KCK: Berpirsyarê komkujiya li Dîlokê AKP ye

KCK'ê ji malbatên şehîdên Dîlokê re sersaxî, ji birîndaran re jî şîfa xêrê xwest û got, "Ev komkujî ji aliyê kê ve hatibe kirin jî, berpirsyar AKP ye. Komkujî ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibe kirin jî, berpirsyar dîsa desthilatdariya AKP'ê ye."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji ber komkujiya li Dîlokê ya li daweteke Kurdan hat kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Di êrîşa bombeyî ya li hemberî daweteke Kurdan a li Dîlokê de jin, zarok, extiyar, ciwan bi dehan însan hatin qetilkirin, bi sedan birîndar bûn. Em ji malbatên şehîdan û tevahiya gelê xwe re sersaxiyê, ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin.

'BERPIRSYARÊ KOMKUJIYÊ AKP YE'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku ev komkujiya li dijî Kurdan ji aliyê kê ve hatibe kirin berpirsyar dîsa desthilatdariya AKP'ê ye û hat gotin, "Ev komkujî ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibe kirin berpirsyar dîsa desthilatdariya AKP'ê ye. Hêza bingehîn a ku DAIŞ li Sûriyeyê xwedî kir û mezin kir, desthilatdariya AKP'ê ye. Yê ku hişt li Dîlokê xwe bi rêxistin bike, AKP ye. AKP dixwaze bi destê DAIŞ'ê bandorê li Sûriyeyê bike û Şoreşa Rojava bifetisîne. Lewma ne tenê Sûriye veguheriye gola xwînê, di heman demê de li Ewropa, Tirkiye û Kurdistanê komkujiyên mezin hatine kirin. Ji ber ku dewleta Tirk destek daye DAIŞ'ê, tevahiya mirovahiyê berdêlekî giran daye. Ev rastî ji aliyê tevahiya cîhanê ve tê zanîn. Eger rojekê yên destek dane DAIŞ'ê werin darizandin, wê beriya her kesî Tirkiye bê darizandin. Her çend Tirkiye niha hewl dide xwe ji van têkiliyan rizgar bike jî, wê hesabê van komkujiyan ji sedî sed bide.

'AKP WEKE AMÛREKE PROVOKASYONÊ DAIŞ'Ê BI KAR TÎNE'

AKP hem DAIŞ kiriye mijara bazarê, hem jî weke amûreke provokasyonê bi kar tîne. Di rojên dawî de nîqaş tê kirin, ku Tirkiye hewl dide ji xwe re hincetekê bafirîne û bi vî rengî dest li Şoreşa Bakurê Sûriyeyê/Rojava werde. Ji ber vê yekê, eşkere ye ev komkujî ji aliyê MÎT'ê ve bi destê DAIŞ'ê hatiye kirin. Hakan Fîdan beriya niha bi du salan gotibû, 'em ê çend fuzeyan ji Sûriyeyê bavêjin Tirkiyeyê û vê bikin hinceta xwe ya ketina nava Sûriyeyê'. Xuya ye bi rêya vê komkujiyê dixwazin di mijara avakirina herêma tampon a li Sûriyeyê de zextê li hêzên navneteweyî û welatên herêmê bikin. Ji bo Sûriye û hin welatên din ji bo avakirina herêmeke tampon îqna bikin, eşkere ye wê vê komkujiyê bi kar bînin. Provokasyonek bi vî rengî, ji bo vê armancê hatiye kirin. Bêguman hedef Kurdên li Sûriyeyê ye. Di vî warî de yên weke qurban hatine hilbijartin jî dîsa Kurd in.

Li Tirkiyeyê, tevî ku desthilatdar AKP ye, DAIŞ timî êrîşî Kurdan, hêzên demokrasiyê û biyaniyan dike. Ev rastî bi xwe, têkiliyên AKP-DAIŞ'ê radixe pêş çavan. Di heman demê de nîşan dide, bê li dijî kê tê bikaranîn.

Tevî ku dewleta Tirk ji polîtîkayên xwe yên berê yên têkildarî Sûriyeyê vedigere jî, hê dest ji dijminatiya xwe ya li Şoreşa Rojava bernedaye. Ji ber ku xwedî zîhniyet û polîtîkaya çareserkirina pirsgirêka Kurd a li nava sînorê xwe nîne, dijminatiya xwe ya li Şoreşa Rojava jî didomîne. Lewma, zîhniyet û nêzîkatiya desthilatdariya AKP'ê ya li pirsgirêka Kurd bi nêzîkatiya wê ya li Şoreşa Rojava bi zelalî tê dîtin.

'AKP NIKARE BI DEMAGOJIYAN SER RASTIYAN BINIXUMÎNE'

Eleqeya komkujiya li Dîlokê bi dijminatiya desthilatdariya AKP'ê ya li Rojava heye. Heta ku desthilatdariya AKP'ê dest ji vê dijminatiyê bernede, wê DAIŞ an jî hêzên bi maskeya DAIŞ'ê van komkujiyan dewam bikin. Desthilatdariya AKP'ê û çapemeniya wan, ji bo ser hevkariya xwe ya sûcê bi DAIŞ'ê re binixumînin, bêyî li ber xwe bikevin hewl didin PKK û DAIŞ'ê, PKK û Fethûllahiyan mîna hev nîşan bidin. Lê nepêkane ku kesî bi vê bêşermiya xwe bidin bawerkirin. Yê ku bi DAIŞ'ê re hevkariyê dike, DAIŞ ewqasî mezin kiriye, dewleta Tirk e; yê ku bi Fethûllahiyan re hevkarî kiriye, ew veguherandiye dewleta paralel, desthilatdariya AKP'ê ye. Desthilatdariya AKP'ê bi demagojiyan nikare ser van rastiyan binixumîne. Ya ku AKP'ê ji nava vê çiravê derxîne, terikandina dijminatiya li Kurdan, terikandina dijminatiya li Şoreşa Rojava ye. Naxwe wê hevkariya dewleta Tirk a bi rêxistinên sûc û têkiliyên wê yên qirêj ên bi dewletan re li ser dijminatiya li Kurdan neqedin.

'DIVÊ AKP DI MIJARA PIRSIRÊKA KURD DE GAVÊ BAVÊJE, DEST JI DIJMINATIYA LI ROJAVA BERDE'

Yek ji wezîfeyên girîng ên hêzên demokrasiyê û gelê Kurd ew e; têkoşîna demokrasiyê xurt mezin bikin û bikin ku Tirkiye dest ji dijminatiya li Şoreşa Rojava berde. Pêwîste hemû hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê zextê li desthilatdariya AKP'ê bikin, ku destê xwe ji Rojava û Bakurê Sûriyeyê bikişîne, bi Kurdan re dostaniyê bike û di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de bi Kurdan re tevbigere.

Desthilatdariya AKP'ê çi bibêje bila bêje, wê nikaribe xwe ji berpirsyariya komkujiya li Dîlokê rizgar bike. Piştî ku ewqas dijminatî li Kurdan hat kirin û ji bo têkbirina Şoreşa Rojava DAIŞ ewqasî hat bikaranîn, eşkere ye ku wateya ti gotinê nîne. Lewma em bang li dewleta Tirk dikin ku dest ji dijminatiya li Kurdan berde, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd derhal gavê bavêje û dest ji dijminatiya li Şoreşa Rojava berde. Heta ku dewleta Tirk dest ji vê polîtîkayê bernede, wê di her şerê li dijî Kurdan de winda bike û ji her demê bêhtir, gelên li Tirkiyeyê bixe nava tehlûkeyên mezin."