Keya Sanay: Gelê Sûrê bi biryar e taxên xwe neterikîne

Keya Sanay biryara îstimlaqkirinê nirxand û destnîşan kir, ku gelê Sûrê bi biryar e taxên xwe neterikîne.

Keya Sanay biryara îstimlaqkirinê nirxand û destnîşan kir, ku gelê Sûrê bi biryar e taxên xwe neterikîne. Keyayê taxa Ziya Gokalp Mûhsîn Sanay, biryara îstimlaqkirinê ji ANF'ê re nirxand.

Mûhsîn Sanay, ev 17 sal in keyayê taxa Ziya Gokalp ê Sûrê ye. Sanay ku di dema dorpêçiyê de cihe keyatiya wî hatiye bombekirin û da zanîn, di dema qedexeya derketina derve de hemû mal û kargeh hatine xerakirin.

Sanay got, "Li taxên derketina derve lê hat qedexekirin, mala deriyê wê nehatiye şikandin nîne. Dikan ne di nav de, 876 xanî hene û hemû jî bi erdê re bûne yek."

Sanay da zanîn, di dema qedexeyê de ji sedî 60 ê mirovên li taxa Ziya Gokalpê diman neçar man koç bikin û got, "Temamiya şêniyên taxê mirovên xizan bûn. Bi karê boyaxê, hemaltiyê, firotina av û cixareyê debara malbatên xwe dikirin. Hemû karker bûn. Hin jê xwedî mal bûn, hin jî di kirê de bûn. Lê dorpêçiyê bandor li hemûyan kir." Sanay destnîşan kir, ku êdî temamiya şêniyên taxê li taxên cuda yên Amedê di kirê de ne.

EM Ê LI VÊ MALÊ BIMIRIN, LÊ EM JÊ DERNAKEVIN

Keya Sanay da xuyakirin, ku ji sedî 55 ê mirovên di dema qedexeyê de koç kirin li taxên xwe vegeriyan e, lê belê vê carê bi biryara îstimlaqkirinê hejiyan e. Sanay diyar kir, gelê Sûrê bi biryar e taxên xwe neterikîne û got, "Piştî ku biryara îstimlaqkirinê hat dayîn, rojane herî kêm 40 kesên ji taxê hatin cem min û endîşeyên xwe yên ji ber siberojê parve kirin. Gelê me li dijî biryara îstimlaqkirinê ye. Têkildarî siberoja xwe bi fikar e. Dibêjin, 'em ê li vê malê bimirin, lê dernakevin. Eger pêwîstî pê hebe em ê kon vedin, lê em ê cih û warên bav û kalên xwe pêşkêşî kesî nekin'."

Sanay da xuyakirin, ku weke keyayekî ew jî li dijî vê hewldanê derkeve û got, "Ez bi xwe jî li nava Sûrê ji dayik bûm. Ciwantiya min, zewaca min, karê min, hostatiya min hemû li Sûrê pêk hat. Nabe ez vê derê biterikînim. Çend roj berê, ji bo sê roja çûm Stenbolê, lê mîna ku 50 salan dûrî Sûrê me min bêriyê kir. Hezkirina me bi vî rengî ye."

Sanay herî dawî destnîşan kir, ku Sûr dilê Amedê ye û ew ê ti carî nehêlin ev dil bisekine.

...