Kişanak îro li Îdirê bû

Kişanak îro li Îdirê bû

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak li Îdîrê axivî û diyar kir ku berpirsiyarên komkujiya Robosiyê Serokwezîr û Serfermandar e û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê ya hevkariya DYE û Îsraîlê dike dibêje wan komkujiya Roboskiyê li ser navê gelê tirk kirin. Divê gelê tirk li hemberî vê yekê serî hilbide."

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak di çarçoveya gera Serhadê d li Îdîrê axivî. Kişanak û heyeta pêre serê sibê ji Bazîdê bi rê ketin û çûn Îdîrê. Kişanak û heyeta pêre berê li navenda bajar geriyan piştî re çû avahiya BDP'ê ya Îdîrê.

Li ber avahiya BDP'ê Kişanak ji aliyê gel ve hate pêşwezîkirin. Li vir berê Serokê Rêxistina BDP'ê ya Îdîrê Salîh Tikiz axivî û pişt re Parlementera BDP'ê ya Îdîrê Pervîn Buldan axivî û diyar kir ku gelê kurd tu caran serî li hemberî hikûmeta AKP'ê serî natewîne

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî diyar kir ku hilbijêrên demokrasiya Tirkiyeyê di girtîgehan de ne û silav ji Şaredarê Îdîrê yê girtî Mehmet Nurî Guneş re şandin û wiha got: "Gele kurd teqez tawîzan ji têkoşîna ziman, çand, nasname û rûmeta xwe nade. Di dîrokê de tu dîktator edebî nebûn e. Hikûmeta AKP'ê jî dê winda bibe." Kişanak, anî ziman ku riya aştiyeke rast li hemberî sekana gelan a bi hev re dijîn rûmet e. Kişanak, da zanîn ku azadiya kurdan azadiya Tirkiyeyê ye. Kişanak, bilêv kir ku Xweseriya Demokratîk ewlehiya hemû gelan e û wiha axivî: "Derewên AKP'ê gelê kurd naxapîn e. Berpirsiyarên komkujiya Roboskiyê Serokwezîr û Serfermandar e. Hikûmeta AKP'ê ya tevkariya DYE û Îsraîlê dike dibêje wan komkujiya Roboskiyê li ser navê gelê tirk kirin. Divê gelê tirk li hemberî vê yekê serî hilbide."

Piştî axaftina Kişanak Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Sirri Sakik bertek nîşanî polîsên qemera dikêşan da. Pişt re Kişanak û heyeta pê re şaredarî ziyaret kirin û ber bi Qersê ve bi rê ket.