KCK: DYA hevkarê komkujiya Roboskiyê ye

KCK: DYA hevkarê komkujiya Roboskiyê ye

KCK’ê de barê nûçeyên di çapemeniya DYA’ê de yên bo komkujiya Roboskê de hatin weşandin de daxuyanî da û diyar kir ku careke din rola DYA’ê ya di komjujiyê de derketiye holê. Her wiha KCK’ê bang li DYA’yê kir ku bila dest ji pişgtiriya xwe ya pêşkêşkirina teknolojiya leşkerî berde û nebe hevkarê xwînrijandina gelê kurd.

Seroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir k udi çarçoveya şerê topyekun ku TikriyeyÊ li hemberî gelê kurd dimeşîn de di bin navê operasyona li hemberî PKK’ê de bi sedan sivîl tên hedefkirin. KCK’ê da zanîn ku bi şewitandin, valakirina gundan, kuştinên kiryar nediyar tolê ji gelê kurd digirin û wiha got: “Di hemû êrîş û komkujiyan de piştgiriya teknolojiya bilind û îstîxbata DYA’yê hatiye girtin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bi piştgiriya DYA’yê di 5 salên dawî de komkojiyên sivîl hatine kirin. Di 5’ê mîjdara 2007’an de piştÎ hevdîna Erdogan û Bush bi piştgiriya balafirên predoto yên keşfê yên Amerîkayê di encam îstîxbaratên wê li bakur û başur gelê kurd hatine qetilkirin.bi sedena sewal telef bûn, dibistan, nexweşxane, zevî zirar dîtine. Di sala dawî dejî li Qendîl-Kortek 7 sivîl û li Roboskê jî 34 kesî jiyana xwe ji dest daye. Lê rejîma AKP’êli aliyekê ev komkujî red kirine û li aliyê din jî hewl daye ku bixe stuyê kesên din. Her wiha agahiya girtina îstîxbaratê jî her tim veşartiye.”

ROLA DYA’YÊ CAREKE DIN DERKET HOLÊ

KCK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku artêşa tirk her tiştî dike hedef, sivîlan qetil dike û l îstîxabarata DYA’yê jÎ hevkarê vê ye û wiha pê de çûn: “Ligel vê dewleta tirk a mêtîn ger agahiyên derew û şaş dide rayagitşî û rastiyan vedişêre.Rojnameyeke li Amerîkayê Wall Street Journal nûçeyek weşadibû û gotibû ku di komkujiya Roboskê de îstîxbarat ji aliyê predatoran ve hatiye dayîn. Bi vê yekê jî careke din rola DYA’yê derdikeve holê. Niha jî hikûmeta AKP’ê bi israr dibêje agahiya istîxbaratê ne ji DYA’yê ji çavkaniyên netewî girtine. Lê ya rast eve ku li sînorê Başurê Kurdistanê ne Heron, predator keşîfan dike. Heron li xeta hundir keşîfê dike û predatorên aydê DYA’yê jî li sÎnor keşfê dikin. Di vê esasê de DYA ji bo berjewendiyên xwe bi balafirên xwe û çavkaniyên cuda piştgiriyê dide dewleta tirk û dibe hevkarê qetilkirina kurdên sivîl. Pir vekirî xuyaye ku îstîxbaratê predatorên DYA’yê daye û talîmata lêbixe jî hikÛmeta AKP’ê daye. Ji ber vê jî divê AKP vê hesabê bide.”

KCK’ê da zanîn ku divê gelê kurd û rayagitşî ya demokratîk divê li hemberî vê komkujiya ku bi awayekî aşkera hatiye kirin bê deng nemîne û divê li hemberî vê polîtîkaya kujer bisekine. KCK’ê destnîşan kir ku em dîsa bang li rayagiştî ya DYA, Netewî û Navnetewî dikin ku bila bi hestiryar bin û got; Bila dewleta DYA’yê di demeke nêz de dest ji vê polîtîkayê berde û bila nebe hevkarê rijandina xwîna gelê kurd.

AKP Û ERDOGAN BERPIRSYARE

KCK’ê di berdwamiya daxuyaniya xwe de balkişand ser operasyon û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “ Di vê pêvajoya dîrokî de di encama polîtîkayên AKP’ê de operasyon û pevçûn tên jiyîn û wekî kul i Amanosê jî bû artêşa tirk jî wendahiyan dide. Di encama polîtîkayên hikûmeta AKP’ê yên hatine xitimandin de ev wendahî çêdibin. Berpirsyarê wendahiyên herdu aliyan jî Tayyîp Erdogane. Bila ev yek bê zanÎn ku heta ku tecrîda li ser Rêber Apo bidome, operasyonên siyasî û leşkerî bidon dê pevçûn bidomin û wendahî çêbibin.”

TEVGERA AZADIYÊ Û GELÊ KURD DÊ BERSIVÊ BIDE

KCK’ê di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Bi salan Rêber Apo ji bo aştiyê hewlda. Niha tecrîdeke giran û bi tu awayekî ne hiqûqî û ahlaqiye li ser tê meşandin. Li hemberî gelê kurd siyaseta zilmê tê meşandin û bi vê siyasetê xwîn dirje û hewl dide ku bi vê encamê bigire. Gelê kurd û tevgera Azadiyê Jî dê li hemberî vê dê berxwendana xwe mezin bike û dê nîşan bide ku dê bi xwîn û şîdetê encam nayÊ girtin.”