Hat îdîakirin ku 100 gundiyên ber bi herêma pevçûnê ya di navbera gundên Dêrxust û Sîsê de berdewam dike dimeşin ji aliyê leşkeran ve rastî gulebaranê hatine. Serokê BDP'a Lîceyê Harun Erkuş diyar kir ku ew derbasî herêma pevçûnê bûne lê di bin topên hewanê û guleyên leşkeran de dimeşin.
Li gorî nûçeya DÎHA’yê, piştî ku ji vê sibê û pê de herêma daristanî ya di navbera gundên Dêrxust û Sîse de helîkopterên leşkerî bombeyan kirin welatî derbasî herêma pevçûnê bûn.
Rêvebirên BDP'a Lîceyê jî di nav de gelek kesên ku xwestin biçin herêma pevçûnê ji aliyê leşkeran ve hatin rawestandin. Lê welatiyên ku di çûnê de israr kirin gihîştin herêma pevçûnê. Welatiyan şewata ku li herêmê derketiye vemirandin rastî topên hewanê hatin.
Serokê BDP'ya Lîceyê Harun Erkuş diyar kir ku ew bi 100 kesî re çûne herêma pevçûnê lê ji aliyê tîmên tevgera taybet ve hatine rawestandin. Erkuş got; "Em bi derfetên xwe çûn herêma pevçûnê û me mûdaxaleyî şewata herêmê kir. Dema ku em derbasî herêma pevçûnê bûn leşkeran topên hewanê avêtin me. Jiyana me di xetereyê de ye. Lê em bi biryar in ku li herêmê bimînin. Heta pevçûn nerawestin em ê vê herêmê neterikînin."