Hîndekarê Zanîngeha Duhokê û endamê Desteya Rêveber a KNK'ê Dr. Kamûran Berwarî ji ANF'ê re axivî û bibîr xist, ku KCK'ê beriya niha gelek caran agirbest û deklerasyonên çareseriyê ragihandiye. Berwarî got, "Lê belê dewleta Tirk her carê bi şer bersiv da. Eger bi rastî jî dixwazin pirsgirêk were çareserkirin, divê dewleta Tirk vê carê gavên pêwîst bavêje."
DEKLARASYONA KCK'Ê FIRSENDEK E
Kamûran Berwarî da xuyakirin, ku deklarasyona çareseriyê ya KCK'ê hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo herêmê firsenda çareseriya pirsgirêkan e û got, "Yên banga vê kirin, divê xwedî li banga xwe derkevin û ji niha û pê ve zextê li dewleta Tirk bikin."
Berwarî diyar kir, KCK Ji bo çareseriya pirsgirêkan bi rengekî demokratîk, timî bi berpirsyarî rabûye û wiha dewam kir: "Ji xwe rêbazên çareseriyê yên KCK pêşniyara wê dike, ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû hêzên herêmê û cîhanê, her wiha ji bo gelan pêşniyarên gelekî maqûl in. Ev deklarasyona dawî jî ji bo siberoja aştiyane ya gelan û Rojhilata Navîn gelekî girîng e. Lewma divê bersiv jê re bê dayîn û bê nirxandin."
'YÊN BANG KIRINE DIVÊ ZEXTÊ LI DEWLETA TIRK BIKIN'
Berwarî di dewama axaftina xwe de ragihand, bi qasî KCK'ê ti hêzeke li Rojhilata Navîn ji bo aştiyeke mayînde tênekoşiya ye û bibîr xist, ku ji bo mayîndebûna aştiyê KCK'ê gelek caran agirbest ragihandiye, lê bersiva li van agirbestan timî bi şer bûye.
Berwarî ragihand, têkoşîna aştiyê ya KCK'ê ne tenê ji bo Kurdan e û got, "KCK aştiyê ne tenê ji bo xwe û gelê Kurd dixwaze. Ji bo hemû gelan û baweriyan dixwaze. Sîstema xweseriya demokratîk xizmetê ji vê re dike."
Kamûran Berwarî da zanîn, deklarasyona hatiye weşandin gelekî girîng e lê bi tena serê xwe têrker nîne û got, "Ya girîng ew e, hêza li pêşber gaveke bi çi rengî bavêje. Di demên bihurî de hemû agirbest û bangên aştiyê bêbersiv man. Ji ber ku ev hêz ji aştiyê re ne amade ne, ji çareseriya demokratîk re ne amade ne. Yên di wan demên bihurî de banga agirbestê li KCK'ê kirin, piştî ragihandina agirbestê zexta pêwîst li dewleta Tirk nekirin. Piştî vê deklarasyonê divê heman tişt dubare nebe. Ya girîng; zexta ew li dewleta Tirk bikin û bersiva dewleta Tirk a li vê yekê ye."
DEMA PÊKHATINA KOMKUJIYÊ BALKÊŞ E'
Kamûran Berwarî bal kişand ser êrîşa bombeyî ya li hemberî daweteke Kurdan a li Dîlokê û got, "Tişta balkêş ew e, roja KCK'ê deklarasyon weşand li Dîlokê komkujiyeke din li hemberî Kurdan hat kirin. Ev rasthatin nîne."
Berwarî bang li Kurdan kir, ku li hemberî êrîşên bi vî rengî hay ji xwe hebin û got, "Dewletên herêmê yên dijminatiyê li Kurdan dikin, xuya ye gelekî tengav bûne. Hem ji aliyê leşkerî, hem ji aliyê siyasî, civakî û dîplomatî, gelekî tengav bûne. Ji xwe dema sîstem û bîrdoziya wan jî derbas bûye."
DAIŞ Û DEWLETA TIRK YEK E
Berwarî da xuyakirin ku komkujiya li Dîlokê encameke hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ'ê ye û wiha dewam kir: "Her kes vê dibîne û pê dizane. Ji xwe her kes dizane DAIŞ û dewleta Tirk yek e. Eger dewleta Tirk vê hevkariya xwe ya bi DAIŞ'ê re neqedîne, ew ê bi xwe winda bike. Ji destpêkê ve yê bi destê DAIŞ'ê êrîşî Kurdan dike, dewleta Tirk e. Lê ji destpêkê ve têkoşîna Kurdan a li hemberî van êrîşan her mezin dibe. Ji niha û pê ve jî ya bi pêş ve biçe wê ev berxwedan be. Lewma divê her kes zanibe, Kurdistanê bêxwedî nîne, gelê Kurd bê xwedî nîne. Û wê êdî serî li ber ti hêzê netewîne."