Ji Tevgera Azadî projeya çareseriyê

Tevgera Azadî, ji bo çareseriya krîzên siyasî û aborî yên li Başûrê Kurdistanê projeyek pêşkêşî raya giştî kir.

Tevgera Azadî, ji bo çareseriya krîzên siyasî û aborî yên li Başûrê Kurdistanê projeyek pêşkêşî raya giştî kir.

Tevgerê îro saet di 10:00 de li Pirtûkxaneya Endîşe ya Silêmaniyeyê, civîneke çapemeniyê lidar xist û projeya xwe ya ji bo çareseriyê aşkera kir. Li ser navê Tevgera Azadî Hevserok Mihemed Abdulla daxuyanî da û got, "Di vê projeya ku bi civakeke azad û wekhev, bi sekneke sîstema adîl û wekhev hat amadekirin re, ji bo çareseriyê gelek serenavên girîng hatine destnîşankirin."

PROJEYA ÇARESERIYÊ YA TEVGERA AZADÎ BI VÎ RENGÎ YE:

"Pergala Siyasî:

Pêwîste parlamenta Herêma Kurdistanê hikûmeta 5 alî hilweşîne û di nava mehekê yan jî 45 rojan de hikûmeteke demî ji kesayetên naskirî û bê alî ava bike. Temenê vê hikûmetê ji 6 mehan heta salekê be, li hember hilbijartinek pêşwext berpirsyar e. Di hilbijartinan de hîle neyên kirin. Erka hikûmeta nû bikare krîz û pirsgirêkan çareser bikin. Bi lez meaşên karmendan bide û aramiyê serwer bike. Herwiha li hember dosyayên li Bexdayê berpirsyare.

Pêwîst e parlament lez bide xebatên amadekirina pêşnûmeya destûrek demokratîk a Herêma Kurdistanê. Divê destûr di 3 heta 6 mehan de were amadekirin û bikeve referamduma giştî.

Divê hêzên pêşmerge di çeperên xwe yên parastinê de bimînin û tevlî nakokiyên siyasî yên aliyan nebin. Her wiha li dijî xwepêşandêran şîdetê bikar neynin. Pêwîst e hêzên polîs, asayîş û saziyên îstixbaretê ji nakokiyên siyasî dûr bisekinin. Divê tenê erka wan parastina xwepêşandêran, jiyan û mala gel be.

Bi piştgiriya destûra Iraqê xwerêvebirina herêmî ji bo dûrketina ji du îdareyên hizbî û parçekirina Herêmên Kurdistanê. Ji bo pêşxistina rêveberiyek demokratîk divê sîstema îdarî li ser esasê herêmên demokratîk were birêxistinkirin.

Pergala aborî:

Berhemên Herêma Kurdistanê yên wek petrol, gaz, gumrik û beşên budceya salane ya herêmê li hikûmeta navendî were zelal kirin. Dehatiyên ji van berheman ji bin destê partiyan were rizgarkirin û ji aliyên peywendîdar ên hikûmetê re were dayîn.

Lihevkirinên bi şîrket û fîrmayên dewletên cîran û Iraqê re li ber çavan were derbaskirin. Ev pirsgirêk werin çareserkirin, bi taybet pirsgirêka budce û meaşê.

Li gor pîvanên navdewletî pêwîst e guhertin di pergala meaş de çêbibe û meaşên ku nehatiye dayîn werin belavkirin.

Pergala Civakî:

Ji bo pêşî li koçberiyan were girtin divê pirsgirêk û krîzên siyasî, aborî û civakî bêne çareserkirin. Herwiha ciwan li ser bingehên zanistî û standardên navneteweyî de werin perwerdekirin.

Pêşxistina derfetên kar û jiyana civakî ji bo jiyanek normal ya hemwelatiyan. Her wiha perwerdekirina civakê li ser bingehê welatparêzî û pîvanên çandî û exlaqî yên civaka Kurdistanê.

Ji bo pêşîgirtina li kuştina jinan beşdarbûna jinan bi rêjeya ji sedî 40 were esasgirtin. Wekheviya jin û mêr bi zagon be û prensîbên hevserokatiyê bibe şert. Kujerên jinan di bin ti şert û mercan de neyên efûkirin.

Ji bo xwepêşandêran:

Nabe ku daxwaziyên xwepêşandêran di nav nakokiyên partiyan de werin pelçiqandin.

Divê li şûna çalakiyên ji hev cuda û ne rêxistinbûyî, hemû pêkhateyên civakê bi hev re, bi awayekî girseyî û çalakiyên demokratîk were pêşxistin.

Her êrîş û şehîdkirina xwepêşanderan wek sûcek komkujiyê were pejirandin. Divê daxwazên gel were guhdarîkirin ji bo ku pirsgirêk were çareserkirin.

Divê xwepêşandêr li hemû bajar û bajarokan meclîsa demokratîk a gelan ji kesayetên çalakvan, berxwedêr û dilsoz ava bike. Heta xwepêşandêr negihêjin armanca xwe divê dest ji helwesta xwe ya demokratîk bernedin.

Dirûşmeya perojeya Tevgera Azadî bi vî rengî ye; ‘Civakek Azad û Wekhev, Pergalek Demokratîk û Adil’