Xwendekarên endamê Yekîtiya Xwendekarên Kurd li Fransayê û Komeleya Êzidiyan li Fransayê, ji bo bala raya giştî bikşînin ser rewş û krîza însanî ya li Rojava û Şengalê, li 6 zanîngehên Parîs û derdora wê, stadanên agahdarkirinê vedikin.
Komeleya Xwendekarên Kurd li Fransayê (UEKF) ku li Fransayê YXK'ê temsîl dike û Komeleya Êzidiyan a li Fransayê (AYF), hefteya piştevaniyê ya ji bo Şengal û Kobanê lidar dixin.
Xwendekar wê li şeş zanîngehên cuda yên li Parîs û derdora wê, ji bo bala raya giştî bikşîne ser Rojava û Şengalê wê standên agadarkirinê vekin. AYF'ê beriya niha jî xebateke bi heman rengî ji bo Şengalê meşandibû.
Xwendekar her wiha dixwazin ji bo Rojavayiyan alîkariya aboriyê kom bikin. Strand wê roja Duşemê li zanîngehên Paris 8, UPEC, Paris 13 Villetaneuse, Paris 10 Nanterre, Paris 7 Diderot û Paris 5 Descartes werin vekirin û heta roja Înê vekirî bimînin.