KJK: Em eniya berxwedanê bi rêxistin bikin
KJK, li dijî êrîşên qirker ên AKP’ê bang li gelan kir ku eniya berxwedanê bi rêxistin bikin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi bêdengmayinê em gav bi gav dimirin. Bêdengmayin û mirin yek e."
KJK, li dijî êrîşên qirker ên AKP’ê bang li gelan kir ku eniya berxwedanê bi rêxistin bikin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi bêdengmayinê em gav bi gav dimirin. Bêdengmayin û mirin yek e."
Koordînasyona KJK’ê têkildarî kûrbûna faşîzma AKP/Qesrê û qirkirinên siyasî daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji şaredariyan ta bi mamosteyan, ji kesên tendirûsiyê bigirin ta bi saziyên çapemeniyê, ji rêxistinên jinan bigirin ta bi wekîlan hemû sazûmaniyên civakê bi dagirkeriya AKP’ê re hevrû ne" û wiha hate domandin:
"Naxwazin ku ti nirxê civakî li pêş Erdogan û AKP’ê bihêlin. Li dijî vê avakirina pergala xwe ya berxwedanê, helwestnîşandanê bivênevê ye. Sîstema faşîst a ku hatiye avakirin, Rewşa Awarte ne tenê li dijî gelê Kurd, nirxên jina Kurd e. Êrîşên bi ser rojnameya Cumhuriyetê, Hayatin Sesi TV, Sendîka Tendiristiyê, Egîtîm Sen û hwd. tenê çend mînakên ji vê ne. Faşîzm ti cihêtiyê nas nake. AKP eniya dagirkeriyê ava dike. Tifaqa ku bi MHP’ê re daniye, rêxistina hêzên paramîlîter, biçekkirina osmanlî ocaklarî û ulku ocaklari, belavkirina şer a li civakê û çûyina ber bi şerê navxweyî ve ye.
Gava dawî ya AKP û Erdoganê faşîst, dagirkeriya li rêveberiya herêmî ya Amedê, hêsîrkirina hevserok û rêveberiya KJA’yê, hêsîkirina wekîlên gel, hêwilnakiya plana taloke nîşan dide. Ti êrîş ne êrîşeke bi serê xwe ye, parçeyên plana dagirkeriyê ne ku sazkar kirine. AKP û Erdogan piştî 15’ê Tîrmehê yek bi yek hemû planên xwe tevgerandine û sazkar kirine. AKP ya faşîst dewlet dagir kiriye. Desthilatdariya faşîst a AKP’ê ya di lîdertiya Erdogan de, hemû nirxên gelên Tirkiyê, Kurdistanê û jinan dagir dike. Êrîşên îmha û înkarê yên li dijî Kurdan di navenda desthilatdariya AKP’ê de ye. Lê AKP ya ku faşîzma tarî dimeşîne, li dijî gelên Tirkiyê, hêzên çepgir, sosyalîst û demokrat, rewşenbîra şer ragihandiye. AKP ya ku bi hevkariya MHP’ê dixwaze faşîzma tarî serdest bike, siberoja gelên Tirkiyê tarî dike, Tirkiyê ber bi şerê navxweyî ve dibe."
'BI BÊDENGIYÊ EM Ê GAV BI GAV BIMIRIN'
KJK di dawiya daxuyaniya xwe de rista ku civak divê pêk bîne jî wiha destnîşan kir:
"Li dijî tevgera dagirkeriya faşîzmê ya bi ser hemû qadên jiyanê de di serî de jin, divê em li nirxên xwe xwedî derbikevin. Ji bilî vê ti vebijêrka me nîn e. Li dijî dagirkeriyê, avakirina eniya hevoar, li dijî faşîzmê têkoşîna hevpar, li hember dîrokê berpirsyariya me ya hevpar e. Gelê Kurd li dijî van êrîşan xeta berxwedanê hilbijartiye û têkoşîneke bêhempa dide. Lê êrîş tenê bi êrîşa ser Kurdan û jinên Kurd ne sînordar e. Êrîş li dijî welatparêzin Tirkiye, hêzên demokrasiyê û herî pir jî li ser azadiya jinê ye. Çi qasî em bêdeng bimînin wê rojanmeyên me werin girtin, doktor werin girtin, mamoste ji kar werin kirin, wekîl hêsîr werin girtin û gav bi gav bimirin. Bêdengbûm mirin e.
Berxwedana li dijî faşîzm û dagirkeriyê, li dijî dagirkeriyê û faşîzmê xweparastin navê dî yê jiyanê ye. Li dijî polîtîkayên faşîst ên AKP’ê her cure berxwedan û çalakî rewa ne. Em weke KJK’ê di serî de jin, bang li hemû ciwanan, demokrasî û azadîxwazan dikin ku bi dirûşma, 'em destûrê nadin dagirkirina bedena xwe, xaka xwe û civaka xwe' li her deverê li ber xwe bidin. Li dijî faşîzmê em eniya jin û gelan rêxistin bikin û li rûmeta xwe xwedî derbikevin."