Ji YPG'ê daxuyaniya li ser Şêx Meqsûd û Kobanê

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê da xuyakirin, ku êrîşên hevpar ên komên çete yên li dijî taxa Şêx Meqsûd dewam dikin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, di êrîşên li hemberî taxa Şêx Meqsûd de 3 çete hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, li hemberî bakurrojava û rojhilatê bendava Tişrînê ya ser bi Kobanê, çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran êrîş kirine.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Êrîşên hevbeş ên komên çeteyên di bin banê koalîsyona Suriyê de tevdigerin wekî Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suruye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî ya li dijî taxa Şêx Meqsûd a Halebê berdewam dike.

3'ê Gulanê komên çeteyan bi topên cehenemê bombebaranek li dijî taxa Şêx Meqsûd kirin. Hêzên me cihên çeteyan zelalkirin û heman rojê operasyonek li dijî van çeteyên herêma Seken Şebab û Eşrefiye pêk anîn. Di van operasyonan de qasî hat zelalkirin 3 çete hatin kuştin. 

3'ê Gulanê saet di 17.00 de çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran êrîş birin li ser bakurrojava û rojhilatê bendava Tişrîn a Kobanê. 

3'ê Gulanê komên çeteyan bi roketên katuşa êrîş birin li ser navenda bajarokê Cindirêsê yê Efrînê. Di vê êrîşa ku welatiyên sivîl hedef hatin giritn de ziyana madî çêbû."