Ji Tevgera Azadî ji bo çareseriya krîza li Başûr proje
Tevgera Azadî ji bo krîza li Başûrê Kurdistanê wê projeya çareseriyê aşkera bike.
Tevgera Azadî ji bo krîza li Başûrê Kurdistanê wê projeya çareseriyê aşkera bike.
Tevgera Azadî ji bo krîza li Başûrê Kurdistanê wê projeya çareseriyê aşkera bike.
Ebûbekir Mecît ê li ser navê Tevgera Azadiya Kurdistanê daxuyaniyek da got ku ji bo çareseriya krîza li Başûrê Kurdistanê, projeyek amade kirine û wê pêşkêşî aliyên siyasî bikin.
Endamê Tevgera Azadiya Kurdistanê Ebubekir Mecîd îro der barê krîz û aloziyên Başûrê Kurdistanê ragihand ku ew xwedî projeyek çareseriyê ne û wiha axivî; “Piştî nîqaş û goftûgoyên berfireh me biryar da ku em projeyek çareseriyê ji raya giştî re aşkera bikin. Bi vê armancê, roja Yekşemê saet 10.00’ê em ê li Salona Endêşe ya Silêmaniyê daxuyaniyeke çapemeniyê bidin. Em ê di daxuyaniya xwe de projeya xwe ya çareseriyê ji raya giştî û aliyên siyasî re pêşkêş bikin.”
Mecîd dewama axaftina xwe de wiha got; “Ev krîz û aloziya îro derketiye holê, ne krîzek îro yan a duh e. Ev krîz û aloziyek bi salan a desthilatên Herêma Kurdistanê ye, ku heya niha nekariye van krîzan çareser bike û ji daxwazên gel re nebûye bersiv.”
'JI BO ÇARESERIYÊ PROJEYA HERÎ GUNCAV E'
Mecît, got ku xwedî perspektîfeke ku pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê çareser bikin û xwest bê destekkirin. Mecît axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Projeya em ê çareser bikin, di vê atmosfera tevlihev de ji bo feydeya gel e. Em bawer in projeya em ê aşkera bikin ji bo çareseriya krîzê rêbaza herî guncaw e.”
Proje, 25’ê Cotmehê saet 10.00 wê li Salona Endêşe bê aşkerakirin.