Kalkan: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir, ku divê ji bo azadiya Ocalan têkoşîn were xurtkirin û got, "Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye."
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir, ku divê ji bo azadiya Ocalan têkoşîn were xurtkirin û got, "Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye."
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan, rewşa ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê fikarên li ser zêde bûn, nirxand. Kalkan diyar kir, divê ji bo azadiya Ocalan têkoşîn were xurtkirin û got, "Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye."
Kalkan bal kişand ser hewldanên Erdogan ên ji bo tesfiyekirina dijberên xwe û tamîrkirina sîstemê li gorî berjewendiyên xwe û got, "Ev hewldan wê bi ti awayî bi ser nekevin. Çi dike bila bike, eger di demeke nêz de pêşî li demokratîkbûnê veneke û hewl bide bi Rewşa Awarte ve dîktatoriyê bide rûniştandin, wê darbeyên nû rû bidin. Darbekar vê carê wê ji nava wan be, ji kesên herî nêzî Erdogan."
PÊVAJOYA DARBEYÊ DEWAM DIKE
Kalkan da zanîn, ev pêvajo pêvajoyeke dewam dike ye û got, "Ji bo pêvajo negihêje vê astê, Rêber Apo hewldanek gelekî mezin nîşan da. Li ser vê yekê hevdîtinên li Îmraliyê qut kirin. Ev 15 meh i bi Rêber Apo re ti hevdîtin nayên kirin. Em nizanin bê li Îmraliyê çi diqewime. Pêwîste deriyên Îmraliyê ji sedî sed werin vekirin. Divê gelê Kurd jî heta vebûna van deriyan qet nesekine. Em dikarin vê bi zelalî bêjin: li ber destê me ti agahî nîne. Bi tenê Wezîrê Edaletê daxuyanî da, lê eger ew rast dibêje, wê demê bila deriyan veke.
Kalkan wiha dewam kir: "Li cihekî ku mirovê li cem dixebite, yawerê wî bi xwe çekê dide serê fermandar, gelo ki yê bi daxuyaniyên wan bawer bike? Lewma kes bi vê daxuyaniyê bawer nake. Pêwîste ji bo ewlekarî û azadiya Rêber Apo têkoşîn bê xurtkirin, mirov biherikin kolanan û nobedên azadiyê ji bo Rêber Apo pêk bînin. Ev aliyekî meseleyê ye.
MIFTEYA ÇARESERIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE
Aliyê din jî; pêvajo bi hewldana Rêber Apo destpê kir û dewam dike. Rêbertî li heman cihî ye. Kî dixwaze vî şerî bisekinîne, cihê ev polîtîka lê were afirandin Îmrali ye. Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye."
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir, ku bi lezgînî pêwîstî bi çareseriya demokratîk heye û da zanîn, ji bilî vê yekê ti rêyeke ku karibe Tirkiyeyê rizgar bike nîne.
Kalkan got, "Heta duh hin hêzên demokratîk ev rastî nedidîtin. Darbe nedîtin, hebûna hêzên şerê navxweyî nedîtin. Ji wan hebû ku wê pirsgirêk bi hêsanî werin çareserkirin, yan jî karibin rewşê îdare bikin. Bi bûyerên dawî re careke din derket holê, ku rewş ne bi vî rengî ye.
Xeteriyeke gelekî mezin heye. Mînak; her tişt ji aliyê alaya parêzvaniya Serokkomar dikir ve hatiye meşandin. Erdogan her kesî sûcdar dike, lê yawerê wî, parêzvanên wî ji nava vê rewşê derketin. Yanî xerabûn, bê exlaqî di asteke gelekî bilind de ye. Ev xeterî ne tenê li hemberî wan e, xeterî li dijî temamiya civakê ye.
Em nikarin bêjin 'vaye li hev didin, Xwedê bela xwe bidê'. Tevahiya civakê ji vê zerarê dibîne. Wê demê ev pirsgirêka me hemûyan e. Rewş cidî ye, xeterî ne li hemberî wan e, li hemberî bindestan, kedkaran û hemû gelan e. Hingî divê bindest, kedkar û gel xwedî li rastiya xwe derkevin.
Ji bo Tirkiyeyê mirov dikarin êdî vê bêjin: Sîstema înkarkirin û parçekirina Kurdan a li ser bingeha Peymana Lozanê hat avakirin, êdî hilweşiya ye. Di nava xwe de ketiye nava şerekî navxweyî û êdî wê Tirkiyeyeke nû ava bibe. Ev Tirkiyeya nû wê çawa ava bibe, di nav de kî cih bigire, niha têkoşîna vê tê meşandin."
PÊWÎSTÎ BI DESTPÊKEKE NÛ HEYE
Kalkan da xuyakirin, ku avakirina bloka demokrasiyê divê bibe pêvajoyeke nû û got, "Pêwîstî bi destpêkek nû heye. Û divê ev bi cesaret û zanebûn bê kirin. Girîng e ti kes di vê mijarê de dudil û endîşe nebe. Yên hewl didin Tirkiyeyê hilweşînin, ewçend çavsor in. Wê demê divê hêzên şoreşger û demokratîk jî fedekar bin, cudahiya navbera xwe ji holê rakin û xwe veguherînin hêzeke mezin a têkoşînê.
Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd wê li ser vê bingehê li ber xwe bide. Helwesta berxwedêr a gelê Kurd, ji bo afirandina sîstemeke demokratîk û azad a gelên Tirkiyeyê banga têkoşîna hevpar dike."