Karasû: Em li ber faşîzma AKP'ê rabin, têkoşînê mezin bikin
Mûstafa Karasû: Divê gelê Kurd li dijî êrîşan xwedî li rûmeta xwe derkeve. Ne tenê li Amedê li her cihî divê rabe ser piyan. Em bang li hêzên demokrasiyê û gelên Tirkiyeyê dikin, ku bi gelê Kurd re li dijî faşîzma AKP'ê têkoşînê xurt bikin.
ANF
BEHDÎNAN
çarşem, 2 sermawezê 2016, 13:48
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû da xuyakirin, ku faşîzma Tirkiyeyê ya bi serkêşiya Erdogan bi rê ve diçe, di asta herî bilind de ye û got, "Şerê li dijî gelê Kurd tê meşandin, êdî hemû hêzên mûxalîf daye ber xwe. Li Kurdistanê qeyûm li şaredariyan tên tayînkirin û hevşaredar tên girtin, çapemeniya azad tê bêdengkirin û li Tirkiyeyê jî hêzên cihêreng û çapemeniya mûxalîf tên bêdengkirin."
Karasû destnîşan kir, AKP dixwaze rejîmeke faşîst ava bike û anî ziman, yekane rêya pêşîgirtina li vê desthilatdariya faşîst, têkoşîna hevpar a eniya demokrasiyê ye. Karasû bal kişand ser desteserkirina şaredariyên li Kurdistanê û girtina hevşaredaran û got, "Divê gelê Kurd li dijî van êrîşan xwedî li rûmeta xwe derkeve."
'ERDOGAN-AKP DIXWAZIN BIBIN LÎDER-PARTIYA NÛ YA DAMEZRÎNER A TIRKIYEYÊ'
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû da zanîn, desthilatdariya AKP'ê di nava çardeh salan de bi tesfiyekirina mûxalîfan xwe gihandiye roja îro û got, "Ji destpêkê ev armanceke Erdogan hebû. Li ser bingeha mezhebî û neteweperestî dixwest Tirkiyeyê ji nû ve dîzayn bike. Yanî dixwest rejîmeke faşîst hegemonîk, otorîter, mezhebî û neteweperest ava bike. Ji bo zexmkirina desthilatdariya xwe, xwest hêzên mûxalîf yek bi yek bitevizîne û xwe bike hêza hegemon. Erdogan-AKP dixwaze bibe lîder-partiya nû ya damezrîner a Tirkiyeyê."
'AKP-ERDOGAN WÊ TÊK BIÇE'
Karasû şerê Erdogan li dijî Kurdan û hemû hêzên mûxalîf ên li Tirkiyeyê dimeşîne nirxand û got, "Mîna hemû desthilatdariyên faşîst, çawa ku di serdemên avakirina sîstemeke nû ya hegemonîk de timî dijminên derve afirandin, bala civakê kişand ser wê û li ser vê bingehê mûxalîfên hundirîn tepisandin, polîtîkaya niha tê meşandin jî ev e. Desthilatdariya AKP'ê vê yekê li Sûriye û Iraqê dimeşîne. Her roj mesajan dide derve, gefan dixwe. Vê yekê jî, ji bo li hundir Kurdan û hêzên demokrasiyê bitepisîne, dike. Di vî warî de hin gav avêtiye, ku li gorî xwe hin destketî jî bi dest xistiye. Tifaqeke ku hema bêje hemû mûxalîfan ditevizîne, ava kiriye û hêzek li dora xwe civandiye. Niha jî êrîşên xwe zêde kiriye. Zêdebûna van êrîşan ji aliyekî ve aliyê wî yê qels e. Rewşa dîrokî ya heyî ya li Tirkiyeyê, rewşa li Rojhilata Navîn û cîhanê zemîneke ku AKP lê bide desthilatdar li Tirkiyeyê afirandiye. Bûyer û qewimînên li herêmê destekê nadin desthilatdariya AKP'ê. Pirsgirêkên xwe bi Yekîtiya Ewropa, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û gelan re heye. Pirsgirêkên xwe yên aboriyê zêde dibe. Bi Kurdan re di nava şer de ye. AKP-Erdogan vê dibînin; eger bi rastî jî serwer û hegemon nebe, wê têk biçe."
Karasû da xuyakirin, ku desthilatdariya AKP'ê ji bo qelsiya xwe ji holê rake hewl dide hemû dengên mûxalîf bibire û işaret bi navgînên çapemeniya azad û mûxalîf kir, ku piraniya wan di vê demê de hatine girtin.
'EM DIXWAZIN TIRKIYE DEMOKRATÎK BIBE'
Karasû destnîşan kir, ku ev êrîş nû nînin û got, "Êrîşa li dijî Cizîr, Gever, Şirnex û Nisêbînê, êrîşa li dijî çapemeniya Kurd û ya li dijî rojnameya Cûmhûriyetê yek e. Ji ber heman zîhniyetê Asli Erdogan û Necmî Alpay hatin girtin. Girtina Hîkmet Çetînkaya û Aydin Engîn encama heman ferasetê ye. Lazim e her kes bi vê zanibe."
Karasû ragihand, desthilatdariya AKP'ê naxwaze Tirkiye demokratîk bibe û Kurd ji vê yekê sûdê bigirin û got, "Qedera Kurdan û hêzên demokrasiyê êdî bûye yek. Lewma hegemonya faşîst êrîşî Kurdan û hêzên demokrasiyê dike."
Karasû anî ziman, Tevgera Azadiyê ya Kurd li ser bingeha demokratîkbûna Tirkiyeyê yekîtiya gelan dixxwaze û got, "Li ser bingeha mafên bingehîn ên Kurdan em dixwazin Tirkiye demokratîk bibe. Belê di sala 1923'an de komarek ava bû. Şert û mercên wê demê cuda bû. Lê niha pêwîstiya komarê bi demokratîkbûnê heye. Em alîgirê demokratîkbûna komarê ne. Meclîsa destpêkê meclîsa hevpar a Kurd û Tirkan bû. Em Tirkiyeyeke bi vî rengî dixwazin. Lê AKP Tirkiyeyeke hegemonîk û mezhebî dixwaze."
Karasû ji hêzên demokratîk xwest, ku bi baldarî tevbigerin, helwestê li dijî desthilatdariya AKP'ê nîşan bidin û li cem Kurdan cih bigirin.
'GIRÎNG E KURD RABIN SER PIYAN'
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû polîtîkayên di dema Şêx Seîd de li dijî Kurdan hatin meşandin bibîr xist û diyar kir, heman polîtîka di roja îro de bi rengekî dijwartir tên meşandin.
Karasû got, "Herî dawî girtina Hevşaredarên Amedê êrîşek li dijî Kurdan e, ji bo şikandina vîna Kurdan û tinekirina wan e. Polîtîkaya di dema Şêx Seîd de hat meşandin çi bû, niha jî heman polîtîka bi rengekî dijwar tê meşandin. Ji ber vê ekê divê Kurd xwedî li hevşaredarên xwe derkevin. Dibe wê berê xwe bidin parlameteran. Lazim e êdî Kurd rabin ser piyan. Sedema van êrîşan ew e ku ew hevşaredar Kurd e, mafên Kurdan diparêze. Ti sedemeke xwe ya din nîne. Qurişekî kesî ji me re nayê. Ji wê derê qurişek ji me re nehatiye. Girîng e gelê Kurd zanibe; êrîşa li djî van şaredariyan êrîşa li dijî vîna wan e, li dijî Kurdîtiyê ye."
Karasû bang li gelê Kurd kir ku xwedî li şaredarî û vîna xwe derkeve û got, "Kurd gelê herî bi rûmet ê dîrokê ye. Divê gelê Kurd li dijî van êrîşan xwedî li rûmeta xwe derkeve. Ne tenê Amed divê her cih rabe ser piyan. Dibe ku li Şirnex û Nisêbînê gel hinekî bi derdê xwe re mijûl e. Divê xwedî li gelê li van deveran jî bê derketin. Û li her cihî rabe ser piyan. Amed, Wan, Êlih, Bazîd, Agirî, Mûş, Bedlîs, Mêrdîn yanî her devera Kurdistanê divê rabe ser piyan û xwedî lê derkevin. Naxwe wê her kesî binpê bikin, bêrûmet bikin. Divê Kurd hemû bi vê zanibin."
Mûstafa Karasû her wiha ji hêzên demokrasiyê û gelên Tirkiyeyê jî xwest, ku li cem têkoşîna Kurdan cih bigirin û got, "Ez careke din dibêjim; têkoşîna me têkoşîna demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Çi yê vê dagirkerî ye? Yê ku bixwaze Tirkiyeyê demokratîk bike, gelo wê nikaribe pirsgirêka Kurd çareser bike? Lewma divê hemû hêzên demokrasiyê, gelên Tirkiyeyê bi gelê Kurd re li dijî faşîzma AKP'ê têkoşînê mezin bikin."