BI DÎMEN

Jiyana Ehmed Heleb a ji Helebê heta Minbicê

Ehmed Heleb ê 62 salî, ku bi eslê xwe ji Kobanê ye, 20 salan li Helebê jiya ye. Niha li eniyên paş ên Minbicê alî hevrêyên xwe dike.

Ehmed Heleb, demeke kurt beriya êrîşa dagirkeriyê ya çeteyên DAIŞ'ê ya 15'ê Îlona 2013'an a li hemberî Kobanê, hatiye Kobanê.

Di dema êrîşa dagirkeriyê ye çeteyên DAIŞ'ê de Kobanêyiyan berê xwe dan Bakurê Kurdistanê. Lê Ehmed Heleb berê xwe ne da Bakurê Kurdistanê ne jî Helebê.

Ehmed Heleb ê 62 salî yê bi por û riya xwe ya spî, cihê xwe di nava berxwedana efsanewî ya Kobanê de girt, ku ev berxwedan bi tîpên zêrîn li dîroka şoreşê ya cîhanê hat nivîsandin. Ji bo axa welatê xwe bi ruhê fedayî biparêze rahişt çek û rexta xwe û li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kir.

Ehmed Heleb, piştî ku Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin cihê xwe di nava pêngavên Sirîn û Tişrînê de girt. Di 1'ê Hezîranê de tevlî 'Pêngava Rizgarkirina Minbicê' bû. Lê Ehmed Heleb vê carê ne li eniyên pêş, li eniyên paş hat wezîfedarkirin.

Me li vê eniya lojîstîk derfet dîtin pê re baxivin. Weke gotina ewilî Ehmed Heleb dibêje, "Li gorî gelek şervanên ciwan ez hîn bêhtir bi tecrûbe me. Lê belê ji ber ku emrê min 62 salî ye, li eniya pêş erk nedan min. Ji ber vê yekê xemgîn im, hinekî jî dilşikestî me."

Bi van gotinên Ehmed Heleb mirov serbilind dibin. Ji ber ku ev sekna Ehmed Heleb ê 62 salî nîşan dide ku emrê şoreşgerî û karkeriya şoreşê nîne. Li hemberî vîn û biryardariyeke bi vî rengî ti çete nikare bisekine, nikare bi ser bikeve.

Piştî vê gazina biçûk em li çinarê şoreşê yê 62 salî Ehmed Heleb guhdarî dikin.

Ehmed Heleb dibêje, ji destpêka pêngava rizgarkirina Minbicê û vir ve bi şev û roj ew pêdiviya lojîstîkî û rojane ya şervanan tedarik dikin û beşeke mezin a gelê Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirine.

Ehmed Heleb destnîşan dike, ku tevî ambargoya giran a dewleta Tirk, Barzanî û PDK'ê jî, weke pêvajoay Kobanê her kes bi ruhê seferberiyê tevlî vê pêngavê dide û radigihîne; dayikên ji Kobanê xwarinê ji şervanên li eniyê re çêdikin, personelên tenduristiyê xizmeta tenduristiyê didin û her kes bi rengekî kedê didin.

Ehmed Heleb di dewama axaftina xwe de dide zanîn ku Minbic ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û hêzên QSD'ê ve hatiye dorpêçkirin, di her kêliyê de bajar dikare azad bibe, lê belê ji ber ku çeteyên DAIŞ'ê sivîlan weke mertalên zindî bi kar tînin, ew neçar in hîn bêhtir bi baldarî tevbigerin.

Ehmed Heleb dide zanîn, ku heta emrê wî têrê bike ew ê ji bo şoreşê ji bo azadiyê bixebite û di dawiya axaftina xwe de bang li jin, ciwan, extiyar û her kesî dike ku bibin karkerên şoreşê û ala şoreşê bilind bikin.

...