Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak diyar kir ku, wan bi wezîrên dewletê re hevditin pêk anîne û teqez tu girtiyên ketine çalakiya birçîbûnê ranekirine nexweşxaneyê û wiha got: "Tu mudaxeleya bi zorê tune ye"
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak derbarê 5 girtiyên ku di 12'ê Îlonê de rakirine nexweşxaneyê daxuyanî da û diyar kir ku, teqez tu girtî ranekirine nexweşxaneyê. Kişanak diyar kir ku, li ser agahiyan wan Hevserokên KCD'ê û BDP'ê bi asta herî jor ya dewletê re hevdîtin pêk anîye û di hevdîtinê de teqez tiştekî wisa tune.
Kişanak anî ziman ku, ew li Odeya Tabîban, Wezareta Dadê, dozgeriya girtîgehê û rayedarên girtîgehê geriya ye, hemû rayedaran diyar kiriye ku, tu agahiya bi vî rengî tune ye. Kişanak anî ziman ku, Parlementerê BDP'ê yê Wanê Nazmî Gur bi girtiyên girtîgehê re hevdîtin pêk anîye û diyar kiriye ku ger girtî biçin nexweşxaneyê jî dê dermankirinê qebûl nekin û ger ku biçin jî dê bi refaqetiya parlementeran biçin.
Kişanak anî ziman ku, Nazmî Gur hesatiya xwe bi rayedarên girtîgehê re parve kirine û hevdîtin pêk anîye. Kianak anî ziman ku teqez tiştekî wisa tune ye û girtî nebirine nexweşxaneyê. Kişanak destnîşan kir ku, ew teqez mudaxeleyek bi vî rengî qebûl nakin û dê li dijî wê derkevin.