Kartal: Em bi ruhê seferberiyê têbikoşin

Hevserokê KONGRA GEL da xuyakirin, ku dewleta Tirk hemû derfetên xwe bi kar tîne û hewl dide destketiyên gelê Kurd ji holê rake. Kartal li dijî vê yekê banga têkoşîna bi ruhê seferberiyê kir.

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal di civîneke gel a li paytexta Swêd Stockholmê axivî û diyar kir, dewleta Tirk hemû derfetên xwe bi kar tîne û hewl dide destketiyên gelê Kurd ji holê rake. Kartal li dijî êrîşên dijminên Kurd, banga têkoşînek bi ruhê seferberiyê kir.

Kartal got, "Şoreş her tim girîng e. Têkoşîn her tim girîng e. Lê em di pêvajoyeke awarte de ne. Rewşa em di nav de ne, asta dawî ye. Eger em bi ser nekevin, wê dijmin berê xwe bide tinekirin û bixwaze derbeke giran bixe."

Kartal da xuyakirin, di nava şert û mercên heyî yên êrîşên dijmin ên topyekûn de, nepêkan e xebatek mîna demeke ji rêzê werin meşandin û destnîşan kir, divê li hemberî van êrîşên dijimin, hewldaneke awarte bê nîşandan.

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal bal kişand ser berxwedana li Bakur û Rojavayê Kurdistanê û got, "Ev berxwedana me gihaştiye wê astê ku bandorê li siyaseta li herêmê dike. Cîhan, dema li herêmê siyasetê dimeşîne, nikare siyaseta Kurdan ji nedîtî ve were. Ji ber vê yekê dewleta Tirk ji destketiyên gelê Kurd ê li Rojava û Bakurê Kurdistanê gelekî aciz e. Ji bo pêşî li pêşketin û destketiyan bigire, hemû berdêl daye pêş çavên xwe û di nava hewldanên astengkirinê de ye. Dewleta Tirk li dijî Rojava, li nava DYA û Yekîtiya Ewropayê ket nava gelek hewldanan. Van hêzan tercîh kirin ku dewleta Tirk li Rojava li derve bihêle. Em dizanin van hêzan ji Tirkiyeyê re gotine, 'bi şer, bi kuştinê, bi komkujiyan hûn nikarin pirsgirêka Kurd çareser bikin. Hûn neçar in li pêvajoya aştiyane vegerin'. Lê belê Tirkiye her carê vê red dike. Nêzîkatiya xwe ya di pêvajoya aştiyê de jî ji bo çareseriya pirsgirêkê nebû. Aliyê ku di pêvajoya aştiyê de bi ser ket, em in."

Kartal diyar kir, berxwedana bi biryar a tevgera siyasî ya Kurd a li Rojava û Kobanê û destketiyên hatin bidestxistin, Erdogan hîn bêhtir bi tenê hişt û ji ber vê tenêmayînê Erdogan berê xwe da mûxalefeta li nava welêt, hewl dide tine bike.

Kartal ragihand, heman pêkanînên Erdogan ên li dijî gelê Kurd, Barzanî jî li Başûrê Kurdistanê dixe meriyetê û got, "PDK li şûna ku ji hêza xwe bawer be, pişta xwe dispêre welatên herêmê; rêveberiyên Tirkiye, Îran û Iraqê û hewl dide xwe bide jiyîn."

FEDEKARÎ Û SERKETINEKE MEZIN BI DEST KETIYE

Remzî Kartal ragihand, pirsgirêk û siyaseta Kurd a li Rojhilata Navîn gihaştiye qonaxeke nû û axaftina xwe wiha dewam kir: "Li Kurdistanê berxwedaneke bi heybet heye. Divê her kes bi vê bi coş be. Ji ber ku serketin û fedekariyeke mezin heye. Azadî nêz e. Eger em vê bibînin û jê bawer bin, hingî em ê karibin xebatên xwe berfireh bikin. Eger bi karê xwe em karibin bersivê bidin bedewariyên pêvajoyê, eger em bi berpirsyariya xwe rabin, hingî ti astengî li pêşiya serketinê namîne. Eger em di vê pêvajoyê de bi ser nekevin, wê pêvajoya têkoşînê dirêjtir bibe. Lewma divê em tempoya xwe zêde bikin."

Kartal da zanîn, bi rêxistinbûyîna mûxalefeteke xurttir re wê Erdogan bêhtir bi tenê bimîne û bang li hemû Kurdistanî û dostên wan kir, ku bi ruhê seferberiyê têbikoşin.

...