KESK li Colemêrgê amadekariyên grevê dike

KESK li Colemêrgê amadekariyên grevê dike

KESK li Colemêrgê di çarçoveya greva giştî ya dê di 23'ê gulanê de pêk tê bang li hemû kedkaran kirin ku tevlî grevê bibin.

Platforma Şaxên KESK'ê ya Colemêrgê dest bi xebatên greva giştî ya dê di 23'ê gulanê de pêk bê kirin. KESK'ê li ber Şaredariya Colemêrgê bi tevlîbûna gelek kedkaran daxuyanî da çapemeniyê. Serokê Giştî yê ESM'ê Mustafa Şenoglu, diyar kir ku piştî wan daxwazên kedkaran ji hikûmetê re ragihandin gotin "çavkaniyên budçeyê bi sînorin" û li ser vê yêkê wan biryara greva giştî ya di 23'ê gulanê de pêk bê girtin û wiha got: "Hikûmetê di dîroka komarê de yekemîn car 4 mehan de kedkarên cemaweriyê mexdur kirin. Em dixwazin hikûmet dest ji zextên hevdîtinên peymana giştî pêktîne berde. Bila tu kes li bendê nebe ku KESK dê îmzayê bavêje bin vê peymanê. Heke hikûmet guh ji daxwazên karkeran bigire em dê heta dawiyê li mafên xwe bigerin. Heke di 21'ê gulanê de lihev hatin pêk neyê em dê mafê xwe yên grevê bikarbînin îlan bikin."

Platforma Şaxên KESK'ê ya Colemêrgê dê saziyan ziyaret bikin û sêşemiyê dê belavokan belav bikin. Di 23'yê gulanê de jî saet di 10.00'an de dê li ber Şaredariya Colemêrgê bê cem hev ber bi Defterdariya Colemêrgê ve bimeşin.