Kakabaveh: Divê YE li dijî darvekirinên li Îranê bikeve nava tevgerê

Kakabaveh, ji ber darvekirina Saman Nesîm û 2 girtiyên siyasî yên Kurd, rejîma Îranê şermezar kir û ji Yekîtiya Ewropayê xwest, ku ji bo pêşî li darvekirin û binpêkirina mafên mirovan ên li Îranê bigire, giraniya xwe nîşan bide.

Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Amineh Kakabaveh, ji ber darvekirina Saman Nesîm û 2 girtiyên siyasî yên Kurd, rejîma Îranê şermezar kir û ji Yekîtiya Ewropayê xwest, ku ji bo pêşî li darvekirin û binpêkirina mafên mirovan ên li Îranê bigire, giraniya xwe nîşan bide.

Kakabaveh bersiv da pirsên ANF'ê yên li ser mijarê û diyar kir ku piştî Hasan Rûhanî bû Serokkomar hin derdorên lîberal û çep ên li Îranê ketin nava bendewariyê ku di qada mafên mirovan de pêşketinên erênî rû bidin, lê belê di dema bihurî de bi zelalî xuya bûye ku Îran ne ji aliyê Rûhanî ve, ji aliyê lîderê olî Hamaney û Konseya Parêzvanan ve tê birêvebirin.

Kakabaveh da xuyakirin ku li Îran a qanûnên Îslam û şerîatê lê derbas dibin, Rûhanê bixwaze jî bêyî erêkirina Konseya Parêzvanan nikare ti reforman pêk bîne, ji xwe niyeteke bi vî rengî ya serokkomarê nû nîne û got, "Rejîma Îranê ya ji ber ambargoyê cih lê teng bû, ji bo hilmê bistîne, qebûl kir ku bernameya wê ya nukleerî ji aliyê mufetîşan ve bê lêkolînkirin. Bi vî rengî bandora ambargoyê sivik kir. Lê belê di heman demê de zext û êrîşên xwe yên li hemberî Kurdan, Belûciyan, sosyalîstan, jin û karkeran zêde kir."

Kakabaveh diyar kir ku rejîma Îranê Kurd û jinan ên dînamîkên têkoşer ên civakê ye hedef digire, darvekirinên li hemberî Kurdan û êrîşên li dijî jinan zêde kiriye û got, "Dixwazin çavê gel bitirsînin û pêşî li têkoşînê bigirin. Lê belê nekarî Kurdan, mûxalîfên polîtîk û jinan bitirsînin. Tevî ku qedexe ye jî kedkar xwe birêxistin dikin û xwepêşandanan lidar dixin. Gelê ku nerazîbûnê nîşanî qedexeyan dide, bi biryardarî têkoşîna xwe dewam dike."

Kakabaveh li ser helwesta Yekîtiya Ewropa û welatên Rojavayî ya li hemberî rejîma Îranê ev nirxandin kir: "Gava mafên mirovan dibin mijara gotinê, Îran ne xema Rojava ye, Rojava jî ne xema Îranê ye. Welatên Yekîtiya Ewropayê dixwazin malên xwe têxin bazara Îranê. Pêwîstiya rejîma Îranê bi van malan heye. Di vir de her du alî xwedî berjewendiyan e. Yekîtiya Ewropa, têkiliyên xwe yên bi Erebîstana Siûdî, Qatar, Îran û welatên mîna wan re, ti carî li ser bingeha mafên mirovan nameşîne."

Kakabaveh da xuyakirin ku ew ê mijara darvekirinên li Îranê careke din bîne rojeva Parlamenta Swêdê û ji Yekîtiya Ewropayê xwest, ku li dijî darvekirinên li Îranê helwestê nîşan bide.