Karayilan: AKP’ê bi girtin û binçavkirina HDP’iyan êrîşên xwe gihand lûtkeyê
Mûrat Karayilan: Gelê me pêwîst e vê bizanibe; ger ku li hemberî vê êrîşkeriyê bêdeng bimîne wê ev êrîşana berfireh bibin û wê li Kurdistanê şer hîn kûr bibe.
Mûrat Karayilan: Gelê me pêwîst e vê bizanibe; ger ku li hemberî vê êrîşkeriyê bêdeng bimîne wê ev êrîşana berfireh bibin û wê li Kurdistanê şer hîn kûr bibe.
Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan tevlî merasîma bidawîkirina Akademiya Hakî Karer bû û li vir axivî.
Karayilan têkîldarî êrîşên li ser parlamenterên HDP’ê jî destnîşan kir ku divê gelê Kurd li tevahiya cîhanê li hemberî vê destdirêjiya faşîzma AKP dagirkeriya Tirkiyeyê dengê xwe derxe, dengê xwe bilind bike û li nûnerên xwe xwedî derkeve û got: “Nûnerên xwe xwedî derketin li xwe xwedî derketin e, li dahatûya xwe xwedî derketin e. ji bo vê yekê divê her kesek girîngiya roja îro bide berçav û li gorî wê tevbigere. Em ê jî wekî tevger li hemberî vê helbet bêdeng nemînin. Ev êrîşên AKP wisa li ser nirxên gelê me pêş dixe, li ser siyasetmedar, çand û saziyên Kurd pêş dixe heman demî bi xwe re şer jî wê kûr bike. ji ber ku bi êrîş bi şîdet tê ser gelê me, tê ser me. mafê me heye ku em li ber xwe bidin. Bi her şêwazî li ber xwe bidin.”
Hin ji axaftinên Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan wiha ne:
‘ÊDÎ GELÊ KURD JÎ DIVÊ XWEDAN CIH, WAR Û STATU BE’
Roja îro li hêremên me, li herêma Rojhilata Navîn şerekî berfireh heye. Ev şer weke şerê cîhanê yê sêyemîn e. Gelek enî beşdarî vî şerî ne. Hem hêzên navneteweyî hem jî hêzên navdewletî bi awayekî yekser û neyekser beşdarî vî şerî ne. Di vî şerî de li hemberî DAÎŞ û EL Nusrayê, li hemberî faşîzma ku ew dixwazin li hember gelê herêmê bimeşînin;di vî şerî de gelê Kurd derket pêş. Bi piştevaniya dewleta Tirkiyeyê, hikûmeta AKP’ê, Erebîstana Siûdî, Qatarê, Tevgerên Selefî ku di herêmê de hatî xurtkirin, li hemberî gelên herêmê, li hemberî dahatûya gelan û li hember mirovahatiyê bûn xeteriyek mezin. Ji ber ku ev çeteyan di bin perdeya Îslamî de wehşetê dimeşînin. Ev komkujiyana bi destê van dewletên ku me navên wan hejmart ve tên kirin. Çek, pere û derfet tev ji aliyê van dewletan ve tên temînkirin.
Li hemberî van çeteyan Tevgera me li her derekê têkoşîn pêş xist. Têkoşîna bîrdozî û siyasî pêş xist. Dema ku ji aliyê wan ve destdirêjî li hemberî nirxên gelê Kurd, li ser gelê Ereb û gelê herêmê kirin, biberxwedanî bersiv hate dayîn. Tevgera Azadiya Kurdistanê li hemberî vê tarîtî û faşîzma bi destê DAÎŞ’ê ku AKP dixwest di herêmê de xwe serwer bike, van gelan li ber xwe dan. Taybet gelê Kurd bi tevahî li ber xwe da. Di Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de li hember van kiryarên çeteyan sekneke girîng pêş ket. Vê yekê gelê Kurd di herêmê de hê zêdetir pêş xist û kir aktorekî sereke. Li hember êrîşên çeteyan, li hember zilma dagirkeriyê berxwedana ku di pêşengtiya Tevgera me de meşiyayî, hem stratejiya gelê Kurd xurt kir, hem jî projeya çareseriya pirsgirêka Kurd, projeyên çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn xist rojeva cîhanê. Û vê yekê gelê Kurd di herêmê de kir asteke pêşeng. Xuya bû ku êdî gelê Kurd jî di herêmê de divê xwedan cih, war û statu be.
‘AKP’Ê PIŞTÎ MASE QULIPAND, BIRYARA ŞER Û QIRKIRINEK NÛ DA’
Bi taybet di Newroza 2013’an de deklerasyona ku Rêber APO weşandî wekî manîfestoya gelên herêmê û gelên Kurdistanê ye. Li ser bingehê wê manîfestoyê têkoşîna gelê Kurd hin zêde bilind bû, xurt bû û berfireh bû. Vaye li hemberî vê pêşveçûnê dagirkeriya li ser Kurdistanê pir aciz bû, tehemul nekir. Pêvajoyê çareseriyê vala derxist. Mutabaqata ku li Dolmabahçeyê hatiye kirin, red kir. Masaya guftûgo ya dîalogê qulipand û li hemberî gelê Kurd dagirkeriya Tirkiyê di pêşengtiya AKP’ê de serdemeke şer û qirkirinê nû xist bin biryarê. Di hundirê sîstemê de ruxmê ku nakokî hebûn, lewazî hebûn, lê belê bi tîfaka AKP, Ergenekon û MHP wisa xwestin xwe xurt bikin û li hemberî gelê me êrîşeke faşîzan a dagirkeriya qirkirinê bi rê xistin. Ji vê re gotin, plana ‘çok danîna erdê’ ango civaka Kurd a ku ji hemû milî de bilind bûye careke din çong bidin erdê û bixînin. Li hemberî gelê Kurd û li hember çepê Tirkiyê û demokrasiya Tirkiyê di hundirê Tirkiyê de êrîşkeriyeke pêş ket.
Heta ji bo ku li hemberî pêşveçûna gelê Kurd dewletên li ser Kurdistanê yên desthilatdar ên din jî beşdar bibin rejîma AKP pir hewl da bi Îran, Sûriyeyê re tifaqê pêş bixe. Cardin ji bo ku hêzên navnetewî di bingehê komploya navnetewî de li hemberî têkoşîna azadiya Kurd wisa bixin dewrê û komployê navnetewî zindî bike hewldanên mezin pêş xistin, Tirkiye xist bazarê. Armancê wan xeniqandina gelê Kurd û têkoşîna azadiyê ye. Berê xwestin vê bi destê El Nusra û Daîşê bikin, dema ku li hemberî berxwedana Kurd li Kobanî, Şengal êrîşên El Nusra û Daîşê bin keftin vê carê faşîzma AKP bi xwe kete dewrê.
Jixwe Erdogan gotiye ‘ez du tiştan nikarim qebûl bikim. Yek, serkeftina Kobanî, yê din jî serkeftina 7’ê Hezîranê.’ Ji bo vê her rêbazî niha bi kar tînin. Destpêkê li dijî gelê Kurd bi tifaqa Fethullah û Erdogan şer kirin. Ev operasyonê KCK li ser esasê vê tifaqê pêş xistin. Ji bo vala derxistina pêvajoyê dîalogê ev tevgerê Fethulah bi kar anîn. Wekî maşa bi kar anîn. Piştre ji bo parvekirina pereyan, ji bo parvekirina talanê di navbera Erdogan û Fethulah de nakokî çêbû û li dijî hev xebitîn. Di 15’ê Tîrmehê de Fethulah û hinek hêzên din xwestin dest bidin ser desthilatê, şer kirin, ev tevgera ku xwest weke derbe bike bin ket. Niha AKP vê heya dawiyê bi kar tîne, dixwaze li Tirkiyeyê sîstemeke dîktator faşîzan pêş bixe. Doza azadiya gelê Kurd bi temamî tesfiye bike. Ji bo vê yekê ev pêvajoyê awarte 3 mehên din dirêj kirin. Bi esasî fethullahî kî ne, ne kî ne diyar e. Hemû hevalên hev in, hev nas dikin. Hemû di nava dewletê de ne. Jixwe hemû di hundirê 3 mehan de girtin. Dirêjkirinê 3 mehên duyem ji bo Tevgera Azadiyê û ji bo Tevgera Çep, Sosyalîst, demokrasiya Tirkiyeyê ye.
Niha rejîma AKP ji bo muxalefetê xwe hemû tesfiye bike ji bo ku têkoşîna azadî, demokrasiyê di Tirkiyê de ji holê rake di êrîşeke berfireh de ye. Di Tirkiyê de gelek hêz ji vê êrîşê tirsiyan û xwe paş ve kişandin. Niha yê ku li ber xwe didin gelê Kurd e, tevgerê azadiya Kurdistan e û hinek hevalbendê tevgera azadiya Kurdistan tevgerên çep û demokratîkxwazên Tirkiyeyê ne. Niha jî êrîşa faşîzmê li ser van pêş dikeve. Ji ber ku desthilata Erdogan binê xwe vala ye, ji xwe ditirse. Dîtin ku dike binkeve, sedema vê jî têkoşîna azadiya Kurdistan e. Ji bo wê têkoşîna azadiya Kurdistanê niha kiriye hedefa xwe ya yekem. Tenê ne di hundirê sînorê fermî yê Tirkiyê de derveyê sînorên Tirkiyê jî êdî êrîşên xwe pêş dixin. Li aliyeke zimandirêjiyê li ser hêzên navnetewî dike, yan jî nav dewletî. Çima? Dibêje, hûn jî çima pişta min nagirin, çima hûn jî li dijî azadîxwaziya gelê Kurd ranewestin’ gelê me yê rojava derveyê dijî Daîş û El Nusra şer kirinê zêdetir li hemberî çi kesekê yek mermî neteqandiye. Gelê me yê rojava heya niha di Sûrî de xelkê herî tê pelixandin e, di bin zilmê de bû. Niha derfet çêbû, xwe li hemberî êrîşên bi piştevaniya AKP ên DAÎŞ û El Nusra parast wisa di wir de êdî Suriyeyek demokratîk ava bibe, diyar bû ku gelê Kurd jî wê êdî bibe xwedan statu. Ji bo vê hem dixwaze cîhan li dijî bisekine, hem jî niha ew bi xwe mudaxeleyê Rojava dike. Ango gelê Kurd niha li wir mafê xwe yê xwezayî digire, ji te re çi? Dibêje, ‘na. Ji ber ku Kurd e, nabe ku statu bigire.’ Bi heman şêwazî gelê Şengalê li ber xwe da, niha Şengal kiriye hedef, dixwaze teqez xwe di Mûsilê de bi cih bike, destdirêjiyê li ser Başûrê Kurdistanê bike û wisa bixe bin kontrolê xwe.
Niha ew dixwaze şoreşa Rojava bixeniqîne ji bo ku statu negire. Statuya ku li Başûrê Kurdistanê heyî bixe bin kontrola xwe ku di dahatûyê de wê jî bixeniqîne. Ji bona ku van tiştana pêk bîne pêwîstî heye ku li Bakurê Kurdistanê şoreşa azadî qels bike û marjînal bike. Niha ji bo vê tevdigere. Dema ku vê dike dixwaze hinek Kurd jî ji xwe re bikin hevkar. Lê divê êdî her kesek vê bibîne. Niyetê wan xirab e. Dijminatiyeke pir eşkere dikin. Ev dixuyê.
‘JI BO PLANÊN XWE YÊN ROJAVA DIXWAZIN LI BAKURÊ KURDISTANÊ GEL BÊDENG BIKIN’
Armanca wan niha ev e; ger ku li Bakurê Kurdistanê gelê me bêdeng bikin, bipelixînin, wê çaxê wê bikaribin li ser Rojava jî planên xwe pêk bînin, li ser Başûr û Rojhilat jî pêk bînin. Ji bona wê navend niha Bakurê Kurdistan e. Ji ber ku ew di hewldanên xwe yê li ser Rojavayê Kurdistanê bi ser neketin. Vaye operasyona Reqayê di aliyê QSD’ê de bi rê dikeve, dewleta Tirk ne tê de ye. Guregur dikin dibêjin ‘em ê Minbic bigirin’ ev wisa ne hêsanî ne. Ango çawa ku planê AKP yê heya niha li ser Sûriyeyê binketî bû, yên niha jî binketî ne. Xelkên Ereb niha li herêma Şehba li dijî dagirkeriya Tirkiyê ber xwe dide. Ango ew armancên xwe yê li ser Rojava nikare bi ser bixîne. Di heman demî de xwest beşdarî operasyona Musilê bibe, destdirêjiyê li ser Musilê bike, wisa planên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê pêk bîne. Li hemberî vê jî bertek çêbûn, dewleta Iraqê dewletên dîtir ên cîhanî destdirêjiya Tirkiyê qebûl nekirin. Di wir de jî niha binketiye, teng bûye. Ango di hemleyê xwe yê Rojava de encam negirt, ê li ser Iraq û Başûrê Kurdistanê encam negirt; ew niha berê xwe dide Bakur. Ew dibêje ku, ez li Bakur tevgera azadiyê tasfiye bikim, wê çaxê ezê li her derê encam bigirim. Ji bo ku tesfîye bike dewleta Tirkiyê ev 33 sal in êrîşên xwe li ser gerîla dimeşîne, dibêje, ‘ez ê PKK’ê ya îro yan jî sibehê tesfiye bikim!’ roja ku di 15’ê Tebaxa 1984’an de têkoşîna çekdarî dest pê bû Kenan Evren digot, di 72 saetan de em ê tesfiye bikin.’ Dûvre Tansû Çîler got, ‘ez ê di 3 mehan de tesfiye bikim’ niha jî Erdogan dibêje ku ‘em ê heya meha Nîsanê tesfiye bikin’ bi koalîsyon û tifaqa MHP û Ergenekon, bi hinek xeta hevkarên Kurd dibêje, ‘ez ê tevgera azadiya Kurdistan heya meha Nîsanê tesfiye bikim.
‘DIXWAZE TEVAHÎ ÇEPERÊN KURDAN TINE BIKE’
Ango dewleta Tirkiye ev 33 sal in her dibêje, 3 meh, 6 meh, lê her ku çû ev tevger mezin bû. Çima? Ji ber ku ev tevgera li ser heqîqetekê dimeşe. Heqîqeta Kurd û Kurdistan heye. Ev tevgera mafê gelê Kurd ê xwezayî dixwaze, ew nikarin vê ji holê rakin. Her wê ew bin kevin. Niha jî wê binkevin. Êdî nema ew karibin li ser heqîqeta Kurd û Kurdistanê bigirin. Di vê serdemê girîng de di vê serdemê ku li herêma Rojhilata Navîn şereke berfireh heyî êdî gelê Kurd wê bigihîje mafê xwe yê xwezayî. Kesek êdî nikare pêşiya vê bigire. Lê niha Erdogan dibêje ‘ez ê bigirim’. Çima? Dibêje, yên berê teng tevgeriyan, ji hemû milan ve êrîş li ser Kurdan nemeşandin, niha ez hem li Bakur, Rojava, Başûr, Rojhilat û li her derekê ez dixwazim serweriyê çêbikim ez ê encam bigirim.’ Wisa dibêje, lê em dizanin ku çi hêzê xwe jî tune ye. Ew bi îstîxbaratê, teknîk û bi şerê psîkolojîk dixwaze biçe encamê. Çi hêzê xwe yê wisa bikaribe şer bike jî bi esasî li ser erdê nîne. Lê ew dixwaze bi êrîş xwe xurt bike. Êrîş bike, di Tirkiyê de pêla şovenîzmê xurt bike, wisa sîstema xwe yê dîktator a faşîzan bi sazî bike û tevgera azadiyê bike hedef wisa biçe encamê. Armanca xwe ev e.
Ji bona vê ev tevgera Fethulah çawa ku berê li dijî me şixûlan kir maşe, kir tetîkkeşê xwe niha jî wan kirine hincet, ji 15’ê Tîrmehê vir ve kanûnên awarte derxistin, dixwazin hemû derfetên gelê Kurd, siyaset, çand û hemû sengerên ku gelê Kurd qezenc kirî, destkeftiyên gelê Kurd bi vî awayî hemû ji holê rakin. Ji bo vana pêk bîne pêwîste civaka Kurd bêdeng bikin. Ji bo bêdengiyê we dît, çawa bi êrîşkeriye dijwar çû ser bajaran bajarên ber xwe dayî xwest ku xirab bike. Lê di wir de negîhaşt çi encamê. Niha dixwaze ku şarederên Kurd ji dest gelê Kurd bigire, parlementeran bigire, ji bo ku dengê gelê Kurd neçe hevdû û neçe derve destpêk bi çapemeniyê dest pê kir. Ne wisa? Çapemeniyê Kurd ê çandî, ziman, civakî û yê siyasî radyo, rojname û televîzyon hemû girtin. Ên ku tenê ziman fêrî zarokan dikir ew jî girtin. Di wir de destpê kirin. Cardin ên ku mimkûne deng û bahsên gelê Kurd biweşînin ew jî girtin. Mînak wekî televîzyona Hayat, ên çepê Tirkiyê jî girtin. Ev pêlê li ser çapemeniyê niha heya rojnameya Cumhuriyetê birin. Niha nivîskarê rojnameyê Cumhuriyet di bin çav de ne. Ango wisa dike ku bêdengiyeke çêbike kesek behsa doza azadiya Kurd neke, kesek li hemberî ev faşîzma AKP’ê dengê xwe dernexe.
Civaka Kurd bi kê pişta xwe germ e? Bi hevşaredaran. Dest dide ser wan jî. Dixwaze çi mewzî nemînin. Vaye di Tirkiyê de weke sazîbûneke nû weke partiya gelan hemû gel û baweriyên li Tirkiyê heyî tê de cih girtin, ango HDP niha me dît ku şeva bihurî di nîvê şevê de operasyoneke berfireh li ser HDP çêkirin. Hevserokatiya HDP’ê birêz Selahadîn Demîrtaş û birêz Fîgen Yuksekdag binçav kirin. Wekî din bi giştî 11 parlementerên HDP niha di bin çavan de ne. Beriya wê hevseroka şaredariya Amedê binçav kirin. Berpirsyara tevgera azadiya jin, berpirsyara KJA’yê birêz Ayla Akat kirin binçav.
Niha jî bi girtina hevserok û parlementerên HDP’ê, AKP’ê ev êrîşên xwe gîhand lûtkeya herî bilind. Faşîzm êdî gîhaşt her derê. Sibe wê bigîhê derên dîtir jî. Eger ku niha gelê Kurdistanê û demokratîkxwaz û aştîxwazên Tirkiyê hemû kesên ji sîstemê hatine dervekirin, xelkên me yê Elewî, kedkarên Tirkiyê, tevgerên Çep ên li Tirkiyê ger ku li hemberî vê destdirêjiya faşîzma AKP’ê bêdeng bimînin wê sibe ev destdirêjî biçe derên din jî. Wekî wê meseleya papazê li Elman wê jiyan bibe. Çawa ku papaz got, Gestapoyê Hîtler li Elmanya rojeke kî digire dibêjin, kî ye, dibêje siyasetmedar in. Roja din dibêje kî digire? dibêje, karker in. Roja din dipirse dibêje êdî dor hatiye papazan. Dibêje, ez bêdeng mam wisa bû. Niha ev tişta divê ku li Tirkiye neyê jiyan kirinê. Ji bo wê li hemberî faşîzma AKP’ê ya dewleta Tirkiyê divê ku hêzên demokratîkxwaz, aştîxwaz, alîgirên biratiya gelan deng derxînin û li dij derkevin. Gelê me pêwîst e vê bizanibe; ger ku li hemberî vê êrîşkeriyê bêdeng bimîne wê ev êrîşana berfireh bibin û wê li Kurdistanê şer hîn kûr bibe. AKP dixwaze niha împaratoriyeke tirsê çêbike. Ji bo wê dixwaze her kesî bêdeng bike. Divê di vê demî de em netirsin. Gelê me mafdar e, wekî gel divê li nûnerên xwe xwedî derkeve. Li hevserokên xwe xwedî derkeve. Serokşaredarên xwe xwedî derkeve û parlementerên xwe xwedî derkeve. Ger ku wisa li îradeya xwe xwedî derkeve wê çaxê hîn zêdetir wê werin ser me.
Niha di nîvê şevê de deriyê parlementeran şikandin û ketina hundir tê wê wateyê ku sibe wê hemû deriyan bişkînin. Ji bo wê ev dem demekê ku divê mirov berpirsyar nêz bibe, demekê hîn zêde rêxistinê dixwaze demekê hîn zêde cesaretê dixwaze û demekê hîn zêde tevgerî û çalakiyê dixwaze. Çalakiyên gelêrî dixwaze. Gelê Kurd biryar daye ku êdî xwedan nasname be, xwedan statu be. Vaye AKP ji bo ku gelê Kurd statu negire êrîşê Rojava, Başûr dike û êrîşê saziyên tevahiya Bakur dike. Em jî dixwazin xwedan nasnamebin ne kole bin. Bibin xwedan statu. Wê çaxê divê em her kesek destê xwe bixin bin ber. Ji faşîzma AKP’ê netirsin û têkoşîna ku tê xwestin bikin.
Niha îro mirov dikare bibêje ku gelê Kurd li pêşiya cîhanê bi îmtîhanekê re rûbirû ye. Ango cîhan hemû niha temaşe dike. Hele ku piştî hevserokên şaredariya Amedê hatin girtin, dûv wê jî hevserokên HDP’ê hatin girtin; ka dike civaka Kurd çi bike! Dike bitirse, xwe bêdeng bikşîne hundirê mala xwe, lê na wê derkeve kolanan! Vaye di vir de wê civaka Kurd astê xwe zelal bike. Sekna xwe wê raberî her kesî bike. Ango derkeve wê raber bibe ku gelek xwedan îrade ye, li îradeya xwe xwedî derdikeve, qet û qet stuxwariyê nake, heq kiriye ku azad bijî. Lê na ger ku xwe belav bike, bitirse, veşêre wê çaxê kesekê wisa heq nekiriye. Wê qinetek wisa di cîhanê de çêbibe. Ji bona wê di van rojan de bêdeng nemayîn, deng derxistin, li hemberî zilmê pêşxistina hevgirtinê û seknekê bi wate pir û pir girîng e. AKP bi perdeyê dîn îslamî civaka Tirkiye xapand. Xwest ku gelê Kurd jî bixapîne, lê gelê Kurd nehat xapandin. Ev yek di 7’ê Hezîranê de raber kir. Niha derket holê ku ev ne yên îslamîne. Ew nijadperest in. Heqîqetê wan têkoşîna gelê Kurd eşkere kir. Lewma ew bi bertek in. Eger ku gelê Kurd di vê seknê xwe de israr bike wê ew bikevin. Ji ber ku ew neheqin û ew îro bingehê xwe lewaz in. Em xwedan heq in, bingehê me xurt e, gotinên me di cih de ne. Lê bes em di pratîkê de jî li gotinên xwe xwedî derkevin.
‘EZ VÊ QEBÛL NAKIM!’
Gelê me yê hêja ji bo ku wisa di pratîkê de li gotinên xwe xwedî derkeve divê roja îro bêdeng nemîne, li derveyê welat, di hundirê welat li tevahiya cîhanê her Kurdistaniyeke heyî li hemberî vê destdirêjiya faşîzma AKP dagirkeriya Tirkiyê divê dengê xwe derxe, dengê xwe bilind bike û li nûnerên xwe xwedî derkeve. Nûnerên xwe xwedî derketin li xwe xwedî derketin e, li dahatûya xwe xwedî derketin e. ji bo vê yekê divê her kesek girîngiya roja îro bide berçav û li gorî wê tevbigere. Em wekî tevger li hemberî vê helbet bêdeng namînin. Ev êrîşên AKP wisa li ser nirxên gelê me pêş dixe, li ser siyasetmedar, çand û saziyên Kurd pêş dixe heman demî bi xwe re şer jî wê kûr bike. ji ber ku bi êrîş bi şîdet tê ser gelê me, tê ser me. mafê me heye ku em li ber xwe bidin. Bi her şêwazî li ber xwe bidin. Em wekî rêxistin dikarin di hemû eniyan de bersivên pêwîst bidin û emê bidin jî. Lê belê ev mesele tenê ne meseleyekê hêzên profesyonel û pêşxistina şer tenê ye. dijmin wisa dibêje. Dibêje, ‘vaye Kurd dest ji PKK, HDP û Kurditiyê berdan, êdî bi me re ne. emê şer geş bikin.’ ango ji bo em dijmin bixînin divê her kes erka xwe pêk bîne. Gerîla jî, siyasetmedar jî, hemû kadro pêk bînin lê divê gel jî pêk bîne. Wisa ev hevdû temam bikin kesek bi me nikare. Ji bona wê divê niha her kesek bi berpirsyar nêz bibe. Rast e, berpirsyariya herî mezîn û barê herî mezin di stuyê me de ye em vê dizanin. Ji bo em ji bin rabin, em ê tiştên pêwîst bikin. lê divê gelê me jî xwe nede alî, bêdeng nemîne, destê dijmin xurt neke. Ji ber ku bêdeng mayîn, destê faşîzma AKP xurt kirin e. AKP dibêje, vaye milet jî bi min re ye’ bi vî awayî êrîşê hîn geş dike. ji bo wê divê her kes derkeve pêş derî û kolanên xwe bibêje “ez vê qebûl nakim” roj rojeke wisa ye. roj roja xîretê ye, roj roja rûmetê ye, roj roja fedakartiyê ye. Em bawerin ku gelê me wê vê fedakariyê raber bike û bersivê pêwîst emê li hemû qadan bidin vê êrîşkarî û faşîzmê. Wisa doza azadî û demokrasiyê, biratiya gelan bi ser xînin. hêviya me ev e û li ser vê esasî têkoşîna azadiya Kurdistan di vê kêliya dîrokê de hîn zêde bilind bibe. çawa ku li Rojavayê Kurdistanê berxwedana gelê me her diçe bi ser dikeve, li Başûrê Kurdistanê gelê me destkeftiyên xwe xwedî derdikeve li Bakurê Kurdistanê jî wê gelê me destkeftiyên xwe xwedî derkeve û êrîşên li ser destkeftiyên me pêş dikeve bersivên pêwîst bide. Hêvî û baweriya me ev e. em li ser esasê vê hêvî û vê baweriyê ji bo hemû gelê me ji bo hemû têkoşînvanan re serkeftinê dixwazin.”