Kartal: Divê gelê me yê li Ewropayê xwe ji bo pêvajoya nû amade bike
Li bajarê Hollanda Den Haagê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd civîneke gel hat lidarxistin.
Li bajarê Hollanda Den Haagê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd civîneke gel hat lidarxistin.
Li bajarê Hollanda Den Haagê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd civîneke gel hat lidarxistin. Di civînê de êrîş û berxwedana li Bakurê Kurdistanê, rewşa li Rojava û Şengalê û berpirsyariyên dikevin ser meclîsan hatin nirxandin.
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal li civînê peyivî û bal kişand ser berxweadna gel a li hemberî êrîşên AKP'ê.
'EM YEKANE HÊZA KARIBE PÊŞÎ LI DAIŞ Û AKP'Ê BIGIRIN E'
Kartal da zanîn ku AKP dijminatiya xwe ya li Rojava, bi şantaja li hemberî dewletên koalîsyonê re didomîne. Kartal bal kişand ser rewşa li Rojavayê Kurdistanê û destnîşan kir ku Reqqa jî wê ji çeteyan bê paqijkirin.
Kartal ragihand ku ew hêza yekane ye li Rojava pêşî li DAIŞ'ê, li Tirkiyeyê jî pêşî li zîhniyeta tekparêz a AKP'ê bigirin.
Kartal ji bo Şengalê got, "Navenda Demokratîkbûyîna siyaseta Kurd e" û da zanîn ku demokratîkbûyîna civakî ya bi pêşengiya têkoşîna azadiyê ya jinê ku li Şengalê tê meşandin, wê siyaseta Kurdistanê biguherîne. Kartal got, "Em niha di pêvajoyeke ku projeya Rêbertiyê bidin xurtkirin de ne."
BANGA LI GELÊ LI EWROPAYÊ
Kartal diyar kir ku berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê Kurdên li Ewropayê û ji her kesî xwest ku tevlî meclîsan bibe û meclîs jî pêvajoyê fêm bike. Kartal got, "Girîng e gelê me yê li Ewropayê xwe ji bo pêvajoya me ya nû ya têkoşînê amade bike. Ji bo pûçkirina şerê li hemberî gelê me tê meşandin, girîng e em bi ruhê seferberiyê têkoşîna xwe bilind bikin."
Kartal di dewama axaftina xwe de got, "Ya em ê parçe bibin, yan jî em ê bi awayekî wekhev û azad bijîn. Em ê zextên dewleta Tirk ên tinekirinê qebûl nekin." Kartal destnîşan kir ku Kurd jî dikare ber bi dewletbûyînê ve biçin, lê belê dewletbûyîna Kurdan wê neşibe ya dewleta Tirk û mîna wê.