Kesek li Wanê hate binçavkirin

Kesek li Wanê hate binçavkirin

Li Wanê duh şev di encama serdegirtina mala kesê bi navê Velî Aytekîn yê li taxa Suphan dimîne de, Aytekîn hate binçavkirin.

Duh di demjimêrên şevê de di ser mala hemwelatiyê binavê Velî Aytekîn de ya li Taxa Supha ya Wanê de girtin. Di serdegirtinê de dest danîn ser pirtûk û wêneyan, her wiha di encama lêgerînan de Aytekîn jî hate binçavkirin. Aytekînê ku sedemê binçavkirina wî nehate zanîn, birin Miduriyeta Polîsan ya Wanê.