Jinan qala hovîtiya DAIŞ'ê kirin
Jinên li Minbicê wehşeta çeteyên DAIŞ'ê dîtin, dan xuyakirin ku çeteyên DAIŞ'ê yên têk diçin, li cihê lê serdest in, tiştên li derveyî mirovahiyê dikin.
Jinên li Minbicê wehşeta çeteyên DAIŞ'ê dîtin, dan xuyakirin ku çeteyên DAIŞ'ê yên têk diçin, li cihê lê serdest in, tiştên li derveyî mirovahiyê dikin.
Xanim El Elî ku Kurdek ji Babê ye got, çeteyên DAIŞ'ê li herêma El Şehbayê teroreke giran a fîzîkî û psîkolojîk dikin û bi vî rengî hewl didin têkçûna xwe ya li Minbicê binixumînin. Xanim El Elî da xuyakirin, ku piştî destpêkirina pêngava azadkirina Minbicê, DAIŞ'ê pêkanînên xwe yên li derveyî mirovahiyê bi taybetî li hemberî Kurdan zêde kiriye.
Xanim El Elî da zanîn, çeteyên DAIŞ'ê li herêma Babê ev demeke dirêj e şîdeta fîzîkî û psîkolojîk li jinan dikin, dest li kincên jinan jî wedidin û li xwekirina kincê bi yek tîpî ferz dikin. Xanim El Elî ji wehşeta çeteyên DAIŞ'ê ya li El Babê eviya û xwe li qadên ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatine azadkirin, girt.
Xanim El Elî diyar kir, çeteyên DAIŞ'ê car carna li navenda û derdora bajarê Babê bazara koleyan çêdikirin, jin li van deveran difirotin û got, ti mafekî jiyanê ji jinê re nedihat naskirin.
DI NAVA DAGIRKERIYA KOMÊN ÇETE DE JIYAN LI ME CEHENEM BÛ
Fatîma Ehmed a ji Minbicê jî spasiya şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kir û destnîşan kir, ku piştî komên çete yên weke DAIŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam û Ceyş El Îslam li Sûriyeyê xwe dan der, jiyan li gelên Sûriyeyê bû cehenem. Fatîma Ehmed da xuyakirin, ku herı zêde jiyana jinan bûye cehenem.
Fatîma Ehmed bibîr xist, ku Minbic piştî sala 2011'an ewilî ji aliyê Artêşa Sûriyeya Azad, piştre ji aliyê El Nûsra û di sala 2014'an de jî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat dagirkirin.
Fatîma Ehmed got, "Çeteyan piştî ku herêm dagir kirin, li xwe kirina çarşefa reş li jinan ferz kirin. Jinên li ber vê yekê radibûn, îşkence li wan dihat kirin yan jî dihatin kuştin." Fatîma Ehmed diyar ki, çeteyan cezayê; dayîna zêr, recm, çarmix, lêdana qemçiyan, destavêtin, nihaka mut'a û ragirtina li nava qefesê li jinan dibirîn û îşkence li jinan dikirin.
ÇETEYAN BI VÊ HOVÎTIYÊ HEWL DAN TEVAHIYA CIVAKÊ BÊDENG BIKIN
Yek ji hezaran sivîlên ji Minbicê reviyan û xwe li herêmên ewle girtin dayika 6 zarokan Rabîa Khaled a ji Babê ye. Rabîa Khaled qala wehşeta çeteyan a li tevahiya beşên civakê kir.
Dayika ku xwe li herêmeke ewle girtiye got, çeteyên DAIŞ'ê bi dehan caran ji ber sedemên cuda serê mirovan jê kirine û ji bo ev yek ji bîra mirovan neçe, bi zorê jin, zarok, extiyar her kes li hev civandin û ev wehşetî bi wan dan temaşekirin.
Dayika Rabîa Khaled da xuyakirin, ku çeteyan gelek xist heta ber qirika wan xistin nava axê û bi keviran 'recm' ew kuştin. Da zanîn, ku çeteyan bi dehan jin xistin qefesên ji hesin ên li navenda bajêr û bi zorê, serê hatine jêkirin xistine dawa van jinan.
Dayika ji Babê anî ziman, ev wehşeta çeteyan li hemberî her kesî hatiye kirin û bi vê rêyê civak hemû hatiye tirsandin.
NE TENÊ MINBIC, DIVÊ TEMAMIYA XAKA SÛRIYEYÊ BÊ PAQIJKIRIN
Her sê jinan di dawiya axaftina xwe de meşa serketin û azadiyê ya şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê silav kirin gotin, ne tenê Minbic divê tevahiya xaka Sûriyeyê ji komên çete were paqijkirin.