Li Amedê BDP Û KCD’ê xwestibû l Qada Îstasyonê mîtîngek hevpar pêk bîne, lê rejîma AKP’3e ev mîtîng qedexe kir. Piştî hate qedexekirin di encama şîdeta polîsan de 87 kes hatin binçavkirin û îro ew derxistin dozgeriyê. Hate hînbûn kar û barê wan yên dozgeriyê didome.
Di nava kesên hatibûn binçavkirin de zarok jî hebûn û gelekên wan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Kesên serbest hatin berdan jî serî li ÎHD a Amedê dan.
ÎHD’ê da zanîn ku di nava kesên hatine binçavkirin de 60 kes birîndarin û kesên rastî şîdeta polîsan hatibûn jî şandin TÎHV’ê
Bendewariya malbatan a li ber edliyê didome.