KCDK-E: Ji bo azadiya Ocalan bikevin nav çalakiyên bênavber!

Dîwana Serokatiyê ya KCDK-E, ji bo azadî û ewlehiya canê Ocalan bang li Kurd û dostên wan ên li Elmanya, Swîsre, Belçîka, Fransa, Japonya, Kanada û Hollandayê kir ku 13’ê Tebaxê tevlî çalakiyan bibin.

Dîwana Serokatiyê ya KCDK-E diyar kir ku kaos û krîza kûr a li Tirkiyeyê piştî 15’ê Tîrmeha 2016’an bi hewldana darbeya leşkerî ve Tirkiye xistiye pêvajoya hilweşîn û belavbûnê. KCDK-E got, “Hikûmet û desthilatdariya dixwaze vê belavbûnê asteng bike û temenê xwe dirêj bike, bi ragihandina OHAL’ê re jî ketiye pêvajoyek dîktatoriyê. Ev dîktatortiya di pêşengtiya Tayyîp Erdogan de pêş dikeve herî zêde Kurdan bandor dike, pir eşkere ye ku herî zêde dijwarî û qirkirinê li ser Kurdan pêk tîne.”

Dîwana Serokatiyê destnîşan kir ku piştî Erdogan dawî li pêvajoya aştiyê anî, mase quliband, Konsepta Srî Lanka li dijî Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd pêş xist, tecrîd li ser Serok Abdullah Ocalan şidand, polîtîkaya teşhîr û qutkirina ji pêvajoyê bi awayekî hê hişktir xist meriyetê. KCDK-E bal kişand ku piştî vê planê nêzî du sal in hevdîtina malbat û heyetê ya bi Serok Abdullah Ocalan re hatiye qedexekirin, wiha dewam kir: “Piştî hewldana darbeyê, gelê Kurd ketiye nav şik û gumanên pir zêde, tevî daxwaza hevdîtina malbata Serok Abdullah Ocalan jî hê bi israr tê redkirin.”

JI BER ASTENGIYA HEVDÎTINÊ FIKAR HÊ ZÊDETIR BÛNE

Di dewama daxuyaniya Dîwana Serokatiya KCDK-E de ev hatin gotin:

 “Tevî bi çendan caran hate destnîşankirin ku Serok Abdullah Ocalan xeta sor a Kurdan e û sedema aştî û şer e, berdewamkirina vê tecrîdê bi serê xwe sedema krîz û kaosekê ye. Me her tim diyar kir ku generalên leşkerî yên ketin nav hewldana darbeyê, li Kurdistanê qetlîam kirine. Ew kesên ku 30 sal in li dijî gerîla, lewre li ber polîtîkayên Serok Abdullah Ocalan têk çûne. Hedefa yekem a van kesan,generalên hewla darbeyê pêş xistin jî wê Serok Abdullah Ocalan be. Generalên ku Meclîs, meqamê serokkomar, wesayîta serokwezîr, bîryargeha hêzên taybet bombe kirin, ji hêla her kesî vê tê zanîn ku îhtîmala pirsgirêk ji ewlehiya Serok Abdullah Ocalan re çêkiribin zêde ye. Bi daxuyaniyên Wezîrê Edaletê û muşteşarên wê, tevî ku dizanin wê gelê Kurd keneh nebe jî nahêlin hevdîtin pêk werin. Ev jî fikaran zêde dikin. 

HETA KU HEVDÎTIN PÊK NEYÊN WÊ ŞER DEWAM BIKIN

Heta ku hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk neyê wê bertek dewam bikin, çalakî û aktivîteyên ku heta niha dihatin lidarxistin wê hê kûrtir bibin. Em gelê Kurd û dostên wan ên li Ewropa ji bo hê zêdetir çalakî û aktivîteyên ku ji bo azadiya Ocalan dihatin kirin bikevin nava çalakiyên hê berfirehtir û kûrtir, heta ku hevdîtin bi Serok Abdullah Ocalan re pêk were, dengê xwe hê bilindtir bikin. Divê sazî û dezgehên li Ewropayê li erka xwe rabin û têkevin nava tevgerê. Em Konseya Ewropa, Parlamentoya Ewropa û CPT’ê dawet dikin ku guh bidin deng, qêrîn û daxwaza azadiya Ocalan.

Di rewşa heyî de bang li Kurd û dostê wan ên li Ewropayê dijîn, jin û ciwanan dikin ku ji bo hê zêdetir bi hestyar bin bikevin nava hewldana, dest ji xeta sor bernedin, bang dikin ku êdî ti wateya gotinê nemaye, dengê xwe hê bilindtir bikin û çalakiyên xwe bênavber dewam bikin.

Li ser vî bingehî, li 13’ê Tebaxê li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê, li Swîsre, Viyana, Bruksel, Parîs û Marsilyayê, li Tokyo, li Kanada û li Hollandayê ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ewlekariya ruh ji bo meş û mîtîngê bên kirin bang li her kesê dikin ku bi hestê welatparêzî û netewî beşdar bibin. Roj roja Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Di vî warî de bang li hemû Kurd, dost, jin û ciwanan dikin ku bi hişmendiyeke zanîstî bikevin nava tevgerê û heta dawiyê têkoşînê bimeşînin. Em diyar dikin ku jiyanek bê Rêber Apo, ti wateya xwe nîne.”