BI DÎMEN

KJA li Êlihê bi panelan 25’ê Mijdarê vedibêje

Endamên KJA’yê li Êlihê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hember Şîdeta li Dijî Jinan panel û semîner li dar xistin.

Endamên KJA’yê li Êlihê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hember Şîdeta li Dijî Jinan panel û semîner li dar xistin.

Endamên KJA’yê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hember Şîdeta li Dijî Jinê li taxên Êlihê bi jinan re tên gel hev. Li taxên Cûdî û Îlûh di pêşengiya meclîsên gel de panel hatin lidarxistin. Di panelan de ku gelek jin amade bûn, şîdeta li hemberî jinê, cureyên şîdetê û têkoşîna li hemberî şîdetê hatin nîqaşkirin..

Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel a tevlî panela li Taxa Cûdî bû got: “Pêwîst e li hemberî şîdeta li dijî jinan em dengê xwe bilind bikin. Em ê bêjin em şîdetê qebûl nakin û li hemberî şîdetê em ê têkoşîn bikin. Divê em wek jin timî li gel hev bin û piştgiriya hev bikin. Rêya herî baş a em rêxistin bûna xwe pêk bînin meclîsên gel in. Wek KJA em ê bi hev re meclîsên xwe ava bikin.”         

Piştî axaftinan têkildarî şîdeta li hember jinan û pirsgirêkên jinan nîqaş hatin kirin.