Li Silêmaniyê li Fakulteya Kurdî ya Zanîngeha Silêmaniyê bi tevlêbûna nûnerên saziyên sivîl ên civakî ji bo piştgiriya çalakiya birçîbûnê daxuyanî hate dayîn.
Li Fakulteya Kurdî ya Zanîngeha Silêmaniyê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ku 65 rojin didome daxuyanî dan û biryar girtin ku 3 rojan çalakiyan pêk bînin.
Endamê komîteya amadekar ya çalakiyê Rizgar Emîn derbarê çalakiyê de diyar kir ku, çalakî îro li ber çayxaneya çandî ya bajarê Silêmaniyê û nêzîkî Otela Mîhrakoye destpê dike û cihê roja duyem û sêyem ya çalakiyê jî ji ber şert û mercên hewa nehatiye diyarkirin.
Emîn bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin çalakiyê û tevlî meşê bibin. Emîn da zanîn ku ji tevayî welatiyên azadixwaz yên başûrê Kurdistanê daxwaz dikin kû tevlîbûna xwe çalakiya ji bo piştgirî û piştevaniya çalakiya birçîbûnê ya li zindanên Tirk bidin çêkirin.