BI DÎMEN

Karayilan: Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê têkoşîna kedê ye

Mûrat Karayilan di merasîma 1'ê Gulanê de axivî û got, "Berxwedana xweseriya demokratîk a îro li bajar û çiyayên Kurdistanê tê meşandin, têkoşîna çîn û civakên bindest e."

1'ê Gulanê Cejna Karkeran li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmekê hat pîrozkirin. Di Di merasîma ku hemû şehîdên meha Gulanê lê hatin bîranînê de Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan, endamên Fermandariya Biryargeha Navendî Bawer Dêrsim û Gulîstan Gulhat, endamên Fermandariya Akademiyên Apollo Pelşîn Koçgirî û Demhat Bêdar û gelek gerîla amde bûn.

1'Ê GULANA 2016'AN ROJEKE PÊNGAVÎ YE

Karayilan di desetpêka axaftina xwe ya li vê derê de 1'ê Gulanê roja yekîtî, piştgirî û têkoşînê ya karker û kedkaran li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû karker û kedkarên cîhanê pîroz kir. 

Karayilan hemû şehîdên 1'ê Gulanê û cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê yên di meha Gulanê de jiyana jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr anî û got, "Em ê bîranînên wan bi xurtkirina têkoşîna azadî, wekhevî û demokrasiyê bidin jiyîn û li ser vê bingehê wan nemir bikin."

Karayilan da xuyakirin, ku têkoşîna îro li Kurdistanê li dijî mêtîngeriyê tê meşandin, di heman demê de têkoşîna karker û kedkarn a li hemberî kedxwariya kapîtalîzmê ye û ev nirxandin kir: "Berxwedana xweseriya demokratîk a îro li bajar û çiyayên Kurdistanê tê meşandin, têkoşîna çîn û civakên bindest e. Têkoşîna hemû kedkarên Kurdistanî û Tirkiyeyî ye. Berxwedana ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê îro li djiî faşîzm û mêtîngeriyê dimeşîne, di heman demê de têkoşîna bilindkirina ala kedê ey. berxwedana îro li Kurdistanê li dijî modernîteya kapîtalîst li ser bingeha Paradîgmaya Civaka Demokratîk Ekolojîk a xwe dispêre Azadiya Jinê tê meşandin, têkoşîna hemû kedkar û gelên bindest e. Girîng e ev têkoşîn îro bêhtir bê xurtkirin û yekîtî û piştgiriya kedkaran bê mezinkirin. Di vê çarçoveyê de damezrandina Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan a beriya demekê pêk hat, gaveke gelekî girîng e. Em, yên ev gav avêtin û hêza kedkaran xurtir kirin, silav dikin.

Em di wê baweriyê de ne ku 1'ê Gulana 2016'an wê bibe roja pêngavên nû. Li ser bingeha mezinkirina yekîtî, têkoşîn û piştevaniyê, pêngava îro tê meşandin wê li welatê me bibe destpêka serdemeke nû."

'ARMANCA WAN TESLÎMGIRTINA HER KESÎ YE, YÊN TESLÎM NABIN JÎ QETIL BIKIN'

Mûrat Karayilan da zanîn, berxwedana Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di heman demê de têkoşîna azadî û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye û bal kişand ser êrîşên giran ên AKP li hemberî gelê Kurd û têkoşîna azadiyê dike.

Karayilan got, "Çawa ku wan di çarçoveya Plana Têkbirinê de li Tirkiyeyê hin encam bi dest xistin, ji wan hebû ku wê bi heman rêbazê li Kurdistanê jî encamê bi dest bixin. Bi hedefgirtina rojnamevan, nivîskar, hunermend, rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, parlamenteran re dixwazin her kesî bêdeng bike û civakê teslîm bigire. Bi vî rengî dixwazin sîstema xwe ya faşîst, tekparêz û otorîter bidin rûniştandin. Bi vê armancê xwestin ewilî bajaran kontrol bikin. Hovîtiyeke ku li ti devera cîhanê nehatiye dîtin, pêk anîn. Xwestin her kesî teslîm bigirin, yên teslîm nebin jî qetil bikin. Ji xwe Erdogan piştre niyeta xwe bi awayekî vekirî eşkere kir. Got, 'Ya hûnê serî bitewînin, yan jî serî bidin'. Lê belê gelê Kurdistanê li hemberî van zextan li ber xwe dide. Bi taybetî ev 9 meh in di asteke girîng de têdikoşe. Berxwedanên xwerêveberiyê, di vî warî de gelekî watedar in. Ji ber ku xweseriya demokratîk ne tenê ji bo Kurdistanê, ji bo Tirkiyeyê jî sîstemeke pêwîst e. Xweseriya demokratîk li dijî feraseta 'yek milet, yek dewlet, yek ziman, yek olî', sîstema jiyana bi hev re ya pirrengî ye. Li hemberî dîktatoriyê, pêkanîna demokrasiyê ye."

RUHÊ FEDAÎ YÊ APOY'I VÎNA LI KURDISTANÊ MEZIN DIKE

Karayilan diyar kir, berxwedana bi pêşengiya Cizîr û Sûrê hat destpêkirin îro li bajarên cuda dewam dike û destnîşan kir, ku vê berxwedanê encamên gelekî afirand. Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat karayilan got, "Beriya her tiştî vînbûyîn derxist holê. Plana Têkibirinê ji hev xist. Sîstema AKP'ê xitimand; bêçare hişt. Vê pêvajoya berxwedanê nîşan da, ku dikarin dorpêç bikin, dikarin her şêwe teknolojiyê bi kar bînin, dikarin bajaran hilweşînin, lê ti carî nikarin vîna gelê me teslîm bigirin. Wateya berxwedanên Sûr û Cizîrê ev e."

Fermandar Karayilan da zanîn, ku îro li Nisêbîn û Şirnexê bi taktîkên gelekî dewlemend û rêbazên xurt, heman vîn tê nîşandan û got, "Ev vînbûyîn li ijdî faşîzm, li dijî mêtîngerî û zilmê vînbûya edalet, mirovahî, azadî û demokrasiyê ye. Ruhê Apoyî îro li kolanên Kurdistanê, li meydana şer vê vînê mezin dike. Bêguman ev yek tiştekî gelekî watedar e."

'GERÎLA WÊ JI SEDÎ SED BI ROLA XWE RABE'

Karayilan destnîşan kir, ya ku divê ji niha û pê ve were kirin, gurkirin û geşkirina asta derketiye holê ye û got, "Ji ber ku di pêvajoya heta niha de bandora şert û mercên zivistanê gelekî mezin bû. Mercên liv û tevgerê kêm bûn. Lewma barê giran li ser milê bajaran ma. Li gorî plana dijmin; wê di meha Kanûnê de bajar teslîm bigirta û piştre jî berê xwe bidan çiyê û bikira ku gerîla bi rengekî qels û lawaz dest bi bihara 2016'an bike. Lê belê ciwanên welatparêz ên dilsozê welatê xwe, di vê pêvajoya zivistanê de bi têkoşîneke xurt ev plan ji hev xistin. Îro jî bi hatina biharê re êdî dor hatiye gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê. Ji bo gerîla karibin bi hêsanî tevbigerin şert û mercên guncaw afirîn e. Bendewariyên gelê me, Rêberê me, şehîdên me û dostên me ji gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê hene; gerîla wê ji sedî sed bi vê rola xwe rabe."

'GELÊ KURDISTANÊ Û DOSTÊN WAN BI SER KEVIN'

Karayilan da xuyakirin, ku dewleta Tirk di şer de giraniyê dide ser teknîkê, li ser bingeha vê teknîkê dixwaze bi JOH û POH'ên xwe ve encamê bi dest bixe û axaftina xwe wiha dewam kir: "Lê belê derketiye holê ku bi vî rengî nameşe. Van 9 mehên pêvajoya berxwedanê nîşan dane ku ev hêz di kîjan halî de ne. Ev bi teknîkê şer dikin, ne bi vînê. Lê belê şer ne bi teknîkê, bi vîna mirovan tê qezenckirin. Li kîjan devera cîhanê teknîkeke nû derketibe holê dewleta Tirk hema yekser dikire, dide destê JOH-POH'an û ji wan re dibêje 'bi vê ve encamê bi dest bixe'. Lê dema dibînin bi vê jî nikarin encamê bi dest bixînin, hingî dibêjin, 'em çekên xurtir bibînin û ji dûr ve avahiyan, bajaran hilweşînin'. Lewma berxwedana YPS'ê ya li bajaran berxwedaneke li cîhanê kêm caran hatiye dîtin e. Tank dor li bajaran digirin û bênavber bombeyan lê dibarînin. Niha ew obus, top, hawan têrê nakin, radibin çekên cuda bi kar tînin. Yanî dixwazin ji derve ve her tiştî xerab ikin, bişewitînin û bi vî rengî bi pêş de biçin. Eşkere ye hêzeke bi vî rengî şer bike, nikare bi ser keve. Bi xurtkirina dewlemendiya taktîkan a berxwedana heta roja îro hat meşandin û bi pêngava nû ya gerîla re wê ev hêz bişikên.

Tevî rewş ev e, Erdogan radibe dibêje 'Me PKK têk bir'. Hînê gerîla dest bi şer nekiriye ku tu radibêje 'me ew têk bir'. Te kî li ku têk bir! Tu van gotinan ji bo xapandina civaka Tirkiyeyê û morala hêzên têkçûyî bilêv dike. Bi vê rêveçûnê re bahozeke mezin nêz dibe, tu jî bi vê dizane. Lewma tu bi vî rengî daxive. "

Karayilan destnîşan kir ku Gelê Kuristanê û hêzên demokrasiyê wê bi ser kevin.

...