BI DÎMEN

Kerkûkiyan gotin êdî ew dîlbûna Rêber Apo nema dikarin ragirin

Helwestên li hemberî tecrîda dewleta Tirk a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dikin. Kerkûkiyan gotin, ‘’Êdî em tecrîdê û dîlbûnê nema radigirin’’

Kerkûkiyan bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan, diyar kirin ku divê gelê Kurd li hemberî tecrîdê li qadan bin.

Lawen Hacî, Selahattîn Salet, Shanga Abdullah ji ANF’ê re axivîn.

Lawen Hacî anî ziman ku li hemberî tecrîda li ser Ocalan divê hemû gelê Kurd rabe ser piyan û wiha pê de çû, ‘’Bê guman li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo em weke ciwan û jin em derketin kolanan û me berteka xwe nîşan da. Derketina qadan û nîşandana bertekê ne tenê peywira beşekî civaka Kurdan e. Divê em hemû bi hev re derkevin kolanan û berteka xwe nîşan bidin. Ji bo ku em vê nakin dewleta Tirk a faşîst dawî li polîtîkaya tecrîdê û dîlgirtinê bernade. Xwedîderketina li Rêber Apo peywira herî sereke ya hemû Kurdan e. Em ê helwesta xwe bi çalakiyên cihê diyar bikin. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û partiyên siyasî jî divê li qadan dengê xwe derxînin. Ji ber ku dewleta Tirk a faşîst dijminatiyê bi hemû Kurdan re dike.’’

 ‘MIFTEYA ÇARESERIYÊ BI RÊBER APO RE YE’

Siyasetmedarê Kerkûkî yê bi navê Selahattîn Saley jî diyar ku Ocalan mifteya çareseriyê ye, ji bo pirsgirêkên ku li Rojhilata Navîn têne jiyîn û wiha got:‘’Em wekî Hizbî Zehmetkêşan polîtîkaya dewleta Tirk a tecrîdê bi tundî şermezar dikin. Em weke peywireke netewî dibînin ku li hemberî vê tecrîdê derkevine qadan. Li hemberî vê tecrîdê, di serî de hikûmeta Başûrê Kurdistanê, em bang li hemû partiyên siyasî dikin ku xwe tevlî nav vê peywira pîroz bikin. Ji ber ku Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelan ronkahiya hêviyê ye. Gelên Rojhilata Navîn, bêyî Ocalan nikare ji vê pêvajoya kaosî ya derkeve û bigihije çareseriyê. Tirkiye û welatên din ên cîran ger ku dixwazin ji vê krîza ku dijîn derbikevin, mifteya van krîzan bi Rêber Apo re ye. Di serî de gelê Kurd, hemû derdorên demokratîk divê ji bo Rêber Apo derkevin kolanan û dengê xwe bilind bikin.’'

 ‘EDÎ EM DÎLBÛNÊ NEMA RADIGIRIN’

Shanga Abdullah jî diyar kir ku êdî ew tecrîda girankirî ya dewleta Tirk ku li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan dimeşîne, nema dikarin ragirin û wiha wiha anî ziman: ‘’Li hemû deverên ku Kurd lê dijîn, li hemberî tecrîda dewleta Tirk a ku li ser Rêber Apo dimeşîne, çalakiyan dikin û li qadan in. Em jî weke Kerkûkiyan, hem bi mebesta nîşandana desteka xwe ya ji bo van çalakiyan, hem jî ji bo ku em bibêjin, weke Kurdên Başûrî ew polîtîkayên dewleta Tirk qebûl nakin, ji bo du rojan me çalakî li dar xist. Divê hemû Kerkûkî piştevanî bidin çalakiya me. Ji ber ku Rêber Apo nirxê me yê hevpar e. Heya ku Rêber Apo ji girava Imraliyê azad nebe, ku bi polîtîkaya rehîngirtinê li wir e, divê çalakî berdewam bin. Em weke ciwanan, dîlbûna Rêber Apo nema radigirin, em ê çalakiyên xwe bidomînin.’’