KCD: Em rejîma Îranê bi tundî şermezar dikin

KCD’ê darvekirina siyasetmedarên Kurd ji aliyê Îranê ve şermezar kir, diyar kir ku rejîma faşîst êrîş û komkujiyên xwe zêde kirine. Di daxuyaniyê de bang li sazî û raya giştî ya navneteweyî hat kirin ku bikevin nav tevgerê.

KCD’ê darvekirina siyasetmedarên Kurd ji aliyê Îranê ve şermezar kir, diyar kir ku rejîma faşîst êrîş û komkujiyên xwe zêde kirine. Di daxuyaniyê de bang li sazî û raya giştî ya navneteweyî hat kirin ku bikevin nav tevgerê.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a daxuyaniyeke nivîskî weşand, darvekirina siyasetmedarên Kurd ji aliyê Îranê ve bi tundî şermezar kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Ji ber gelên Kurdistanê bi têkoşîna rê ve birine, bi taybet bi berxwedan û serketina mezin a Kobanê re lîstîk vala derxistin, rejîma Îranê ya mêtinkar ketiye nav panîk û tirsekê."  

'ÊRÎŞ DIDE NÎŞANDAN KU WÊ KOMKUJÎ BIDOMIN'

Di daxuyaniyê de hat gotin ku darvekirina siyasetmedarên Kurd Hebibullah û Elî Efşarî yên birayên hev û Saman Naseen, encama dijmintî û opersyona hevpar a li hember gelê Kurd e. Dewleta Îranê ya hewl dide her cure têkoşîna demokratîk a gel, bi îşkence, binçavkirin, girtin û darvekirinan biçewisîne êrîş û komkujiyên xwe zêde dike.

BANG LI SAZÎ Û RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em vê zilm û dervekirinên rejîma Îranê ya dijminê mirovatî û Kurdan bi nefreteke mezin şermezar dikin û lanet dikin.”

Di daxuayaniyê de bang li parêzvanên mafê mirovan, NY, YE û raya giştî ya demokratîk hat kirin ku bi hestyar bin û bikevin nav tevgerê.

KCD’ê got, "Divê bê zanîn ku mîna duh îro jî ti zilm, komkujî, îşkence, darvekirin û hwd. wê gelê ji têkoşîna wan a mafdar dûr nexe, wê nefret, kîn û hêrsa me zêde bike, ezm û biryardariya me hê zêdetir pêş bixe.”