KCK: Em li dijî her cureyê madeyên hişber in

KCK: Em li dijî her cureyê madeyên hişber in

Li Amedê bi salan e, zeviyên esrarê li ber çavên her kesên têne çinîn. Îsal jî piştî paletiya esrarê pêk hat, Walîtiya Amedê rojnamevanan ji Stenbolê kom kir û anî Amedê, bi vê yekê dest bi operasyoneke medyatîk kir. Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, der barê vê mijarê de daxuyaniyek da. KCK’ê nerazîbûn nîşanî îdîayên li hemberî PKK’ê dan û wiha got: “Ev yek bi giştî derewe û tu rastiya wê tune. Em wekî tevger li dijî çandina tiryakê, îmalata wê, bazirganî û karanîna wê ne û em bi awayekî cidî têkoşînê dimeşînin.”

KCK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Tê zanîn kul i Tirkiyeyeyê û Kudistanê cihên cuda çandiniya esrar, eroîn û yên din tên kirin. Em wekî tevger li dijî çandiya tiryarkê ne. Em li dij îmalat, bazirganî û bikaranîna tiryakê ne. Têkoşîneke me ya cidî li dijî vê heye. Ligel vê duh di çapemeniya tirk de hate îdiakirin ku li navçeya Licê û Hênê li dijî çandiya kernewîra hindê operasyon hatiye pêkanîn û berhemên hatine bidestxistin jî wekî ku yên PKK’ê ye nîşan dan. Tu rastiya vê yekê tune. Em jî li dijî berhemên tiryakê ne û li dijî wê têkoşîneke mezin dimeşînin. Nûçeya hatiye çêkirin bi giştî propagandaya şerê psîkolojîk e. Rastiys wê tune. Bi taybetî CNN Turk û weşandên din û dewleta tirk li dijî tevgera me şerê psîkolojîk dide meşandin. Em vê helwesta wan şermezar dikin. Bila hemû rayagiştî bizane be ku tu eleqeya me bi karên wisa tune. Em li dij hemû cureyên tiryakê ne û têkoşîneke mezin dimeşînin.”