BI DÎMEN

Kalkan: Hevrê Bakur bû pêşeng û sembola berxwedana li Helebê

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan Brûsk Cemal bi nasnav Bakur Cîlo yê li taxa Şêx Meqsûd a Helebê roja 5'ê Nîsanê jiyana xwe ji dest da û berxwedana Şêx Meqsûd/Heleb nirxand.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan Brûsk Cemal bi nasnav Bakur Cîlo yê li taxa Şêx Meqsûd a Helebê roja 5'ê Nîsanê jiyana xwe ji dest da û berxwedana Şêx Meqsûd/Heleb nirxand.

Kalkan got, "Ez, fermandarê hemû hêzên ji bo azadiya Şêx Meqsûd û Helebê li ber xwe didin hevrê Bakur bi minetdarî û rêzdarî bibîr tînim" û destnîşan kir, ku berxwedana Helebê xwedî cihekî girîng û xweser e. Kalkan diyar kir, berxwedana Sûriye û Rojava, di nava berxwedana Rojhilata Navîn de ji destpêkê ve bû qadeke berxwedanê ya xweser û got, "Rêxistinên berxwedanê hatin avakirin. Ji gelek qadan hêzên şoreşger demokratîk, ji bo parastina Kurdistana azad, Sûriyeya demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk, ji bo Helebê li hemberî faşîzma DAIŞ'ê û her şêwe êrîşên çeteyan biparêzin, seferber bûn. Ev hiştmendî û ruhekî dîrokî bû. Hevrê Bakur jî yek ji van bû. Ew li refên herî pêş bû. Ew rastiyeke divê xwedî lê bê derketin.

Hevrê Bakur kesayetekî gelekî girîng û zana yê gelê me yê Başûr bû, ku gelê Silêmaniyeyê afirand. Ji malbata şoreşger welatparêz dihat. Malbata wî timî di nava têkoşînê de bû. Kekê wî li Zagrosan şehîd ket. Ew bi xwe li Botan, li Rojhilat, li Başûr ma û şer kir. Ji bo parastina Rojava û herî dawî jî ji bo parastian Helebê ji her şêwe êrîşkariya faşîst, di nava têkoşîna Cephet El Ekrad (Eniya Kurd) de roleke girîng lîst. Di şerê li dijî faşîzma DAIŞ'ê de bû yek ji fermandarên pêşeng ên li qada şer. Bi rengekî sivik nejiya. Neket nava nêzîkatiyên siyasî yên teng, ku ev nêzîkatî li hemû parçeyên Kurdistanê, bi taybetî li Başûr tê dîtin.

Fêm kir ku azadiya Başûr bi azadiya Rojava, Bakur û Rojhilat dibe, azadiya Kurdan bi azadiya temamiya Kurdistanê dibe û azadiya Kurd û Kurdistanê jî demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn ve pêkan e. Li ser vê bingehê xeta teorîk û bîrdozî ya ya Rêber Apo bi kûrahî fêm kir, pejirand, jê bawer kir, bû dilsozê wê û veguherî milîtanekî mezin û serketî yê li çar parçeyên Kurdistanê şer dike. Li ser vê bingehê ez êşa dayika wî, xwişk û birayên wî, malbata wî û gelê Kurd parve dikim.

Hevrê Bakur di emrekî biçûk de tevlî nava refên têkoşînê bû. Weke zarokekî şoreşê li tevahiya Kurdistanê ma û têkoşiya. Girîng e her kes vê rast fêm bike."

Kalkan da xuyakirin, ku dema berxwedana Helebê tê bilêvkirin, girîng e ev rastî were dîtin û fêmkirin û destnîşan kir, ev yek ji ber xwe ve nebû, mîna giravekê di nava dorpêçiyê de gelek caran bi mehan di nava bêdefetî û birçîbûnê de berxwedana mezin a mirovahiyê hat nîşandan. Yek ji pêşengên hêzên azadî û demokrasiyê yên li wir Bakur Cîlo ye.

Kalkan ragihand, Bakur Cîlo pêşengî ji berxwedaneke bi vî rengî re kir û bû sembola vê berxwedanê. Kalkan got, "Ji bo ev berxwedan rast bê fêmkiri, ez dibêjim divê ev şexsiyet were fêmkirin.

Fuze bi kar anîne, tê gotin çekên kîmyewî jî bi kar anîne. Naxwe nikarîbûn encameke bi vî rengî ewçend bi hêsanî bi dest bixista. Êrîşkariya faşîst ji bo berxwedana azadiyê bişikîne, bi her awayî zilmê dike, lê belê hêzên demokratîk jî bi biryardarî û lehengiyeke mezin li ber xwe didin.

Ev kesayetê li çar parçeyên Kurdistanê têkoşiya, weke qada dawî ya berxwedanê, ji bo Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk, parastina Helebê gelekî girîng dîtiye.

Di berxwedana li dijî seferên Xaçî de jî berxwedêriya Helebê girîng e. Di pêşdeçûna şaristaniya Rojhilata Navîn de cihê Helebê girîng e. Ji ber ku cihekî jiyana biratî û bi hev re ya gelan e, girîng e. Ji ber ku ev rastî dît, dest ji hemû qadên şer berda û xwest cihê xwe di nava berxwedana Helebê de bigire, li wê derê ji bo parastina hemû Kurdan û hemû mirovahiyê, cihê xwe di nava têkoşînê de girt.

Heleb di heman demê de navendeke gelekî girîng a siyasetê ye. Dibe ku paytexta siyasî Şam be, Bexda be, Enqere û Tehran be, lê belê Heleb paytexta civakê ye. Yên din paytextên dewletan e. Heleb paytexta civakî ya pir çandî û pir zimanî ye. Paytexta demokrasî û çandê ye. Herêmeke civaka demokratîk lê heye û bi hev re di nava biratiyê de dijî ye. Bajarekî ku civak ji aliyê aborî,c ivakî, çandî û siyasî ve lê heye û civak bi hêza xwe hebûna xwe diparêze. Temsîla çanda civakî ye. Rojhilateke Navîn a biçûk e, lê belê Rojhilata Navîn a Civakê ye.

Lewma parastina Helebê gelekî girîng e. Li Helebê parastina Kurdîtiyê jî gelekî girîng e. Praastina Helebê tê wateya parastina civakîbûna Rojhilata Navîn, parastina civaka demokratîk, parastina çanda civakî. Parastina Kurdîtiya li Helebê parastina tevkariay Kurdan a li hebûna civaka demokratîk e. Ji ber ku di herikîna dîrokê de Kurdekî têkiliya xwe bi Helebê re nîne, nebû. Heleb nebû bajarekî Kurd, lê belê Kurdîtiyeke bê Helebê jî nebû. Aliyekî Kurdîtiyê ji aliyê bazirganî, aborî û çandî ve bû Heleb. Kurdan jî hêzeke xurt dane çanda Helebê. Temamiya Kurdistanê jî ji çanda Helebê xwe xwedî kir. Ji ber vê yekê divê girîngiya berxwedana Helebê bê fêmkirin. Di şexsê şehîdên Helebê ez hemû şehîdên me bi rêzdarî bibîr tînim û hêzên azadiyê yên li Helebê li ber xwe didin silav dikim."