Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak li navçeyên Kop, Tîl û Milazgirê bi gel re hate civiya. Kişanak, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 10 meh in di tecrîdeke gelek giran de ye û wiha got: "Ne keştî niyeta Serokwezîr û Wezareta Dadê xerabe ye." Kişanakê got; “Em ziman, nasname û Kurdistana Xweser nakin amurê bazariyê. Ev sedema hebûna gelê me ye.”
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, di çarçoveya gera Serhatê de navçeyên Mûşê ziyaret kirin. Parlementerên Sirri Sakik û Pervîn Buldan û Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê Cîhan Sincar bi Kişanak re digerin.
Kişanak û heyeta pêre serê sibê li Balafirgeha Mûşê hatin pêşwezîkirin û piştre Rêxistina BDP'ê ya Tîlê ziyaret kir. Kişanak li vir bi welatiyan re sohbet kir. Pişt re Kişana bi konvoyeke qelebalik ber bi naçveya Kopê ya Mûşê ve bi rê ket.
Gava karwan derbas dibû welatiyan bi çepikan karwan pêşwazî kirin. Karwan li bajaroka Lîzê ji aliyê sedan kesan ve bi sloganan hate pêşwazîkirin. Li Kopê Kişanak û heyeta pêre bi pankrat û dirûşimên "Bijî Serok Apo", "Bê serok jiyan nabe" û "Zext me bêzar nakin" hate pêşwazîkirin.
Kişanak li ber Mizgefta 700. Yilê xîtabî gel kir. Kişanak, diyar kir ku gelê kurd xwedî li ziman û çanda xwe derket û wiha got: "Kesên komkujî ji vî gelî re asayî dîtin hemû mehkum bûn. Îro tu kes dadgehên îstîklalê na parêze hemû kes lenetê lê dikin. Komkujiyên Agirî û Zîlanê di dîroka vî welatî de weke rupelek reş cih digirin. Lê gelê me her tim li hemberî vê yekê li ber xwe da. Di derbeya 12'yê Îlonê de xwestin vîna vî gelî di Girtîgehan Amedê de teslîm bigirin. Lê zarokên vî gelî yên bi rûmet mirin hilbijartin. Ji bo jiyaneke azad û bi rûmet mirin hilbijartin."
'AKP JÎ DÊ WEKE JÎTEM'Ê MAHKÛM BIBE'
Kişanak, bal kişand ser çêkirina makezagona nû û wiha axivî: "Em weke gel dixwazin li ser welatê xwe bi nasnameya xwe ya azad bijîn. Em ziman, nasname û Kurdistana Xweser nakin mijara bazariyê. Ev sedema hebûna gelê me ye. Hikûmeta AKP'ê mîrateyê dewleta yekpare ye. Ji bo em wê û polîtîkayên wê têkbibin ya ji destê me bê em dê bikin. Îro çawa darbe û JÎTEM mehkum dibe AKP jî dê mehkum bibe. Li aliyeke dibêjin werin li Meclîsê siyasetê bikin, li aliyekî kesên li ser navê gel siyasetê dikin tên girtin."
‘EV GEL DEST JI RÊBERÊ XWE BERNADE’
Kişanak, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêk tê û wiha pê de çû: "10 meh in tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê kurd Birêz Ocalan pêk tê. Hikûmete 10 mehin dibêje kêştî xerabe ye û derewan dike. Kêştî xerabe nîn e niyeta Serokwezîr û Wezareta Dadê xerab e. Dixwazin têkoşîna vî gelî di şexsê rêbertiya wî de teslîm bigirin. Çawa ki Şex Saîd û Seyît Riza darvekirin îro jî dixwazin wê yekê bikin."
Piştî axaftinan Kişanak û heyeta pê re ber bi Milazgirê ve bi rê ket.