Kerkûkî: Divê armanca her Kurdekî azadiya Ocalan be
Çalakiya nobedê ya li Kerkûkê, ku ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin û wê 2 rojan dewam bike, roja xwe ya destpêkê bi çalakiyên cihêreng qedand.
Çalakiya nobedê ya li Kerkûkê, ku ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin û wê 2 rojan dewam bike, roja xwe ya destpêkê bi çalakiyên cihêreng qedand.
Kerkûkiyan dan xuyakirin, ku Ocalan nirxê hevpar ê Kurdan e û ji her kesî xwest, ji bo azadiya wî tevlî çalakiyan bibin.
Çalakiya nobedê ya li Kerkûkê, ku ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin û wê 2 rojan dewam bike, roja xwe ya destpêkê bi çalakiyên cihêreng qedand.
Çalakî ji aliyê Tevgera Civaka Azad a Kurdistanê, Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (REJAK) û Komeleya Ciwanên Welatparêz a Kurdistanê ve tê organîzekirin û li Parka Xeyyam a li nêzî Keleha Kerkûkê tê lidarxistin. Çalakiya ku duh danê sibehê bi dayîna daxuyaniya çapemeniyê destpê kir, gelekî bala Kerkûkiyan kişand. Di nava rojê de hejmareke zêde şêniyên bajêr çûn serdana konê nobedê. Danê êvarê jî li ser jiyana Ocalan û sîstema Îmraliyê sînevîzyon hat nîşandan.
LI DIJÎ TECRÎDÊ, TÊKOŞÎNA BI RUHÊ NETEWEYÎ ŞERT E
Kerkûkiyên beşdarî çalakiya nobedê bûn ji ANF’ê re axivîn û gotin, „Pêwîste em bi ruhekî yekîtiya neteweyî têbikoşin û ne tenê tecrîdê bişikînin, di heman demê de Rêber Apo azad bikin.“
Brwa Dilşad got, „Bêguman şermezarkirina tecrîdê ne wezîfeya bi tenê beşek ji Kurdan e. Divê em hemû bi hev re dakevin qadan û nerazîbûna xwe nîşan bidin. Heta em vê nekin, wê dewleta Tirk a faşîst tecrîdê û polîtîkaya xwe ya dîlgirtinê neterikîne. Xwedîderketina li Rêber Apo erka bingehîn a her Kurdekî ye.“
Dilovan Ekrem diyar kir, bandora pêvajoya kaotîk yekser li ser tecrîdê heye û got, „Ji ber ku hêzên desthilatdar û dewletên netewe nîşan dank u di nava rewşa heyî ya kaotîk de nikarin tiştekî bidin gelan. Li hemberî vê rewşê, sîstema neteweya demokratîk a Rêber Apo serketî ye û em dibînin gel xwedî lê derkeve. Lewma tecrîd hatiye şidandin. Di serî de gelê Kurd divê hemû hêzên demokratîk dakevin qadan ji bo Rêber Apo dengê xwe bilind bikin.
RÊBER APO NIRXÊ ME YÊ HEVPAR E
Belên Faris bibîr xist ku li her devera Kurd lê ne, çalakiyên li dijî tecrîda li ser Rêber Apo tên lidarxistin û got, „Gel li qadan e. Weke gelê Kerkûkê em jî hem ji bo destekkirina vê çalakiyê, hem jî nîşan bidin ku em weke Kurdên Başûrî van polîtîkayên dewleta Tirk qebûl nakin, tevlî çalakiyê bûn. Em li bendê ne ku Kerkûkî hemû destekê bidin çalkiya me. Ji ber ku Rêber Apo nirxê neteweyî yê hevpar e.“
Çalakiya nobedê wê îro jî bi çalakî û xwepêşandanan dewam bike.