşar ên herî dawî hatin darvekirin li ser vê bingehê bibîr tînin, ji malbatên wan û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin."

'PÊKANÎNÊN DEWLETA ÎRANÊ YÊN LI DERVEYÎ MIROVAHIYÊ NAYÊN QEBÛLKIRIN'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dewleta Îranê, li hemberî gelê me yê Rojhilatî, ku li pêşberî berxwedan û pêşketinên li Kurdistanê bi berpirsyarî tevdigere û ji vê berxwedanê hêzê digire, li ser bingeha nêzîkatiya hilanîna tolê û çavtirsandinê, ev darvekirin bicih aniye." Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Rêbazeke cezakirinê ya mîna îdamê, bêguman nîşaneya herî mezin a qelsiyê ye. Darvekirn ti carî nebûye rewşeke ku gelan ji lêgerînên azadiyê sar dike û çavê gelan ditirsîne. Haya ciwanên Rojhilatê Kurdistanê her tim ji van polîtîkayan hebûye û bi vê hişmendiyê têkoşîn û lêgerînên xwe yên azadiyê her tim mezin kirine û meşandine.

Komkujî, darvekirin, îşkence û pêkanînên girtinê yên dewleta Îranê li hemberî gelê me bikar tîne, bi ti awayî nayên qebûlkirin. Ciwanên Kurdistanê bi ruhê berxwedana neteweyî ya li Kobanê hat afirandin re, divê li her devera Kurdistanê li dijî zîhniyetê tinekirinê yê li hemberî gelê me, bi heman hestyariyê tevbigerin. Li kîjan herêma Kurdistanê dibin bila bibin, girîng e li dijî tinekirin, Îdam û komkujiyan rêxistinbûna xwe xurt bikin û li ser bingeha parastina cewherî mafê bersivdayînê heta dawiyê bikar bîne. Polîtîkayên tinekirinê her çend li gorî dewletan cuda bin jî, di cewhera xwe de pratîka heman mejî ne. Li Bakur, Rojhilat, Rojava û Başûr li her deverê hewldanên afirandina Kurdê xwe heye. Yekane armanca vî mejî ew e, ku Kurd ne yê dewletê, Kurdê di azadiya xwe de israr dike, bi rêbazên xwe tine bike. Ya ku îro li Îranê diqewime, ev rewş e. Pêkanînên faşîst ên ne ji xwe tine dike, dewam dike. Ji ber vê yekê, bersiva li van êrîşan, di asta herî bilind de xurtkirina rêxistinbûyîn û hişmendiya parastina cewherî ye."

'EM BANGA MEZINKIRINA SERHILDANAN DIKIN'

Daxuyaniya Koordînasyona Komalên Ciwan bi vê bangê bi dawî bû:

"Êrîşên li Kurdistanê yên li hemberî gelê me û hemû nirxên me, heta tevgera me ya azadiyê hebe wê bêbersiv nemînin. Li ser vê yekê, li hemberî îdamên li Îranê li dijî hebûna me hatin kirin, em bang li ciwanên welatparêz ên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dikin ku bi têkoşîn û ruhê berxwedana neteweyî li ber xwe bidin. Di serî de nûnertiyên dewleta Îranê divê li her qadê, li dijî van pêkanînên li derveyî mirovahiyê, nerazîbûnên şoreşger û demokratîk û biryardariya têkoşînê ya li hemberî vî mejiyê tinekirinê, were nîşandan. Ruhê berxwedana neteweyî ya bi tacîdarkirina bi serketinê re, mîrate û wezîfeya ciwanên Kurdistanê ye ku şehîdan ji me re hiştiye. Divê em bi vî rengî nêz bibin û li hemberî he êrîşên li dijî hebûna xwe em berê xwe bidin serketinê û têkoşîna xwe bimeşînin. Bi vê hişmendî û hestiyariyê em bang li tevahiya ciwanên Krudistanê dikin ku li dijî her şêwe polîtîkayên tinekirinê, serhildanan mezin bikin."