Keleha Hewlêrê dîrokê vedibêje
Keleha Hewlêrê di wî temenê xwe yê dirêj de gelek xweşî û nexweşî dîtine. Bedenên kelehê bi şopên van bûyeran tije ne. Ew laşê ku bajarê Hewlêr jî pêk tîne, bêguman navenda dilê tevahî Hewlêriyan dagir dike.
Keleha Hewlêrê di wî temenê xwe yê dirêj de gelek xweşî û nexweşî dîtine. Bedenên kelehê bi şopên van bûyeran tije ne. Ew laşê ku bajarê Hewlêr jî pêk tîne, bêguman navenda dilê tevahî Hewlêriyan dagir dike.
Keleha Hewlêrê di wî temenê xwe yê dirêj de gelek xweşî û nexweşî dîtine. Bedenên kelehê bi şopên van bûyeran tije ne. Ew laşê ku bajarê Hewlêr jî pêk tîne, bêguman navenda dilê tevahî Hewlêriyan dagir dike. Gelê Hewlêrê şanazî û serbilindiyek mezin bi keleha Hewlêrê dike.
Keleha Hewlêre girek bazinî û rûrast e. Rûpîvana wê 102 hezar û 190 m2 ye û di nîvê bajarê Hewlêrê de cih digire. 415 metreyan ji asta rûyê deryayê bilindtire û 26 metre û 25 cm ji asta rûyê bajarê Hewlêrê bilindtire. Li hinek cihan ev bilindahî nêzîkî 30 metreyan e. Hinek nêrîn hene ku dibêjin, Keleha Hewlêrê ji ya niha bilindtir bû. Di sala 216’an de Împaratorê Romayê Kirakla di dema êrîşa li ser Tifsûnêde ji Hewlêrê derbas bûye girê kelehê li vir goristana şahên farisan ên li vê derê rûxandiye û hestiyên miriyên wan derxistine. Kele ha Hewlêrê ya kevin di sala 2005’an de ji aliyê UNESCO ve wekî yek ji 100 şûnewarên cîhanê yên herî girîng hatiye destnîşankirin ku pêwîste wekî bermayek mirovahiyê bê parastin.
Der barê Kelhê ku li naverasta deştek mezin de cih digire gelek tişt tên gotin. Hinek dibêjin, Asuriyan ji bo parastinê keleh bi dîlên şer daye çêkirin. Lê zanyarê Amerîkî Edward Kebîra ku pisporê Zanîsta Asûriyane û li Zanîngeha Şîkagoyê dersan dide, der barê mijarê de van tiştan dibêje: “Di Iraqa niha de hinek bajar hene ku heta niha xelk têde dijîn ku li ser gund û bajarê kevin çêkirine. Ji wan jî bajarê Hewlêr û bajarê Kerkûk e. Li ser vî girê kevin çendîn şûnewarên şaristaniya kevin têde cihên xwe digirin. Yekemîn bi Sumeriyan destpê dike û piştre jî serdemên Babîl, Fars, Yewnanî, Pers, Sasanî û Îslam tên. Ango bajar bixwe her maye, lê xelkê li ser hatiye guhertin. Yanî ev şûnwar encama çendîn şaristaniyên beriya xwe ye û her carekê ji ber sedema hinek karesatan hilweşiyaye. Piştre jî gel li ser şaristaniya kevin yeka nû ava kirine.
Ne tenê girê Kelha Hewlêr heye, bi dehan girên bi heman şêweyî li vê deşta fireh û mezin a Hewlêr serî bilind dikin. Belgeya herî aşkere û baş Girê Qalinc Axa ye ku çend kîlometreyan ji kelhê dûre û nêzîkî 7 metre ji rastgeha li jêra xwe bilindtir e. Li gorî lêkolîna ku di sala 1965’an de, derketiye holê ku ev girdi salên B.Z. 5000-4000’an ava bûye (Di serdema Helef Ûbîd û Ûrka) û B.Z. 3000’an de hilweşiyaye.
Her wiha di lêkolînê de hat dîtin ku ji 7 tebeqeyan pêk tê û her tebeqeyek bermayê şaristaniyekê ne. Bi dehan tişt û parçeyên kevnar; peykerên zindiyan, cil û bergên cur bi cur têde hatine dîtin û ev hemû didin îspatkirin ku ev gir berê hebûne. Mirovên gelekî jêhatî ev bikar anîne û karîbûn jê sûd bigirin.
Temenê Kelha Hewlêr bi temamî nediyare. Lê, di nivîsên Paşayê Sumerî Şolkî de hatiye ku li dewrûberê B.Z. 2000’î binavê (Urbîlîm-Urbilum) hebûye. Lê belê beriya wê û di serdema Akadiyan de 3350-2150 B.Z. di dema paşayê wan ê yekem Sargonê Akadî de û di dema êrîşa wî ya ber bi Bakur ve ji bo têkbirina Gutiyan û firehkirina împaratoriya xwe di Hewlêrê re derbas bûye, behsa Hewlêrê kiriye.
Êdî ji wê dîrokê û şûn ve di tevayî serdeman de behsa Hewlêrê hatiye kirin ku dibêjin Hewlêr, ango Kelh. Ji ber ku heta sala 1190’an dema Sultan Muzefereddîn dibe Fermanrewayiya Hewlêrê û di dema 42 salên Fermanrewatiya Hewlêrê de gelekî pêş dikeve û di vê demê de beşa jêra Hewlêrê(ji derveyî Kelhê) çêdibe. Li gorî nexşeyeke sala 1233’an ango salek piştî koça dawî ya sultan li jêra Kelhê du dibistan, du mizgeft,Bazara Qeyserî û beşek Taxa Xaneqa hebû û ev hemû jî bi şûreyeke dirêj hatiye dûrdayîn ku sê dergehên wê hebûn. Wê demê 3 km2 bû û pirraniya pêşketina wê berbi Başûr û Başûrê Rojava ve bû. Û ev her sê dergeh jî berbi wê derê ve bûn.
JI SÊ DERGEHAN PÊK DIHAT
Dergeha yekem ber bi Rojhilatê Bakur li Taxa Xaneqa. Dergeha duyem berbi Başûr ve nêzîkî Goristana Şêx Mihemed Xorasanî. Dergeha sêyem berbi Rojava nêzîkî Minareya Çolî li ser rêya kevin a Mûsilê.
Piştî mirina sultan ji ber êrîşên Mogoliyan ên hovane Hewlêr dubare biçûk bûye û xelk ji ber êrîşan dîsa di Kelhê de kombûye.Duyemîncar pêşketina bajar ji kelhê dûr, di dema Mîrîtiya Soran de pêk hatiye, di salên 1822-1836’an de. Wê demê gel êdî dikarîbû ji derveyî kelhê û di beşa jêr de xaniyan çêbikin. Mîster Rîc ê hemwelatiyê Brîtanî dema di sala 1820’ande ji Bexda diçe bajarê Hewlêrê wiha dibêje; “Bajarê Hewlêrê dikeve Başûrê girê destçêkirî (ango Kelhê) ku yek serşo(hemam),çend xanî û bazar têde ne û beşek ji bajar jî dikeve ser gir ku jêre dibêjin Kelh. Li gorî vê em dibînin ku di wê demê de beşa jêr jî hebû.
Monşiyê Bexdadî Seyîd Mihemedê Kurê Seyîd Ehmed Huseynî ku Sekreterê Rûniştvanên Brîtanî bû li Bexdayê dema di sala 1822’an de tê Hewlêrê dibêje; “Li kelhê nêzîkî 1000 mal hene û li jiderveyî kelhê jî 4000 mal hene û tevayî xelkê Hewlêrê Mislimanin û ji mezheba Şafîîne.
Hewlêrê di serdema desthilatdariya mîrîtiyên Kurd ên Baban û Soran de pêş ket. Mîrîtiya Soran di serdema Mîr Mihemed Paşayê Rewandizî dedi li sala 1818’an daxwaza serxwebûna mîrîtiya xweji Împaratoriya Osmanî dike û di 20’ê Remezana 1822’an de bi artêşeke ji ciwanên êlên Xoşnaw,Surçî, Zirarî û Korê tê Hewlêrê û piştî ku bi zanayên olî yên bajar re li hev dike, bajêr ji destê dagirkerên Osmanî rizgar dike.
TENÊ JI KELHÊ PÊK DIHAT
Dema vedigerin sedsala beriya vê bûyerê em ê bibînin ku di sedsala 18’emîn de Hewlêr tenê ji kelhê pêk dihat. Di sala 1766’an de Nîppurdi serdana xwe ya Hewlêr de dibêje: “Kelhe bêsûr e, lê xaniyên ku di nav kelhê de hatine çêkirin pirr bi hev ve ne û nêzîkî hevdu hatine çêkirin. Bi endazyariyeke wisa hatiye çêkirin ku kes nikare bikeve nav kelhê bê ku di deriyê destpêkê re derbas bibe.
Nîppur di berdewama axaftina xwe de dibêje; “Her çi qasî di aliyê jêr de çend malne bi rêkûpêk û kirêt hatibin çêkirin jî bajar ji kelhê pêkhatiye. Guman têde nîne ku serdana Nîppur piştî êrîşa Nadir Şah a li ser Hewlêrê ye ku di sala 1732’yan de bi qasî 60 rojan ambargo datîne ser kelhê. Bi vê ambargoyê re xelkê Hewlêr dişikê û di dagirkirina Hewlêr de kelhe zerar û ziyaneke mezin dibîne. Deriyê kelhê û sûrên kelhê tên hilweşandin.
SÊ TAXÊN WÊ HEBÛN
Sera: Ji ber ku Saziyên Mîrîtiyê têde hebûn, ev nav lê hatibû kirin.
Tekiye: Ji ber kuTekiyeya Şêx Şerîf têde hebûn, ev nav lê hatibû kirin.
Topxane: Ji ber ku top û cebilxane têde hebûn û li beramberî bajarê Mûsilê bû ev nav lê hatibû kirin.
Pêwîste, bê zanîn ku heta salên 1970’î her sê taxên xwe kelhê (Sera, Tekiye, Topxane) weke taxên Hewlêrê dihatin jimartin. Lê piştî firehbûna bajar û çêbûna taxên nû ku jimara rûniştvanên wan ji 20-30 hezar kesan zêdetir bû û piştî serjimêriya sala 1977’an de kelhe bi temamî weke taxekê hat hesibandin û navê wê jî wek Kelh ket meriyete. Hejmara rûniştvanên wê jî 3602 kes bûn.
JI QONAXÊN GIRÎNG DERBAS BÛ
Qonaxa tevayî bajar; ango di wan demên ku bajarê Hewlêrê tenê ji Kelhê pêk dihat. Ev jî B.Z. 2000 heya sala 1233’yan P.Z. Qonaxa beşa mezin a bajar; ew dema ku beşa mezin a bajêr Kelhe bû, ew jî ji sala 1233’yan heya sala 1916’an e. Qonaxa taxek biçûk ya bajêr; dema ku bajarê Hewlêr li jêra Kelhê mezin bû. Ev jî ji sala 1916’an heya sala 2006’an.
SUMERIYAN ÇÊKIRIYE
Li gorî lêkolîneran temenê Kelha Hewlêrê 6000 sal e.Ev kelhe ji aliyê Sumeriyan ve hatiye çêkirin û piştî wan bi dehan netewe û şaristanî li ser vê kelhê jiyane. Di wê dema dirêj de kelheji bo çendîn armancan hatiye bikaranîn.
Navenda Perestinê (perestgeh); ev jî di serdema Aşûriyan de bû, tê dîtin ku perestgeha xwedawenda Îştar bû (xwedawenda ceng û serketinê) û bi vê armancê padîşahên Aşûriyan heca xwe li Kelha Hewlêrê dikirin û şevên ku beriya êrîşên mezin bikin ser dijminên xwe li Perestgeha Îştar a Hewlêr radizan û piştî serketinên xwe dîlên xwe ber bi Hewlêrê ve dianîn.
Aşûr Nasir Bal (885-860 B.Z) pirr ji Hewlêrê hez dikir û Hewlêr weke bajarê xwe bi nav dikir. Piştî hatina wî ya Hewlêrê û mayîna wî ya li Perestgeha Îştar çû welatê Xildiya û padîşah Kîrxî darve kir û laşê wî bi dîwarên Kelha Hewlêrê ve daleqand.
Padîşahê Senhariye (705-681 B.Z.) heca xwe li Hewlêrê kiriye û bi rêya coyekê bi dirêjiya 20 km av ji Bestorê aniye Kelha Hewlêrê. Yekemîn projeya avdaniyê di cîhanê de li vê derê hatiye çêkirin û piştre Aşûr Banîpal di sala 669-626’an deB.Z. piştî daxwaza serketinê ji Îştara Hewlêrê û piştî serketina êrîşa ser paytexta Îlamiyan Aşûr padişahê Îlamiyan Ti Aman dikuje û serê wî bi dîwarên Kelha Hewlêrê ve dadilqîne û tevayî dîlan jî tîne Hewlêrê û li ber çavên malbata xwe di roja Xwedawenda Îştar de li jêra dîwarên kelhê bi awayekî zindî kevil dike û weke qurbaniyekî pêşkêşî Xwedawenda Îştar dike. Li aliyekî din piştî hilweşandina Împaratoriya Aşûrî bi destê Medan, ligel ku xwe teslîm nekir û Medan tevayî bajarên Aşûriyan ligel paytext Nînova wêran kirin jî, ji ber pîrozî û mezinahiya bajarê Hewlêrê qet dest nadin vî bajarî.
SEMBOLA AZADIYÊ
Keleha Hewlêrê ji ber xelkê wê yê jêhatî û girêdayî azadiyê bû wek sembola berxwedanê dihat naskirin. B.Z.612’an dema Med tevayî Împaratoriya Aşûrî bi paytext Nînova dagir dikin û piştre her çend ku paşayê wan Efsar hewl dide di B.Z. 608’an Hewlêr bi dest bixe jî nade. Li aliyekî din Hewlêr yek ji wan bajaran e ku bi êrîşên Mogoliyan re rû bi rû tê. Tevî ambargoya 6 mehan a li ser Hewlêr a ji aliye Hêzên Holako ve jîHewlêr nayê teslîmgirtin. Ev bûyer di sala 1258’an de rû daye. Ji ber vê nîha jî weke Hewlêra Holako tê naskirin. Li aliyekî din di sala 1743’an de dema ku Nadir Şah bi artêşek 300 hezar kesî ber bi Îraqê ve hat,bi qasî 60 ambargodanî ser Hewlêr û piştî têkoşînekemezina Hewlêriyan Nadir Şah Hewlêrê dagir dike û destpêkê sûran dihilweşîne û gelek êşan bi gel û bajêr dide jiyan.
ŞERÊ ERBÎL
Şerê cîhana kevin a herî girîng ku jêre tê gotin Şerê Erbîl an jî Gogemêla ye ku di navbera du hêzên herî mezin ên wê demê Îskenderê Makedonî û Darayê Sêyem ê Padîşahê Haxemenîşiyan bû. Darayê Sêyem tevî ku xwedî artêşeke 700 hezar kesî bû, li hemberî Skender têk çû. Dara ber bi bajarê Hewlêr ve vedikişe. Tevayî mal û mulkê ligel xwe li Hewlêr dihêle, pênc di çemê Zapê re dimeşe û ber bi çiyayan ve diçe. Darayê Sêyem ji aliye parêzvanên xwe ve tê kuştin.
Dîsa ierekî din û ê mezin jî ku ev jî nêzî bajarê Hewlêr rû da wiha bû: Emewiyan û Abbasiyan de rû da. Emewî di serkêşiya xelifeyê dawî Merwan ê kurê Mihemed de ku dayîka wî Kurd bû û nasnavê wî Merwanê Ker bû amadekariyên şer dikirin. Li aliye din Abbasiyan di jî serkêşiya Ebû Ewin û Ebdulmelîkê Xorasanî de amadekarî ji şer re dikirin. Her du hêz nêzî Hewlêr li cem çemê Zapê dest bi şer kirin. Emewî xwedî hêzeke 120 hezar mirov û Abbasî jî xwedî hêzeke 30 mirov bû. Piştî şerekî giran ku 90 rojî berdewam kir Emewî şikestin û di Cîhana Îslamê de desthilatdarî ket deste Abbasiyan de. Vê bûyerê di sala 750’î de rû daye.
GORISTANA ŞAHÊN FARISAN
Goristana Kelhê, cihê veşartina termên padîşahan bû, her wek serdema Farsandi B.Z. 148’an heta B.Z. 226’an xelkê termên padîşahên xwe li Hewlêrê vedişart, ji ber vê sedemê Împaratorê Romanî Kirakla dema B.Z. 216’an tê Hewlêrê girê kelhê bi goristanê ve radike û hestiyên paşayên Farsan ji goristanê derdixe. Kelhe sedema herî mezin a çêbûna bajarê Hewlêrê ye, ji ber sedema hebûna vê kelhê ev bi qasî 6000 sal in, tenê metreyekê tenê jî ji cihê xwe nelivîye û di tevayî vê demê de bi berdewamî mirov lê jiyane. Eger Kelha Hewlêrê nebûya, bêguman wê bajarê Hewlêrê jî ne li vir hatiba avakirin. Dibe ku wê demê bajarê Hewlêr li deverek din hatiba avakirin.Hebûna kelhê xwedî rolekî girîng bû ku çêbûna bajarê Hewlêr. Cara yekê di B.Z. 2000’îde di serdema padîşahê Sumerî Şolkî de Hewlêr weke Urbîlîm tê binavkirin û heta niha jî navê wê Erbîle. Ji derveyî Hewlêrtu bajar li cîhanê nîn in ku bi qasî 6000 sal navê wê weke xwe mabe. Sedema vê jî ji ber hebûna kelhê ye.
CIHÊN HERÎ PÎROZ BÛ
Weke li jor jî tê dîtin Kelha Hewlêrê di serdemên cuda cuda de ji bo karên cihêwaz hatiye bikaranîn. Di her serdemekê de bi awayekî cuda hatiye bikaranîn. Di serdema Aşûriyan de cihê herî pîroz bû, padîşahên Asûriyan heca xwe li kelhê dikir inû serê padîşahên dijminên xwe yên dîl digirtin li bin sûrên vê kelhê jêdikirin. Di serdema Sefewiyan de bibû bajarek wêran, cihê veşartina gorên padîşahan, lê di serdema Sefewiyan de bibû cihê derxistinavan goran. Cihê niştecihbûna mirovên mezin, eşraf û mirovên maqul bû, lê di dema Osmaniyan de û di dawiya sedsala 20’emîn de bibû xana feqîr û hejaran. Kelheya ku di serdema Holako de cihê berxwedanê bû, di dema Sasaniyan de bû cihek negirîng û cihê lewazan.