KCD: Têkoşîna ji bo azadiya Ocalan xebata herî stratejîk e

Di Encamnameya Civîna Desteya Giştî ya Navberê ya KCD’ê de biryar hate girtin ku jiyan û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê mîsogerkirin, têkoşîna azadiya wî bingehê xebatek herî sereke û stratejîk e.

Di Encamnameya Civîna Desteya Giştî ya Navberê ya KCD’ê de biryar hate girtin ku jiyan û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê mîsogerkirin, têkoşîna azadiya wî bingehê xebatek herî sereke û stratejîk e.

Cîvîna Lîjneya Giştî ya Navberê ya KCD’ê, li Amedê, li Salona Şanoyê ya Şaredariya Mezin piştî nîqaşên domahiya rojê bi dawî bû. Hevserokên KCD’ê Leyla Guven, Hatîp Dîcle, endamên Dîwana Serektiyê, Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel, hin wekîlên HDP’ê, serok şaredarên DBP’ê, çalakgerên KJA’yê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, siyasetmedarên DBP’ê û HDP’ê, delege û gel tevlî bûn û biryarên girîng hatin girtin. Biryar bi Kurdî û Tirkî hatin xwendin. Encamname ji hêla Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê û Endama Dîwana Serokatiyê ya KCD’ê Dîrayet Taşdemîr hate xwendin.

Taşdemîr bi bîr xist ku li Kurdistan, Tirkiye û tevahî Rojhilata Navîn bûyerên gelekî girîng ên siyasî û civakî diqewimin, got; “Bi encamên hilbijartinên 7’ê Hezîranê û dûvre jî ji ber darbeya Qesrê ya li dijî îradeya gel, Tirkiye ber bi şer ve herikî. Ev atmosfera şerî ji bo darbekeran firsendek mezin ava kir.”

Taşdemîr destnîşan kir ku hewldana darbeya leşkerî li dijî gelan pêk hatiye, wiha domand: “Hewldana darbeya leşkerî wê rê li ber encamên siyasî û civakî veke. Hewldana darbeya leşkerî, di serî de pirsgirêka Kurd, ji bo çareseriya her cure pirsgirêkên civakî mirov dikare wek firsendê bi kar bîne. Rewşa heyî, wê rewş û şerên heyî hê kûrtir bike, rê li ber darbeyên leşkerî-siyasî yên hê berfirehtir veke.”

Piştî nîqaşên li desteya navberê di encamnameyê de hate gotin:

‘’Geşadanên li Kurdistanê, Tirkiyê, Rojhilata Navîn û encamên siyasî û civakî yên van geşedanan bi berfirehî hatine nîqaşkirin, nirxandina çarenîn a ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn hatiye kirin, ji wê rasteqîniya ku jêderka sereke ya hemû nakokî, şer û şerê Rojhilat Navîn a xwedan mozîka pir nasnameyî, pir çandî, pir bawerî ye, pergala heyî ya mêtinger, pergala netew-dewletêye û çareserî jî li ser zemîna paradîgmaya Neteweya Demokratîk pêkan e û ev bi awayî xurt hatiye kirpandin. Konjonktura nû ya Rojhilata Navîn û dînamîkên wê, kiriye weke divêtiyekê û çarenînekê ku tecrûbeya têkoşînê ya gelê Kurd û asta wê ya berxwedanê, Kurdan bike xwedan statû û bi xwerêveberiya Demokratîk Kurd xwe bi rê ve bibin.

Binê wê hatiye xêzkirin ku, di serî de pirsgirêka Kurd, bi awayekî aştîyane di çareserkirina pirsgirêkên demokratîkkirina Tirkiyê de, rista Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têra xwe girîng û stratejîk e; ji bo çareseriya aştîyane û demokratîk bi awayekî pir jiyanî tê dîtin ku bi Birêz Ocalan re muzakere werin destpêkirin. Careke din tê dûpatkirin ku xistina bin ewlekariyê ya jiyan û tendirûstiya Birêz Ocalan xebata herî pêşî û stratejîk a têkoşînê ye. Bi vê ve girêdayî, piştî darbeya leşkerî fikar û metirsiyê me yên têkildarî jiyana Ocalan bersiv ji xwe re nedîtine, berevajî vê, zêdetir bûne, banga xwe careke din dubare dike ku bi Birêz Ocalan re, di serî de malbat û parêzerên wî, ji hêla şandeyeke serbixwe ve hevdîtinek were kirin.

Diyar dike ku, peywireke nayê taloqkirin e, ji bo hemû sazî û avanî û dezgehên Kurdistanî, ku di pirsgirêka Kurd de, ji bo têkoşîna çareseriya demokratîk a li çar parçeyên Kurdistanê, Yekîtiya Netewî li ser hîmê demokratîk were rûniştandin. Bang dike ku xebatên Kongra Netewî dîsa werin destpêkirin.

Li gel ku hatiye ragihandin ku li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Silopya, Geverê û hwd. qedexeya derketina li derve rabûye jî, domdarkirina qedexeyan û hilweşînê bi tundî şermezar dike. Diyar dike, daxuyaniyên di biwara ji hêla Tirkiyê ve astengkirina lêkolîna Neteweyên Yekbûyî, yên li bajar û navçeyên ku hatine kavilkirin û komkujî lê hatine kirin, bi şandeyên serbixwe yên mafên mirovan, girîng in. Bang dike ku şandeyên serbixwe ji bo lêkolînên navborî helkeftên xwe bidomînin û dewleta Tirkiyê û hikûmeta wê astengê li pêşiya lêkolîna şandeyên serbixwe û alînegir nedeyne. Bang li gelê me dike ku li hemberî camewerîkirina xaniyên gelê me yên ku hatine kavilkirin û yaên zeviyan, weke ku di mînaka Terolaran de xuya bûyî, di ser penaberan re, li hemberî guherandina demografiyê bihistyar be û di nav têkoşînê de be. Her wiha diyar dike ku hevgiriya bi gelê me yên van navçeyan ku rastî hilweşîn û koçeke mezin hatine û koçberî li wan hatiye ferzkirin, ji bo hemû gelê me û hêzên demokrasiyê peywireke sincî ye, bang li gelê me yên li welêt û dîasyporayê û dostên gelê me dike ku, destekê bidine Kampanyaya Destûmalbatê ku Komeleya me ya Rojava daye destpêkirin.

Piştî hewldana darbeya leşkerî û şûn de li dijî kesên ku hatin binçavkirin îxlalên mafê mirovan hatin kirin û li dijî êşkeceyan, berpirsên darbeyê li pêşberî dagehên adîl bên darezandin.

Li gel hewldana darbeyê û îlankirina Rewşa Awarte, li dijî pêvajoya demokrasî ya li Tirkiye û mafê mirovan, mirov dikare binirxîne. Banga dawî li Rewşa Awarte bînin hate kirin.

Heweldana rakirina destlênedayîna perlementeran û wezîfedarkirina qeyûman ên ji bo şaredariyan, weke darbeyekî faşîst a li dijî vîna xwser a gel dinirxînin, li dijî vê darbeyê çalakiyên berxwedanê meşrû ne.

Hat tesbîtkirin ku hewldanên polîtîkayên cînayet û pêkanînên mîna salên 90’î yên ku ‘Kuştinên kiryarê wan nediyar’ di roja me ya îro de xwe nû dikin, di encamam van hewldanan de Rêveberê DBP’ê yê Şirnexê Hûrşît Kulter fikarên ku hatiye qetilkirin û windakirin zêde dibin.

Ji bo aqûbeta Hûşît Kulter were zanîn,bang li hemû netew û raya giştî, mafê mirov û rêxistinên civaka sivîl hat kirin ku bi hesyarî têkevin tevgerê.

Bi hatina desthilatdariya AKP’ê re kuştin û kiryarên li hemer jina ji hezaran 400 zêde bûye û di rewşekî pir xeternak de tê nirxadin. Polîtîkayên ku çavkaniya xwe ji hişmendiya dewleta AKP’ê ya yekane ya faşîstî û hişmendiya helandinê bûye sedemê vê yekê. Em weke yekgirtina kongreyê diyar dikin ku li hember her cûre êrîşên li ser jinan tê meşandin berxwedan û têkoşîna xwe dewam bikin. Dîsa li hember her cûre zext û êrîşên li dijî jinê bang li hemû beşan dikin ku ji bo berxwedanê têkoşînê bidin meşandin.

Carekî din qetlîama li Şengalê ya ku li hember gelê Êzidî ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de hate lidarxistin lenet û şermezar dikin, ji bo hemû jinên ku hatine revandin azad bibin, bi biryardariya têkoşînê bikevin nava liv û tevgerê. 3’yê Tebaxê weke Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Qirkina Jina û Qetlîamê tê pejirandin. Bang hate kirin ku divê qetlîama Şengalê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û sazî û dezeyên ve weke qirkirin bê naskirin.

Ji bo kampanayay ku bi dirûşma “Ez xwedî li Rêberê xwe,xaka xwe û azadiya xwe xwedî derdikevin” a ku ji aliyê KJA’yê ve hatiye destpêkirin, piştgirî bikin, her wiha bang hat kirin ku hêzên demokratîk û raya giştî piştgirî bindin gelê me.

Her wiha ji bo girtina cenazeyên têkoşerên ku li Rojava li hember çeteyên DAIŞ’ê şer dikin ji aliyê malbatan ve bên girtin, bang li rayedarên dewletê û hikûmeta AKP’ê hat kirin ku rêyên asakariyê bên avakirin û rê bê dayîn.

Carekî din êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya ku di 27’ê Tîrmehê li Qamişloyê qetlîam kirin lenet û şermezar dikin, biryardariya têkoşînê ya li hember DAIŞ’ê û komên dişibin wan dûbere dikin.

Operasyonên ku li hember gelê Kurdistanê û hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê, li dijî zext, hilweşîn û wehşetê, bang li hemû netew û raya giştî ya navneteweyî, kesayetên û hemû saziyên demoratîk a pêşetî, li hember bûyerên tên jiyîn hesyar bûn û piştgiriyê bikin.”