Di kovara “Diyanet” ya ji aliyê Weqfa Diyanetê ve tê derxistin de, di hêjmara Tîrmehê de bi 44 zimana cih da wergera “Xweşî û Banga Ewlekariyê/Slav” lê belê balkêş bû ku, cih ne da Kurdî.
Kovara “Diyanet” ya ku ji aliyê Weqfa Diyanetê ve her meh tê weşandin û agahiyên olî tê de cih digirin, di bergê kovarê yê hêjmara meha Tîrmehê de “Xweşî û Banga Ewlekariyê/Silav” cih girt.
DIYANETA NETEWPEREST
Di bergeya kovarê de li gel Latînî û zaravayên zimanên cûda bi giştî bi 44 zimana wergera peyva ‘Silav’ cih girt, lê belê cih ne da peyva ‘Silav’ ya bi zimanê Kurdî, Ermenî û Îbranî.