BI DÎMEN

Kerîme Kulter: Dewlet bila kurê min bide

Kerîme Kulter a ku behsa kurê xwe dike, diyar kir ku rûyê kurê wî her tim li azadiyê bû û wiha got: “Kurê min ji bo azadî û demokrasiyê têkoşîn kir. Dewlet bila kurê min bidie min.”

Hêzên dewletê li Şirnexê li hember îlankirina xwerêveberiyê êrîşên xwe dijwar kir û gel ji cihê wan derkirin û Rêbeberê DBP’ê yê Şirnexê Hûrşît Kulter ji aliyê çeteyên Qesrê ve hate binçavkirin, ji 27’ê Gulanê ve ti agahî jê nayê girtin. Tevî hemû hewldanên malbat û rayedarên DBP’ê û daxwazên raya giştî ji Kulter ê ku hate binçavkirin ev 72 roj in ku agahî jê nayê girtin û dewlet vê yekê jî qebûl nake, her roja ku diçe fikarên têkildarî Kulter zêde dibin.

Kerîme Kulter têkildarî rewşa Kurê xwe Kûlter û têkoşîna we ji ANF’ê re axivî , diyar kir ku li bendê ye ku lawê xwe hembêz bike.

“RÛYÊ WÎ TIM LI AZADIYÊ BÛ”

Dayîka Kerîme wiha got: “Hûrşît, mert, parveker,alîkar û humanist bû. Hûrşît tim li gel min bû, pir nêzîkî min bû, di her alî de alîkarî dida min. Hûrşît dema ku biçûk bû, her sibehê bi xwe cil û bergên xwe li xwe dikir û digot: ‘Bila dayika min şiyar nebe bi karê min ve newest e’.”
Kerime ana, bazen de Hurşit’in kendisinden önce uyanarak işe giden babası ve kardeşlerine kahvaltı hazırladığını hatırlatarak, Hurşit’in emekçi ve içinde taşıdığı yoğun hümanizmaya dikkat çekiyor. 

 “TÊKOŞÎNA DIBISTANA AMADEYÎ VEGOT”

Dayika Kerîme destnîşan kir ku Hûrşît di demê xwendina xwe ya Amadeyî de bi têkoşîna azadiyê re kete nava tevgerê. Dayika Kerîme wiha anî ziman: “Piştî ku kete nava xebatan êdî nema zû hate mal, tevî ku bi salan li gel min bû, di carekê de ez tenê ma, min pir zorî kişand, lê piştî têkoşînê dîtina wî ez pê aram û keyfxweş bû.”

“JI DOZA KCK’Ê HATE GIRTIN”

Dayika Kerîme da diyarkirin ku di bin navê doza KCK’ê de di operasyonên qirkirina siyasî de hate giritin, 5 salan hate girtin. Piştî sala 2014’an de hate berdan û şûn de ji ber nexweşiyên ku li girtîgehê kete demekê dirêj tedawî dît, piştî tedawiyê rêya têkoşînê demokratîk dewam kir.”

“EZ LI BENDA KURÊ XWE ME….”

Dayika Kerîme xûya kir ku çeteyên dewletê li hember berxwedan xwerêveberiyê ya Şirnexê êrîşên hov dan meşandin. Dayika Kerîme bi bîr xist ku kurê wê weke siyasetmedarekî li gel têkoşîna gelê Kurd cih girt û di 27’ê Gulanê de ji aliyê çeteyên Qesrê ve hate girtin û ev 73 roj in ti agahî jê nehatiye girtin. Dayika Kerîme wiha anî ziman: “Windakirina kurê min ji bo me êşekî pir mezin e. Her roj vê êşkencê dikişînim. Ne tenê kurê min birin agir bi mala min xistin. Lê dîsa jî aştiyê dixwazim, bila êdî ti kes din neyê kuştin. Tevî hemû tiştî hê min hêviya xwe winda nekiriye, çav li rê li benda kurê xwe me.”

SPASIYA ÇALAKVANÊN KU DIBÊJIN ‘HÛRŞÎT KULTER LI KUYE’ DIKIM

Dayika Kerîme Kulter spasiya hemû çalakvan û xwepêşandarên ku di çarçoveya çalakiyên ku ‘Hûrşît Kulter li kûye’ dikim. Dayika Kerîme wiha zaxivî: “Ji bo kurê min bi hezaran kes li ser lingan e, ez dûbare rêzdariya xwe ji wan re dişînim. Ji min zêdtir xwedî li Hûrşît derketin.

“DEWLETÊ KURÊ MIN BIRIN; BILA BIDIN MIN”

Dayika Kerîme destnîşan kir ku çeteyên Qesrê kurê wê girtine û ev yek bi awayekî zelalî derket holê û wiha pê de çû: “Ev bû 72 roj, dewletê kurê min girtiye. Dixwazin di bin çavan de winda bikin û dibe ku qetil jî kiribe. Ez dixwazin ku kurê min sax û bi tendirust bidin min.”

 

...