Karên yekem ên qeyûmê li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
Qeyûmê ku tayînî li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin destpêkê malpera Webê hack kir, her wiha ji xebatkarên şaredariyê zêdetir jî polîsên Tirk li avahiya şaredariyê kom kirin.
Qeyûmê ku tayînî li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin destpêkê malpera Webê hack kir, her wiha ji xebatkarên şaredariyê zêdetir jî polîsên Tirk li avahiya şaredariyê kom kirin.
Xebatên yekem ên qeyûm Cûmalî Atîlla yê ku li şûna Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli yên hatin girtin hat tayînkirin, diyar bûn. Atîlla bi artêşek polîsan avahiya şaredariyê dagir kir, malpera Webê ya şaredariyê bi pisporên Emniyetê da hackkirin.
Qeyûmê ku bi sedan polîs li her qatê şaredariyê bi cih kirin, sekvan danîn ser şaredariyê. Polîsên ku ji hejmara xebatkarên şaredariyê zêdetir in li her nuqteya şaredariyê bi çekên lûledirêj hatine bicihkirin. Piştî ku polîsan tevahî deriyên şaredariyê şikandin, mifteyên tevahî deriyan hatin guhertin.
Piştre jî qeyûm ferman da ku tevahî nasnameyên aîdî xebatkarên şaredariyê yên ku îmzeyên Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê li ser in werin guhertin. Qeyûm ê ku nêzî hefteyekê ye otobusên ku ji ber binçavkirina hevşaredaran û piştre jî girtina wan bi armanca protestoyê nedixebitîn, da xebitandin û îro bi awayekî belaş şandin xebitandinê.
Cihê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zulkuf Karatekîn jî ji hêla qeyûm hat guhertin û ew şandin DÎSKÎ’yê.