Keskîn: Ez îfadeyê nadim polîsan
Roja ku bi ser Ozgur Gundemê de girtin, bi ser mala Keskîn de jî girtin lê ji berk u ew ne li malê bû nehate binçavkiri. Keskîn ji ANF’ê re axivî.
Roja ku bi ser Ozgur Gundemê de girtin, bi ser mala Keskîn de jî girtin lê ji berk u ew ne li malê bû nehate binçavkiri. Keskîn ji ANF’ê re axivî.
Rêveberê Weşana Giştî yê berê yê Ozgur Gundemê Eren Keskîn ku bi ser mala wê de jî girtibûn vê hefeya were roja Sêşem an jî Çarşemê wê biçe dozgeriyê û îfadê bide. Lê dozgeriyê berê Keskîn da polîsan. Parêzer Keskîn jîg ot, ‘’Ez îfadê nadim polîsan’’
Parêzer Keskîn ji ANF’ê re axivî.
Keskîn ji bo piştvaniya li Aslî Erdogon, Endamê Desteya Şêwirmend a Rojnameyê ku hatibû girtin, tevlî çalakiyê bûbû, got, bi ser mala wê de girtine, ku di malê de ew û diya xwe dimînin û wê demê jî ew li Amedê bûye. Keskîn wiha axivî: ‘’Biryara bi ser de girtina man ji bo wan kesan e ku di Ozgur Gundemê de kunyeya wan heye. Ev 6 meh in kuneyeya min nîn e. Lê bi ser min de jî hatin. Li mala diya min geriyan. Ez wê rojê li Amedê bûm lê bi balafira pêşî vegeriyam. Parêzerê rojnameya me Ozcan Kiliç her roj diçe dozgeriyê û dipirse, ‘’ji bo îfadeya Eren em kengî werin?’’ Dozger jî tim dibêje, ‘’îro, sibe’’ Heftiya pêş me roja Sêşem an jî çarşemê em ê biçin dozgeriyê da ku îfadê bidin.’’
‘EZ ÎFADÊ NADIM POLÎSAN’
Keskîn got, dozger gotiye, ‘’weke vir jî ez îfadê nastînim, bila biçe cem polîsan’’ û diyar kir,’’Ez îfadê nadim polîsan. Min bişînin jî nadim. Lê dozger gotiye ew ê wê radestî polîsan bike.’’
‘HIQÛQ NÎN E’
Keskîn got, di lêpirsînda dawî de dozger berê wê rasterast daye polîsan û wiha axivî, ‘’Tiştekî bi navê hiqûqê nîn e. Hiqûqparêzî niha têk çûye. Ti tişt ne hiqûqî ye. 5 rojan neaxivîne bi parêzer re jî ne hiqûqî ye. Ji bo vê jî tiştekî ku bi hiqûqê vebêjim nîn e. Ku dozger bibêje, ‘’ez ne rayedar im’’ jixwe li holê kêşeyeke heye. Heke dozgerê ku lêpirsînê bi rê ve dibe,bibêje, ez ne rayedar im naxwe rayedar hine din in.’’
’
‘DIXWAZIN FETO Û TEVGERA KURD TÊKILÎ HEV BIKIN’
Eren Keskîn got êrîşên bi ser Ozgur Gundemê de ne nû ne û wiha pê de çû: ‘Lê biya min ev pêvajo cihê ye. Hikûmet dixwaze têkiliyê di navbera hevkarê xwe yê berê FETO û Tevgera Kurd de deyne û bi vî awayî dixwaze têgihiştinekê çêbike. Kes ji vê bawer nake. Kesê xweyî aqil bawer nake. Lê dixwazin bi civakê bidin bawerkirin. Ji bo vê jî di tvyan de dest bi weşanan kirin. Biya min operasyona bi ser Ozgur Gundemê de bi vê mebestê ye.’’