Li Qersê welatiyê bi navê Recep Ozen yê hatibû binçavkirin bi îdîaya "Propagandeya rêxistinê kir" hate girtin.
Li Qersê welatiyên bi navê Mahsun Ozen û Recep Ozen bi hinceta di çalakiya di 30'ê cotmehê de pankrat hilgirtin hatin binçavkirin. Piştî îfadeyên li Midûriyeta Polîsan ya Qersê Mahsun Ozen serberst hate berdan û Recep Ozen jî sewqî dozgeriyê hate kirin. Piştî îfadeyên dozgeriyê Ozen sewqî dadgehê hate kirin û bi îdîaya "propagandeya rêxistinê kir" hate girtin.