Ketin û derketina 5 gundên Şemzînanê hatin qedexekirin

Ketin û derketina 5 gundên Şemzînanê hatin qedexekirin

Piştî ku wesayîtên amûrên leşkerî dibirin qereqola Bêzelê hatin şewitandin operasyonên berfireh hatin destpêkirin. Ketin û derketina riyên 5 gundan hatin qedexekirin.

Piştî ku 3 wesayîtên erzaq dibirin tabûra Bezelê hatin şewitandin li herêmê bi tevlîbûna bi hezaran leşkerî operasyon hat destpêkirin. Di çarçvoeya operasyonan de ketin û derketina 5 gundan hat qedexekirin. Gelek leşkerên perwerdeya taybet dîtine jî sewqî herêma operasyonê kirin.