Komalên Ciwan 4’emîn kongreya xwe pêk anî

Komalên Ciwan 4’emîn kongreya xwe pêk anî

Komalên Ciwan 4’emîn Kongreya xwe ya awerte pêk anî. Di kongreyê de bal kişandin ser rola ciwanan a di serhildanan de û biryarên girîng hatin girtin.

Rêxistina Komalên Ciwan 4’emîn Kongreya xwe ya Awerte li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anî. Ji her çar parçeyên Kurdistanê û derveyê welat 60 delege beşdarî kongreya li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin lidarxistin bûn. Di kongreyê de Endamên Desteya Rêveber a KCKê Dûran Kalkan, Mûstafa Karasû, Ronahî Serhat, Dr. Jiyan Garzan, ji Koordînasyona KJBê Kawenda Herekol û ji Koordînasyona YJAyê Elîf Ronahî amade bûn.

Axaftina vekirinê ya kongreya bi dirûşima “Me bi Rêber Apo dest pê kir, em ê bi Rêber Apo ser bikevin” pêk hat ji aliyê Endamê Desteya Rêveber a KCKê Dûran Kalkan ve hate kirin. Kalkan bal kişand ser pêvajoya ku kongre têde pêk hat.

Kalkan denstîşan kir ku tevgera PKKê tevgera ciwanan e û got: “Weke pêngava rêxistinî, em di sala 35emîn a rêxistinkirina ciwanan de ne” û wiha domand: “Em rêxistinek a ciwanan a ku dê wezîfeyên xwe yên di demên pêş de bi awayeke zanatir pêk bînin û bi rêxistinbûneke xurt pêk bînin dibînin.”

Piştî axaftina vekirinê, peyama Serokatiya Desteya Rêveber a KCKê hate xwendin. Piştre rojeva kongreyê hate diyarkirin. Di kongreyê de piştî rojeva siyasî xebatên sê salan ên Komalên ciwan hatin nirxandin. Piştî gotûbêjan biryarên girîng hatin girtin.

Di kongreyê de biryar hate dayin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurdistanê dê têkoşîn bê xurtkirin, dê ciwanên Kurd li ser esasê parastina rewa çalakiyên xwe yên li hemberî hemû êrşên li hemberî tenduristî, ewlehî û azadiya Ocalan û gelê Kurd zêde bikin.

Di kongreyê de ji bo ciwanên Kurd ên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane jî biryar hatin girtin. gerîlayê HPGê Baz Mordem (Emrah Bayer) yê 7ê cotmeha 2011 li Botanê jiyana xwe ji dest da weke “Sembola pêşengê ruhê fedayî û milîtanî ya ciwanên Kurd”, Hakî Şiyar (Senar Mete) yê 10ê berfanbara 2011 jiyana xwe ji dest da weke “sembola pêngava ciwanên şoreşger” Huseyîn Xizirî (Hêmin) yê ku ji aliyê rejîma Îranê ve hate darvekirin jî weke “sembola berxwedanê” hatin binavkirin. Kongre diyarî gerîlayên di “Operasyona Şoreşgerî” de jiyana xwe ji dest dan hate kirin.

Yek ji mijarên din ên girîng ên kongreyên serhildanên li Kurdistanê bû. Di kongreyê de biryar hate dayin ku dê li hemberî hemû êrîş û polîtîkayên qirkirinê yên li hemberî gelê Kurd rola pêşengiyê bigire.

Axaftina vekirin jî ji aliyê Endama Desteya Rêveber a KCKê Ronahî Serhat ve hate kirin. Serhat da zanîn ku kongre bi coş, heyecan û îdîayek mezin ya ji bo armancên şoreşgerî bi dawî bûye. Serhat bal kişand ser rola çalak a ciwanên Kurd a di serhildanan de û got: “ Armanc ew e ku derbeyên mezintir li dijmin bidin, lingê serhildanê biafirînin, çawa ku di qada gerîlayan de îradeya dewleta Tirk hate şkandin, divê li her bajar û taxên Kurdistanê jî ev yek şkandin. Ev wezîfe dikeve ser milên Komalên Ciwan.”

Kongre bi dirûşimên “Bijî Serok Apo, “Şehîd Namirin”, “Ciwan Fedayiyên Apo ne” qêriyan.