KJAR’ê ji bo Ocalan banga serhildanê kir

KJAR’ê bi daxuyaniyeke nivîskî tecrîda girankirî ya li ser şermezar kir û bang kir ku Kurd rabin ser piyan.

Koordînasyona KJAR’ê têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a piştî hewldana darbeyê ya li Tirkiyê, ku ti agahî jê nayê hilanîn û dewleta Tirk destûr nade ku bi parêzer, malbata xwe re hevdîtinê bike, daxuyaniyeke nivîskî da û got, divê Kurd bi ‘’ruhê seferberiyê’’ rabe ser piyan.

Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilat (KJAR) ê diyar dike ku bi 15’ê Tîrmehê re rewşa Rêberê Gelê Kurd Ocalan ketiye ‘qonaxeke nû’ û wiha pê de diçe:

‘’Ev  ji salakê zêdetir e bi  destê dewleta Qesrê li ser Rêbertiya me tecrîteke giran tê meşandin. Herî dawî bi hewldana darbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmehê, re tecrîda li ser Rêbertiya me kete qonaxeke nû û girantir. Di serî de tenduristî û jiyana Rêbertiya me ketiye bin talokeyeke mezin û giran. Piştî darbeya ku hatî kirin bi ti awayî agahî ji Rêbertiya me nayê girtin. Tevî ku parêzeran û malbatê gelek serlêdan kirin jî, ev nehatin qebûlkirin. Dewlata Tirk hewldanen gelê me û jinên Kurd ji nedîtî ve hatiye û nezîkbûneke jii cidiyetê dûr nîşan daye. Ev nezîkbûnên ji berpirsyartî û  hasasiyetê dûr, ku dewleta Tirk têkildarî tenduristî û jiyana Rêber APO  nîşan dide, diyar dike ku îro rewşa Rêbertiya me, jiyan û tenduristiya wî di bin xeteriyeke pir mezin de ye.’’

Di dawiya daxuyaniyê de KJAR bang li gelê Kurd dike, ku bi ruhê seferberiyê rabe ser piyan. Di daxuyaniyê de hat gotin, ‘’Divê em jî bi hemû hêza xwe, bi îradeyeke azad, bi ruhekî seferberiyê, bi hesasiyeta demê bikevin nav liv û tevgerê û li hemberî êrîşên li ser Rêber Apo ku di heman demê de êrîşên li ser hebûn û azadiya gelê Kurd e, çalakiyên bi bandor li dar bixin.’’