Ji Tûgaya Şehîd Sadiq ya Kobanê hişyarî

Ji Tûgaya Şehîd Sadiq ya Kobanê hişyarî

Demên dawî li ser sînorê Bakurê Kurdistanê yê beramberî bajarê Kobanê liv û tevgera artêşa Tirk zêde dibe. Di heman demê de, hin derdor bi zanebûn hewil didin ku bajarê Kobanê vala bikin. Li hemberî van hewldanan, Tugaya "Şehîd Sadiq" daxuyaniyek da û hişyar kir ku êrîşên li dijî gelê Kurd ji kîjan alî werin, e wê mafê parastina rewa bikar bînin.

Tugayê "Şehîd Sadiq" ya girêdayî Yekîneyên Parastina Gel YPG, derbarê rewaş dawî ya Rojava û bi taybet bûyerên li bajarê Kobanê de, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de weha tê gotin: "Şoreşa Sûrî derbasî qonaxeke nû bûye. Gelên li welat yên ji bo azadî û jiyana bi rûmet bi mehane li ber xwe didin, rastî êrîşên hovane yên rêjîmê tên. Hêzên herêmî û navneteweyî jî, di bin navê çareserkirina pirsgirêkan hewl didin aloziya li Sûrî ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin û ji ber vê yekê ev hêz li pêşiya serkeftina şoreşa gel dibin asteng."

Fermandariyê bi bîr xist ku wan ji destpêkê ve destnîşan kiriye ku YPG hêzeke bingehîn ya şoreşa Sûrî ye û weha dewam kir:

"Me weke Yekîneyên Parastina Gel ji roja destpêkê ve ragihand ku em hêza leşkerî ya parastina gelê Kurd in. Helwesta me ya li hemberî rêjîma Bass û kiryarên wê yên şovenîst zelal e. Divê baş were zanîn ku kîjan alî êrîşî nirx û destketiyên gelê Kurd bike, wê me li hemberî xwe bibîne. Çi rêjîma Sûrî, çi dewleta Tirk yan jî komên din, eger hewl bidin êrîşî gelê me bidin wê rastî berxwedaneke bi heybet ya hêzên me werin."

Fermandariya Tugaya "Şehîd Sadiq" helwesta xwe ya li hemberî Artêşa Sûrî ya Azad jî bi van gotinan rava kir: "Artêşa Azad li hemberî rêjîma Baas şerê rizgariyê birêve dibe. Ji ber vê yekê rêza me ji birayên yên artêşa azad û sembolên wan re heye. Lê ji ber ku rêveberiyeke yekgirtî tine ye û kontrolkirina yekîneyên çekdar yên li Sûrî nayê kirin, gelek caran pirsgirêk rê didin. Me weke YPG her tim hewl daye ku em pirsgirêkên di navbera xwe de bi rêya diyalogê çareser bikin û ji niha û pêve jî em ê weha dewam bikin. Divê rayedarên artêşa azad baş zanibin ku destwerdaneke ji derveyî vîna me li hemberî herêmên Kurdan pêk were, wê rê li ber aloziyan veke û di heman demê de wê xizmeta şoreşê neke."

Fermandariya Tugaya "Şehîd Sadiq" hişyar kir ku hin derdor bi awayekî plankirî û ji navendeke diyar li bajarê Kobanê bi zanebûn li hemberî hêzên wan kampanya reşkirinê tê birêvebirin û weha dawî li daxuyaniya xwe anî:

"Yekîneyên me yên bi şev û roj ji bo ewlekarî û parastina gelê Kurd nobedê digrin, ji niha û pêve jî bê rawestan wê parêzvaniya gelê Kurd bikin. Ev kar û xebatên me li bajarê Kobanê navenda serhildanê wê ji her demê zêdetir bin. Demên dawî me li bajarê Kobanê operasyonên berfereh li dijî bazirganiya narkotîkê birêve birin. Ev operasyon bi desteka gelê me bi awayekî serkeftî encam bû. Derdorên ku ji operasyonên me nerehetin hewl didin tevlîheviya derxînin."