Ji YPG’ê têkîldarî êrîşan daxuyanî

Navenda Çapemeniya YPG’ê da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî gundewarên Kobanê êrîşan pêk tîne.

Navenda Çapemeniya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku li dijî bajarokê Şêxler, derdora bendava Tişrîn û gundê Qereqozaxê, çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş li dar xistine.

Di daxuyaniya YPG’ê de ev agahî hatin parvekirin:

“6’ê Gulanê saet 11.00-19.00'an çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên Cerablûsa Jêrîn bi çekên giran du êrîşên cuda birin li ser bajaroka Şêxler a giredayî Kobanê.

Komên çeteyan di heman rojê saet 14.30'an de jî li dijî gundê Qereqozax a giredayî Kobanê bi çekên giran êrîş kirin. Êrîşê çeteyan heta saetên êvarî bênavber berdewam kir.

6’ê Gulanê saet 11.00-12.00'an çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran du êrîşên cuda birin li ser rojava û rojhilatê bendava Tişrîn a giredayî Kobanê.”