Jinên ku di grêva birçîbûnê de ne bang kirin ku her kes li ber xwe bide
Jinên ku li Amedê di grêva birçîbûnê de ne, bal kişandin ser girîngiya azadiya Ocalan û xwestin ku her kes li ber xwe bide.
Jinên ku li Amedê di grêva birçîbûnê de ne, bal kişandin ser girîngiya azadiya Ocalan û xwestin ku her kes li ber xwe bide.
Grêva birçîbûnê ya ku li Amedê bi mebesta ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pê were, kete roja şeşan.
Daxwaz û banga Berxwederên Grêva Birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger ku li Amedê dest pê kirî neguherî, jinên berxwedêr bang li gel kirin. Jinan diyar kirin ku Ocalan ji bo azadiya hemû gelan girîng e û divê her kes li dor çalakiyê xwe bicivîne û bikeve nav berxwedanê.
ERYILMAZ: EM Ê BI SER BIKEVIN; LI BER XWE BIDIN!
Hevseroka Şaredariya Çinarê Rûkiye Eryilmaz: ‘’Beriya her tiştî daxwaza me ji jinan ew e ku li çalakiya me xwedî derbikevin. Li vê derê, em 18 jin ji bo azadiya Rêbertiya me ku nasnameya jinê bi me da nas kirin, em li ber xwe didin. Mayin an jî neman ne girîng e. Daxwaza me tenê ew e ku di demeke nêzîk de em ji Rêbertiya xwe agahiyekê werbigirin. Em bedana xwe birçî dihêlin, lê divê gel hemû li vê xwedî derbikeve û bi yek dengî bibe hêzeke hevpar. Li vir bi taybetî pêşî bang li jinan û hemû gelê me dikim; netirsin, li ber xwe bidin, berxwedêr ti caran têk neçûne û wê têk neçin jî. Em bawer dikin, em ê bi ser bikevin. Hûn jî bawer bikin û li ber xwe bidin.’’
HARAN: JI DESTÊ GELÊ ME ÇI TÊ DIVÊ TEXSÎR NEKE
Endama KJA’yê Elîf Haran got, “Ji bo Rêbertî ku bi bîra min xist ez kî me û ji bo gelê Kurd bi salan e têdikoşe divê em vê bikin. Divê her kesek bi awayekî berteka xwe nîşan bide. Em dizanin, heya ku em jê agahiyekê nestînin wê tiştek baş nebe. Ew tekane sedem e ku welat biçe aştiyê. Nahêlin ku ne bi malbat û ne jî bi parêzerê xwe re hev bibîne û ev me dixe nav fikaran. Îro me bi 50 kesî dest pê kir, lê sibehê dibe ku em bibin 100 kes, bibin 100 hezar jî. Em dixwazin ku kêlî beriya kêliyekê ji Rêbertî agahiyekê bistînin û malbata wî bikaribe biçe cem wî. Bi taybetî jin û piştre hemû gelê me ji bo vê çi ji dest tê divê bike. Azadiya me hemûyan bi azadiya Rêbertî ve girêdayiye.’’
GOZEK: DIVÊ EM HEMÛ LI BER XWE BIDIN
Rêvebera DBP’ê ya Bajêr Nalan Goze: ‘’Me çi qasî got em alîgirên aştiyê ne dewletê jî berovajî vê bi komkujiyan bersiva vê da. ‘’pêvajoya çareseriyê’ kirin sarincê û li ser Rêbertî tecrîd danîn. Em ne weke jinan û ne jî weke gel ti caran vê naxwazin. Em ne alîgirê şer in ne jî jiyaneke bê Rêbertî dixwazin. Ji bo ku ev şer bi dawî bibe çi ji destê me were em ê bikin. Heya ku em ji Rêbertî agahiyê bistînin li vir em ê peywira xwe bi cih bînin. Divê hemû gelê me jî bi vê bihistyariyê tevbigere û bi me re di nav berxwedanê de be. Hevalên me yên ku têne vir hêz û kelecaniyekê didine me. Bi heman hêz û kelecaniyê divê em li ber xwe bidin.’’