BI DÎMEN

Jin û ciwanên li Kerkûkê 15'ê Tebaxê pîroz kirin

Tevgera Ciwanên Azad bi wesîleya 32. salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li Kerkûkê pîrozbahiyek lidar xist.

Pîrozbahî li parka Xeyyamê pêk hat. Li vê derê, li ser navê Tevgera Ciwanan û REJAK'ê peyam hatin xwendin, afirînerên Pêngava 15'ê Tebaxê hatin silavkirin û banga têkoşînê li hemû Kurdan hat kirin.

Di daxuyaniya Tevgera Ciwanan de hat destnîşankirin, têkoşîna bi 15'ê Tebaxê re destpê kir, maf û erka herî rewa ya gelê Kurd ê bindest e û hat gotin, "Em bang li hemû ciwanan dikin, ku bi ruhê fermandarê efsanewî yê 15'ê Tebaxê Mahsûm Korkmaz (Egîd) têbikoşin."

Di daxuyaniya Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (REJAK) de hat ragihandin, şoreşa vejînê ya 15'ê Tebaxê şoreşeke jinê ye û hat destnîşankirin, ku jinên Kurd bi têkoşîna xwe ve derfetên mezin ên azadiyê ji bo jinên li gelemperiya cîhanê afirandine.

REJAK'ê bang li jinên li Başûrê Kurdistanê kir, ku bi ruhê vejînê yê 15'ê Tebaxê li hemberî sîstema serdest têkoşîna xwe mezin bikin.

Piştî axaftinan, govend hat gerandin û pîrozbahî heta derengiya şevê dewam kir.

...