Li navçeya Pulurê ya Dêrsîmê ji ber operasyonê ketin û derketina navçeyê hate qedexekirin.
Operasyona li herêma Geliyê Sal, gundê Torunobal û Kaniya Firtina Velî yên li ser riya naçveya Pilûrê ya Dêrsimê hatibû destpêkirin bi berfirehî berdewam dike. Ber bi herêma operasyonê ve gelek leşker tên veguhestin û li Geliyê Mûnzûrê gelek wesayîtên zirxî hatine bicih kirin.
Li navçeya Pilûrê jî serê sibê ji aliyê leşkeran ve ketin û derket hate qedexekirin. Hemû wesayîtên dixwazin bikevin navçeyê paşve tên vegerandin. Li navenda navçeyê jî destûra wesayîtan nadin derbikevin. Li navçeyê rewşekî awarte heye û operasyon berdewam dike.